Wezareta Parastinê ya Tirkiyê û Serokê MHP Devlet Bahçelî careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.
Bahçelî diyar kir eger QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnegere wê dawiya wê xirab be.
Wezareta Parastinê jî “daxwaza nenavendîbûnê” weke zirara li Yekparebûna Sûriyê pênase kir.
Devlet Bahçelî anî ziman pêkanîna Peymana 10’ê Adarê ji aliyê QSD’ê ve wê ji bo herkesî bê xêr be.
Bahçelî gefa êrişê xwar û got, “Berevajî vê, wê ji bo ewlekariya Tirkiyê û welatên herêmê dawiya wê xirab be.”
Wezareta Parastinê ya Tirk jî diyar kir QSD daxwaza nenavendîbûn û federalîzmê bi dewamî tîne ziman û îdia kir di mijara entegresyonê de gavê neavêje û got,
“Weke ku me berê jî destnîşan kir, ev helwesta SDG’ê zerarê dide yekparebûna xaka Sûriyê û aramiya wê.
Bi hikumeta Sûriyê re li gorî pîvana ‘Yek dewlet, yek artêş’ em hevkariyeke nêz dikin û pêvajoya entegrasyonê ji nêz ve dişopînin.
Eger hikumeta Sûriyê ji bo yekîtî û yekparebûnê biryarê bide ku bi înîsiyatîfê rabe, Tirkiye wê piştgiriya wê bike.”
/Jêder: Ronahi TV/









