Navên Riwekan Di Çanda Kurdî De: Çîroka “Kindirok” û “Rezkê Rûvî”

NûçeXweza

AMED (Nûpel) – Dewlemendiya zimanê Kurdî û pêwendiya gel a bi xwezayê re, di navên riwekan de xwe bi rengekî hunerî dide der. Li herêma Licê ya Amedê û li parêzgeha Şirnexê, navên ku li riwekekê hatine kirin, bala lêkolînerên botanîk û çandê dikişînin.

Ji Werîs Ber Bi “Kindirokê” Ve

Li herêma Licê, gel ji vê riweka ku li derdora rez û çolistanan şîn dibe re dibêje “Kindirok”. Sedema vê binavkirinê rasterast bi şiklê riwekê ve girêdayî ye. Ev riwek xwedî tûreke lîpoker an jî hilperîner e ku dirêjahiya wê digihîje 2 heta 6 metreyan.

Ji ber ku şaxên wê mîna werîs an jî kendirekî stûr li dar û beran dipêşin, xelkê herêmê ji bo ku vê dişibînin “Kindir” (werîsê stûr), navê “Kindirok” lê kirine. Her wiha tê zanîn tûrên vê riwekê yên teze û nûhatî di biharê de tên berhevkirin û weke pincar pêşî di avê de tê kelandin û piştre tevî toraq an jî hêkê di nav rûn de tê sorkirin tê xwarin. Di nav xwarinên pincarên herêmê de yê herî tê tercîhkirin e.

Di Zaravayan De Navên Cuda

Lêkolîn nîşan didin ku ev riwek li herêmên Kurdistanê bi gelek navên cuda tê naskirin. Hinek ji wan navan ev in:

• Kindirok: Licê

• Rezkê Rûvî: Şirnex

• Fîsega Heşî: Pilemûriye

• Kundurê Bejî: Îdir

• Kerkerok: Şemzînan

• Tiriyê Mara: Xîzan

Wêne: Mordem Zel

 

Van jî bibîne

 

Parêzer Çîmen: Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de agahî nayên dayîn
Amedspor Ber bi Şampiyoniyê ve: 90 Deqîqeyên Dawî

Nûçeyên Sereke