Trump û Pizîşkiyan Peyman îmze kirin

CîhanNûçe

Navenda Nûçeyan (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peymaneke demkî di navbera her du welatan de îmze kirin.

Peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ji 14 xalan pêk tê ku armanca wê rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê ye. Hat ragihandin ku serokên her du welatan peyman bi awayekî elektronîkî îmze kirine.

Malpera Axiosê ragihand ku serokan peymana navbera Amerîka û Îranê bi riya elektronîkî îmze kirine û niha peyman ketiye qonaxa bicihkirinê. Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema ku ji bo Lûtkeya G7an li Fransayê bû, kopiyek ji vê peymanê li Qesra Versayê, ligel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îmze kiriye. Koşka Spî jî ev zanyarî piştrast kir.

Îran: Peyman bi formata elektronîkî hat îmzekirin

Tehranê eşkere kir ku dê ji bo metna peymanê ti merasîmeke îmzekirinê li Swîsreyê neyê lidarxistin. Ji aliyê Îranê ve jî Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan peyman îmze kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn ku wan li ser wê yekê li hev kiriye ku peyman bi formata elektronîkî be û ji aliyê her du serokên dewletan ve were îmzekirin. Beqayî got: “Belgeya farisî mîna metna îngilîzî ye û bi awayekî fermî hatiye îmzekirin.”

Îsmaîl Beqayî diyar kir ku armanca civîna sibe ya li Swîsreyê ne îmzekirina peymanê ye û tekez kir: “Mûşekên me ne ji bo danûstandinan in, ji bo parastinê ne.” Herwiha destnîşan kir ku ew dê materyalên atomî neşînin derveyî Îranê.

Pakistan: Peymana Îslamabadê dê yekser bikeve meriyetê

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî eşkere kir ku Amerîka û Îranê “Peymana Îslamabadê” bi awayekî elektronîkî îmze kirine. Şehbaz Şerîf li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek da û hûrgiliyên peymanê parve kir:

“Peymana Îslamabadê bi awayekî elektronîkî ji aliyê serokên her du welatan ve hatiye îmzekirin. Îmzekirina vê peymanê di asta herî bilind a hikûmetan de nîşan dide ku her du alî jî pêbend in ku şer bi rêyên dîplomatîk çareser bikin. Peymana Îslamabadê dê yekser bikeve qonaxa bicihkirinê. Wekî gava ewil, dê Îran Tengava Hurmizê vebike û Amerîka jî dorpêça deryayî bi lez rake.”

Şerîf da zanîn ku ew dê bi piştgiriya Qeterê, ji bo destpêkirina hevdîtinên teknîkî di 19ê Hezîrana 2026an de li Swîsreyê merasîmeke fermî li dar bixin.

Serokwezîrê Pakistanê spasiya Serokê Amerîkayê kir û rêz û hezkirina xwe pêşkêşî Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî û Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan kir. Şerîf diyar kir ku ew qedr û qîmetê didin hewldanên tîma danûstandinê ya Îranê û got:

“Bi taybetî ez dixwazim spasî û qedrê xwe pêşkêşî serokên Qeterê bikim ku alîkar bûn da em bigihîjin vê astê. Herwiha spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî serokên Erebistana Siûdî, Tirkiye û Misirê dikim ku di vê mijarê de roleke girîng lîstin.”

Di nav tîma Îranê de Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî hebûn. Şerîf di dawiyê de ragihand ku ew hêvî dike ev peyman bibe “bingeheke mayînde ya têgihîştin, rêzgirtina dualî û bextewariya hevpar” ji bo hemû herêmê.

Van jî bibîne

 

Bavê Civan Boltan: “Berpirsê rewşa kurê min Konseya Ewropayê ye
Îngiltereyê bi encama 4-2 Hirvatistan têk bir

Nûçeyên Sereke