NÛPEL – Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku di rewşa nîşandana niyeta xerab, binpêkirina peymanê yan jî daxwazên zêde de, ew dê li hemberî “dijmin” bersiveke kujende û rûxîner bidin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, ku di mijarên danûstandinan de yek ji navên herî naskirî yê aliyê Îranê ye, vê sibehê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.
Qalîbaf destnîşan kir ku erkê wan şopandina bicihanîna merc û bendên peymanê ye û wiha got:
“Em di bin fermana we de ne (mebesta wî Mucteba Xamineyî ye). Erkê ku ji aliyê Rêberê Bilind ve ji bo me hatiye diyarkirin, şopandina bicihanîna merc û bendên peymanê ye. Di rewşa nîşandana niyeta xerab, binpêkirina peymanê û daxwazên zêde yên aliyê hember de, em ji bo dayîna bersiveke kujende û rûxîner a li dijî dijmin dudil nabin.”
Qalîbaf li ser Amerîkayê jî ev hişyarî da: “Carekê di dema şer de sîle li wan hatiye xistin. Eger dixwazin careke din li ser wê rêyê bimeşin, ew dê sîleyeke bihêztir û giran bixwin.”
Civînên li Swîsreyê hatin paşxistin
Hikûmeta Swîsreyê bi awayekî fermî ragihand ku danûstandinên ji bo bicihanîna peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatine paşxistin.
Ev biryar çend demjimêran piştî betalkirina serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ya Swîsreyê hat dayîn. Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ajansa AFPê ve hatiye belavkirin, diyar kir: “Ew danûstandinên plankirî yên ku biryar bû di navbera Amerîka, Îran, Qeter û Pakistanê de bi rê ve biçin, hatine paşxistin.”
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê dema nû ya destpêkirina gotûbêjan eşkere nekir, lê da zanîn ku Swîsre ji bo hêsankirina van danûstandinan her tim amade ye û amadehiyên li navçeya Burgenstockê didomin.
Koşka Spî: Vance îro naçe Swîsreyê
Koşka Spî da zanîn ku serdana şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, ji ber aloziyên di rêkarên lojîstîkî yên taybet bi pêvajoya gotûbêjan de, hatiye paşxistin. Şande dê ji bo destpêkirina danûstandinên teknîkî yên bi Îranê re biçûya Swîsreyê.
Çavkanî: Rûdaw









