AMED (Nûpel) – Piştî gundên Kirxalî, Karayakûb û Esentepeyê, Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn vê carê li gundê Qatiyê hatin lidarxistin. Bernameya çaremîn a van hevdîtinan bi beşdariya gelek gerînendetiyên Şaredariya Peyasê pêk hat. Ev hevdîtin di çarçoveya 26 tax û gundên navçeya Peyasê de tên lidarxistin.
Di hevdîtina li gundê Qatiyê de, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên Meclisa Şaredariyê û alîkarên hevşaredaran jî amade bûn.
Di bernameyê de ji bo zarokan lîstik û çalakiyên cihêreng, ji bo jinan atolyeya boyaxkirina textikan, kontrolên giştî yên tenduristiyê û xizmeta lênihêrtina şexsî ji bo hemû welatiyan hatin pêşkêşkirin. Her wiha lîstika gelêrî ya kurdewarî ya bi navê “Devê Gur” jî hat lîstin û kêfxweşiyê xwe gihand hemû niştecîhên gundê Qatiyê.
Armanca Hevdîtinên Peyasê ya 1emîn ew e ku li her tax û gundan li daxwaz û pêşniyarên gel were guhdarîkirin, hestên parvekirin, hevhembêzkirin û hevgirtinê xurt bikin, jiyana hevpar pêş bixin û çanda çareseriyên hevbeş mezin bikin. Bi vî awayî xizmetên şaredariyê bigihêjin her derê.
Bername wê di demsala havînê de li tax û gundên din ên navçeya Peyasê bidome.











