Kûpê Cîhanê: Gana di deqeya 90+5’an de bi ser ket, Kolombiya 3 golan 3 pûan girt

NûçeSpor

Gana di deqeya 90+5’an de Panama têk bir!

NÛPEL – Di çarçoveya hefteya yekem a Koma L ya Kûpê Cîhanê ya FIFA 2026’an de, Gana û Panama hatin hemberî hev. Gana bi gola ku di deqeya 90+5’an de dît, Panama bi encama 1-0 têk bir.

Pêşbirk li stadyuma BMO Field a Toronto ya Kanadayê hate lîstin. Gola serkeftinê ya Gana di deqeya 90+5’an de ji aliyê Caleb Yirenkyi ve hate tomarkirin. Bi vê encamê re Gana 3 pûan girt û dest bi tûrnûvayê kir, Panama bê pûan ma.

Di vê pêşbirkê de lîstikvanê Beşiktaşê Amir Murillo di pêkhateya sereke ya Panama de cih girt û 90 deqeyan li sehayê ma. Her wiha Jerome Opoku yê ku lîstikvanê RAMS Başakşehir e, di forma Gana de 90 deqeyan lîst.

Di hefteya duyem a Koma L de, Gana wê bi Îngilîstanê re û Panama jî bi Kroatyayê re rû bi rû bimînin.

Kolombiya di pêşbirka çar golan de Ozbekistan têk bir

Heyecana Kûpê Cîhanê ya 2026’an bi lez didome. Di pêşbirka Koma K de, Kolombiya li stadyuma navdar Azteca ya Meksîkayê, Ozbekistan bi encama 3-1 têk bir.

Di vê pêşbirkê de ji tîma Kolombiyayê Davinson Sanchez (Galatasaray) û ji tîma Ozbekistanê jî Eldor Shomurodov û Fayzullayev (Başakşehir) di pêkhateya sereke de cihê xwe girtin.

Nîveka pêşîn a maçê bi gola Munoz ya di deqeya 40’an de bi 1-0 bi serketina Kolombiyayê qediya. Di deqeya 60’an de Fayzullayev ji bo Ozbekistanê gol avêt û rewş anî 1-1, lê vê yekê demeke kurt dom kir. Di deqeya 65’an de Luis Diaz dîsa Kolombiya pêş xist û di dawiya maçê de Campaz encam tescîl kir: 3-1.

Ozbekistan wê di pêşbirka xwe ya duyem de di 23’ê Hezîranê de bi Portekîzê re, Kolombiya jî bi Komara Demokratîk a Kongoyê re bilîze.

Van jî bibîne

 

Diakurd: Ji bo ziman, nasname û çanda kurdî, pêwîst e bername û projeyên mayînde werin amade kirin
Qasim Erecî li Silêmaniyê ye: Dosyaya sînor û ewlekariyê di rojevê de ye

Nûçeyên Sereke