Derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê lêpirsîn hat destpêkirin

Kurdi

 Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî nûçeya Pîrhayê, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” derbarê Hevserokê Dêrsimê Cevdet Konak yê DEM Partiyê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hatiye îdiakirin ku beriya Hilbijartinên 31ê Adarê Konak di çend daxuyaniyên xwe de “propagandeya rêxistina terorê” kiriye û ji ber vê yekê serdozgeriyê xwestiye Konak îfade bide.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak di çarçoveya lêpirsînê de dê îfade bide.

 

/rd/

Van jî bibîne

 

Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
Amedsporê kupaya xwe bilind kir

Nûçeyên Sereke