Li Dêrazorê di navbera HSDê û çekdaran de şer derket

Kurdi

Li parêzgeha Dêrazorê şerekî dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hejmarek çekdaran de derket. 

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand, li navçeya Bisîre ya rojhilata parêzgeha Dêrazorê, şerekî dijwar ku çekên sivik û navîn hatin bikar anîn, di navbera hejmarek çekdaran û hêzên HSDê de derket, lê hîna zirarên şer nahtine zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê, li navçeya Sebhe ya rojhilata Dêrazorê jî, hejmarek çekderan ku qaşo girêdayî komên Îranê ne, êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên ewlehiya navxwe kirin, lê ti zirarên canî çênebûn.

/jêder: channel 8-kurmanci/

Van jî bibîne

 

Gotibû ‘Dê min bikujin’: Xebera mirina wî hat
Serokê YNKê ji medyaya YNKê re: Bi berpirsyarî peyaman ragihînin

Nûçeyên Sereke