Talana li ser dîrokê: Mizgefta Mezin a Entaqê çima bêparastin hat hiştin?

LICÊ (Nûpel) – Li navçeya Licê ya Amedê, Mizgefta Mezin a Entaqê ku 500 salî ye û tevî karesatên xwezayî û pêvajoyên şer li ser piyan maye, tenê çar sal piştî temambûna restorasyona xwe, bi çarenûsa xwe re hate hiştin. Kuliya dîrokî ya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Weqfan ve bi budçeyeke bi milyonan lîreyî hate nûjenkirin, ji ber ku tedbîrên parastinê nehatin girtin, bû hedefa êrîşên kesên nasnameya wan ne diyar; şûşeyên wê hatin şikandin, alavên wê hatin talankirin û mahzenên dîrokî yên di qata jêrîn de bûne penageha kesên bi madeyên hişbir ketine û bûne wekî çopxaneyê.

Li navçeya Licê ya Amedê, Mizgefta Mezin a Entaqê ku beriya nêzî 5 sedsalan ji aliyê Hukumdarê Sancaqa Entaqê Ehmed Beg ve hatiye avakirin, rûbirûyê talanek giran a bi destê mirovan maye.

Ev kuliya dîrokî ya ku li herêmeke nêzî Çirê Şiro bi çavkaniyên avê û baxçeyên fêkiyan hatiye dorpêçkirin û di paşerojê de bi xan, hemam û aşan re yekîtiyeke giştî pêk dianî, wekî yek ji mîratên çandî û baweriyê yên herî girîng ên herêmê tê qebûlkirin.

Erdhej û bombeyan derbas kir, lê li ber bêberpirsyariyê têk çû

Mizgefta dîrokî, ji erdheja wêranker a 6’ê Îlona 1975’an a ku Licê rûxandibû û bûbû sedema mirina gelek kesan, bi ziyaneke kêm rizgar bûbû.

Lê belê, ev avahî di dema pêvajoyên şer ên nêz de derba xwe ya duyemîn a mezin xwar. Di navbera salên 1990-2000’an de, bi îdiaya ku mensûbên PKK’ê mahzenên di bin camiyê de û baxçeyên derdora wê ji bo çalakiyên li dijî navenda navçeyê bikar tînin, beşeke avahiyê di dema operasyonên leşkerî de bi bombeyan hate rûxandin.

Restorasyona bi milyonan di çar salan de çû

Ji bo ku şopên erdhej û şer bên paqijkirin û avahî bigihêje nifşên pêşerojê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan kete dewrê û di sala 2017’an de projeyeke restorasyonê ya berfireh da destpêkirin.

Di çarçoveya projeya ku di sala 2020’an de temam bû û bi milyonan lîre lê çû; pira dîrokî hat nûjenkirin, çemê ku di bin camiyê re derbas dibû hat sererastkirin, di hewşê de du mirîşok (gasilxane), 12 avrêj, îmaretxane û mahzenên di qata jêrîn de hatin paqijkirin û ji bo xizmeta ziyaretvanan hatin vekirin.

Lê belê piştî çar salan, bi temamî bêparastin hiştina vê avahiya dîrokî, herêm veguherand qadeke talanê. Digel ku şûşeyên camiyê ji aliyê kesên bêhesas ve hatine şikandin; avîze, mîmber, pirtûkxane, saetên ceyranê û kamerayên ewlekariyê yên ku diviyabû avahiyê biparêzin, hatine şikandin. Deriyên odeyên di qata erdê de hatine derxistin, ronahî û tesîsatên ceyranê bi temamî hatine hilweşandin.

Di mahzenên dîrokî de bermayiyên hişbirê

Odeyên di binê Mizgefta Mezin a Entaqê de – ku tenê dokûmenta dîrokî ya resen a Licê ye ku heta roja me maye – gihîştiye asteke xeternak. Ziyaretvanên ku mahzenan digerin, dibêjin ku hema hema hemû ode bi amûrên bikaranîna esrar û madeyên din ên hişbir, kûpên avê, kaxezên cixareyê û çopê tijî bûne.

Tevî ku camî ji ber bêxwedîtiyê veguheriye çopxaneyê, saziyên têkildar heta niha tu tedbîreke ewlekariya fizîkî negirtine û ji bo tespîtkirina kesên zerarê dane, tu lêpirsîneke îdarî an darazî nehatiye destpêkirin; ev yek bûye sedema berteka gelê herêmê.

Bangewaziya lezgîn a ji ziyaretvanan: Bi destê mirovan tê tinekirin

Turîstên xwemalî û biyanî yên ku ji bo dîtina kuliyê û derdora şelaleyê tên herêmê, daxwaz dikin ku avahiya dîrokî demildest bê parastin. Ziyaretvan dibêjin ku veberhênana giştî ya bi milyonan lîreyî li ber çavan diçe û dibêjin: “Em vê mîrata pênc sedsalî ku karesatên xwezayî nikaribûn tine bikin, di nava çend salan de bi destê xwe û bi bêberpirsyariya xwe tine dikin. Divê demildest nobedarek bê erkdarkirin û derî bên kilîtkirin.”

 

Çavkanî: Metin Bekiroglu

 

Van jî bibîne

 

Li CHP’ê krîzeke nû: Dadgeha Bilind endamtiya 9 parlamenteran jê bir
Dîroka veşartî ya Licê: Gorên zinarî yên Cinêzûrê li benda vekirina ji bo tûrîzmê ne

Nûçeyên Sereke