🔴HEWLÊR (Nûpel) – Di encama êrişeke drona ku ji aliyê Îranê ve hatibû arastekirin de, li gundê Zergezewî yê ser bi nahiyeya Dareşekranê jin û mêrek di xewa xwe de jiyana xwe ji dest dan. Du zarokên wan ên biçûk bi tenê û sêwî man.
Di Xewa Şêrîn De Bûn Armanc
Bûyer şeva borî demjimêr 12:15an qewimî. Dronekê rasterast xaniyekî li gundê Zergezewiyê kir armanc. Di dema êrişê de, Mûsa Enwer (39) û hevjîna wî Mijde Esed (35) di xew de bûn û di cih de jiyana xwe jidest dan. Her du zarokên wan, Dilîna 5 salî û Melîna 3 salî, ji ber ku di jûreke din de bûn, ji mirinê rizgar bûn, lê bi awayekî bêkes û sêwî man.
“Zarok Bûne Wekî Dînan”
Pismamê malbatê Îmad Bedredîn, bi êşeke mezin rewşa zarokan anî ziman û got:
“Zarok bi silamet in, lê ji tirsan bûne wekî dînan. Her digirîn û daxwaza dayîk û bavê xwe dikin. Mal li wan wêran bû, her du zarokên piçûk bê kes man.”
Bavê Mijdeyê, Esedê ku bi nexweşiyeke giran dinaliya, niha bi êşa keça xwe ya şehîd ketiye şîneke kûr. Wî bi dilekî şewat got: “Ew şehîdên hemû Kurdistanê ne. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”
Ti Baregehên Leşkerî Li Gund Nînin
Gundê Zergezewiyê ku 45 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye, gundekî sivîlan e û zêdetirî 400 mal lê hene. Gundî bi ajeldarî û çandiniyê debara xwe dikin. Xizmên malbatê diyar dikin ku li gundê wan ti kesên biyanî yan baregehên leşkerî nînin û hemû niştecih welatiyên sivîl in. Hat ragihandin ku beriya niha birayekî Mûsa Enwer jî di şerê dijî DAIŞê de şehîd ketiye.
Dijîterora Kurdistanê: “Ev Tawana Şer e”
Saziya Dijîterora Kurdistanê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku dron ji aliyê Îranê ve hatiye şandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî ye û weke “tawana şer” hat pênasekirin.
/Çavkanî: Rûdaw/










