NÛPEL – Li Şengalê, bi boneya roja Aşûrayê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Ev roj, ku ji bo misilmanên Şîe xwedî girîngiyek dîrokî û olî ya mezin e, di navbera pêkhateyên Şengalê de bûye derfetek ji bo xurtkirina ruhê biratiyê û pêkvejiyanê.
Roja Aşûrayê çi ye?
Roja Aşûrayê, roja 10’ê meha Muharremê ye. Ev roj di bîra bawermendan de wekî roja bîranîna qetilkirina Hz. Huseyn û malbata wî li ser axa Kerbelayê tê naskirin. Çalakiyên ji bo bîranînê ji roja yekem a meha Muharremê dest pê dikin û heta roja dehemîn, ku roja qetilkirina Hz. Huseyn e, berdewam dikin. Di nava van rojan de, bawermend bi awayekî zindî qonaxên dorpêçkirin û êşên malbata Hz. Huseyn bi çalakiyan tînin bîra xwe.
Li Şengalê, civaka Şîe salane ji bo vê bîranînê çalakiyan li dar dixe. Ew konên ku jê re dibêjin ‘Mewebe’, li seranserê Şengalê datînin. Di van konan de, rojane çalakiyên cuda tên lidarxistin, xêr li ser beşdaran tê belavkirin û xelk heta êvarê bi hev re dicivin. Di roja dehemîn a Muharremê de jî, gel bi meşekê ber bi ziyareta ‘Stî Zeyneb’ a li nav Şengalê ve diçe.
Têkildarî vê mijarê, Ebû Hur Al Erecî ku yek ji welatiyên Şengalê ye, ji ajansa me re axivî û got: “Em wek pêkhateyên Şengalê, çi Şîe û çi Êzidî, rêzeke mezin didin hevdû. Gelek kes û alî hene dixwazin fitneyê di nava me de derxin, lê me her dem ew hewla wan vala derxistiye û bi yekitiya xwe em bi hev re dijîn. Em bi hêvî ne ku ev ruhê pêkvejiyanê li Şengalê her berdewam bike.”
Di heman çarçoveyê de, welatiyê bi navê Sedem Ebdullah jî nêrîn û hestên xwe anîn ziman û wiha axivî: “Em bi vê pêkvejiyanê kêfxweş in. Gelek alî dixwazin Şengalê bi awayekî nerast nîşan bidin, lê ev ne rast e. Hemû pêkhate bi aramî dijîn. Di van rojan de, birayên me yên Êzidî serdana me dikin, beşdarî merasîman dibin û heta xêrê jî bi me re belav dikin. Ereb û Êzidî, em hemû bi hev re ne.”
Ev bîranînên li Şengalê careke din nîşan didin ku tevî hemû hewldanên ji bo têkdana aramiyê, pêkhateyên vê herêmê bi ruhê hevgirtin û pêkvejiyanê li dijî planên neyaran disekinin.
Çavkanî: Rojnews










