Rifet Ebdulah, Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan(YNK) di salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, di peyamekê de ragihand ku,em ê Yobîla Zêrîn bikin xalek e dîrokî û derfetek ji bo bi nirxandina xwe daku YNKê pêşengê Kurdîtiyê û partiya gel be.
Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifat Ebdulah di peyamekê de ku di beşa (Bîr û Ra ) ya PUKMEDIA de hatiye weşandin got: Yobîla Zêrîn ya YNKê û pêncî saliya vê hêza mezin ya neteweyî ne tenê salroja partiyê ye ji bo YNKê û heval û endamên wê,di şûna wê de, divê em salvegera YNKê wekî hebûnek neteweyî, li derveyî çembera wê ya partiyê bibînin divê parastin û pêşxistina wê bibe erkek neteweyî, ji ber ku YNKê ji bo Kurd, welat û Kurdistanê ye.
Her weha aşkere kir ku, her çend dîrok tijî destkeftiyên mezin û serbilindiya dîrokî ye jî, lê em bawer dikin ku di pêşerojek e nêzîk û dûr de gelek destkeftî û erkên mezintir hene dê bi destê YNKê werin bidestxistin.
Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di peyama xwe de armancên dema borî û pêşeroja YNKê zelal kir û ragihand armanca rastîn ya YNKê ew e ku em naxwazin bibin beşek ji dîrokê, em dixwazin bibin beşek ji hêza afirandina dîrok, û serbilindî û destkeftiyên dema borî ya xwe, ew xezîneyek e ezmûnên dewlemend û sermayeyek e mezin û hêjayî ye ku me bi dilop bi dilop ya xwînê û têkoşînê me destkeftî bi dest xistine, û em li pêşerojê dinêrin û jiyana xwe ya partîyê ji nû ve sazûman bikin, daku destkeftiyên pêşerojê misoger bikin.
Rifet Ebdulah got:YNKê piştgirîya rêbaz û çanda Serok Mam Celal dike û bi pêşengiya Heval Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) dê bi nirxandin û şirovekirina rewşa heyî di vê qonaxa nû ya têkoşînê de bike û bersiva pirsa çima YNKê dide.
Di dawiyê de jî, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifat Ebdulah tekez kir ku em ê Yobîla Zêrîn bikin xala werçerxana dîrokî û derfetekê ji bo nirxandina xwe , daku YNKê pêşengê Kurdayetî û partiya gel be, em ê bi nêrînek e nû ji aliyê kalîte û hejmarê ve berbi pêşerojek ronîtir biçin.
/PUKMEDIA/









