🔴Di demên dawî de, mijara vegera koçberên Serê Kaniyê derketiye pêş. Nêzî 70 hezar kesên ji Serê Kaniyê li benda vegera li cih û warê xwe ne. Herî dawî, hat ragihandin ku ji bo vekirina rêya vegerê, komîteyeke pispor dest bi rakirina mayînan dike.
Bi armanca dabînkirina mercên guncaw bo vegera koçberan, tîmên pûçkirina mayînan li derdora bajarê Serêkaniyê û li ser rêyên wê, dest bi rakirina mayînan kir.
Endamê tîma serokatiyê Mustefa Ebdî ragihand, ji bo rakirina mayînan, komîteyeke pispor hatiye avakirin.
Ebdî diyar kir ku ev komîte ji hêzên ewlekariya hindirîn ên bajarê Serêkaniyê û firqeya 60`î ya artêşê pêk tê.
Tê payîn di encama pêvajoya rakirina mayînan de, rêya ewle li pêş vegera koçberan vebe.
Komîteya koçberan: Lîsteyên malbatan amade ne
Ji aliyê xwe ve Komîteya Koçberên Serêkaniyê tekez kir ku wan bi hemahengiya digel şandeya serokatiyê, lîsteyên malbatan ji bo vegerê amade kirine.
Komîteya Koçberan da xuyakirin ku veger bê garantî û mercên ewle ne pêkan e, nexasim digel wêraniya berfireh a li bajêr ji dema kontrolkirina wê ji aliyê artêşa Tirk û komên girêdayî wê ve.
Lewre piraniya malan rastî talanî û wêranbûnê hatin ku derî û pencere hatine dizîn û gelek mal jî hatine rûxandin û şewitandin.
Malên saxlem mane jî, kesin ji derveyî bajêr lê dimînin û jê dernakevin.
70 hezar kes li benda vegera li Serê Kaniyê ne
Piştî 7 salan ji koçberiyê, çavên xelkên Serêkaniyê li ser vegera li cih û warê xwe ne û ji nû ve bidestxistina malûmilkên xwe.
Roja 21`ê Nîsana borî, civînek li bajarê Hesekê pêk hat, tê de parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, Serkirdeyê di hêzên ewlekariya hindirîn de Siyamend Elî, nûnerên tîma serokatiyê û komîteya koçberên Serêkaniyê beşdar bûn.
Di vê civînê de mekanîzmayên vegera xelkên Serêkaniyê bo cih û warên xwe hatin nîqaşkirin.
Li gorî daneyan, jimara koçberên Serêkaniyê derdora 70 hezar kes e, ji wan nêzî 33 hezaran li kampan dimînin û rewşa wan pir xirab e.
/çawkani:nucetv.net/










