Bavê Civan Boltan: “Berpirsê rewşa kurê min Konseya Ewropayê ye

Nûçe

Bavê Boltanê ku “mafê hêviyê” jê re nayê sepandin: Ger tiştek bi serê wî were, berpirs Konseya Ewropayê ye

AMED (Nûpel) – Bavê girtiyê nexweşê giran Civan Boltan, Hakki Boltan, bal kişand ser berpirsyariya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ya ku li hemberî Tirkiyeya ku biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê pêk nayne, tu cure cezayekê nade û got: “Ger tiştek bi serê Civan were, berpirs ew bi xwe ne.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di Adara 2014’an de biryar dabû ku dayîna cezayê girtîgehê yê muebetê yê giran bêyî îhtimala berdana bi şert ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirina “mafê hêviyê” ye. Her çend DMME paşê ji bo Emin Gurban, Hayati Kaytan û Civan Boltan jî biryarên bi heman rengî da, lê Tirkiye heta niha tu sererastkirinek nekiriye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE), her çend car bi car hişyarî da Tirkiyeyê û dem da ku di vê mijarê de sererastkirinan bike, lê di 12 salên dawî de li hemberî gavneavêtina Tirkiyeyê tu cure cezayek nedaye. Komîteya Wezîran a KE’yê ku di civîna xwe ya Îlona 2025’an de “mafê hêviyê” xistibû rojeva xwe û heta Hezîrana 2026’an dem dabû Tirkiyeyê, di civîna xwe ya 9-11’ê Hezîranê de ne ku cezayek bide Tirkiyeyê, heta mijara “mafê hêviyê” nexiste rojeva xwe jî.

Dema tê zanîn ku li Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar girtiyên ku di çarçoveya “mafê hêviyê” de ne hene, rewşa girtiyên nexweş di vê mijarê de xwedî girîngiyek lezgîn e. Civan Boltan ê ku DMME’yê der barê wî de biryara binpêkirina “mafê hêviyê” dabû, di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Boltan ê ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ve raporek “nikare di girtîgehê de bimîne” jê re hatiye dayîn, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi tenê hewl dide jiyana xwe bidomîne. Bavê Boltan, Hakki Boltan, der barê rewşa tenduristiya kurê xwe û helwesta Komîteya Wezîran a KE’yê de nirxandin kirin.

‘WÊK CEZAKIRINÊ TÊ SEPANDIN’

Boltan diyar kir ku ji ber rewşa tenduristiya dayika wî 8 sal in, ji ber rewşa xwe jî 4-5 sal in wî Civan nedîtiye û got ku bi rêya name û telefonan ji rewşa hev agahdar in. Boltan anî ziman ku sedema nedîtina kurê wî tenê ne dûrbûna mesafeyê ye û got: “Ji bo vê gelek rê û rêbaz hene. Divê derfet bên afirandin, mafê dîtinê yê malbatan bê dabînkirin. Lê ev nayên pêkanîn. Ev rewş wekî cezakirinê tê sepandin. Bi zanebûn li bajarekî dûrî me tê girtin. Dixwazin moralê Civan û hevalên wî xera bikin. Ev li ser Civan û li ser me bi zanebûn tê sepandin. Lê Civan di vê mijarê de zana ye; haya wî ji her tiştê ku li hemberî wî tê kirin heye. Ew dizane çi ye, ji bo çi tê kirin. Lewma her tim xwe bi vî rengî motîve dike. Dema behsa xwe dike, tiştekî vedişêre. Tiştên ku jiyaye vedibêje û dibêje ‘Ev ne tenê li hemberî min, li hemberî fikra ku ez xwedî lê derdikevim û li hemberî hemû hevalan tê kirin’ û dixwaze ev tişt di raya giştî de bên parvekirin.”

‘DIVÊ BIRYARA DADGEHÊ BÊ BERÇAVGIRTIN’

Boltan bi bîr xist ku kurê wî destek û çavekî wî tune ye, perçeyekî şarapnelê di serê wî de heye û girtiyekî nexweşê giran e û wiha dewam kir: “Doktor dibêjin sedema mirinê ew perçeyê şarapnelê ye, lê nêzîkatiya girtîgehê ne bi vî rengî ye; îşkenceyê dikin, cezayê hucreyê didin. Nexweşxaneyê ji bo Civan raporek da ku ‘nikare bi tenê di girtîgehê de bimîne, nikare jiyana xwe bidomîne’. DMME jî lewma got ‘Ev kes divê bi tenê neyê hiştin, ev îşkence ye’. Li gorî yasaya DMME’yê ev tawanbariya li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî vê, Civan dixin odeya yekkesî, cezayê hucreyê didin. Ev ji aliyê DMME’yê ve hatiye mehkûmkirin, divê di hucreyê de neyê hiştin. Xwarin, vexwarin, ji cihekî çûna ciyê din bi tenê nikare bike. Ev qet nayên berçavgirtin. Heta ji bo ku ew bêtir qels bibe dixebitin. Pirtûkên ku em dişînin, nivîsên ku li wir dinivîse wekî ceza vedigerin ser wî.”

HELVESTA KOMÎTEYA WEZÎRAN A KONSEYA EWROPAYÊ

Boltan biryarên DMME’yê yên ku di serî de der barê Abdullah Ocalan de, li ser “mafê hêviyê” Tirkiye mehkûm kiribû bi bîr xist û bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê heta niha sererastkirinên ku DMME dixwaze nekiriye. Boltan bal kişand ser helwesta Komîteya Wezîran a KE’yê û got: “Dema dawî vê mehê qediya. Di vê demê de diviyabû zextê li Tirkiyeyê bikirana û hişyariya xwe bişopandina. Da ku Tirkiye li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya ku îmze kiriye, tevbigere. Konseyê diviyabû li gorî wê peymanê erkê xwe pêk bianiya û Tirkiye neçar bikira. Diviyabû li hemberî Tirkiyeya ku biryarê pêk nayne, ambargo deyne. Diviyabû Tirkiye di mijara guhertina yasayê de bêçare bihêla. Lê ji bo berjewendiyên xwe mafên mirovan paşguh dikin.”

‘GER TIŞTEK BI SERÊ CIVAN WERE, BERPIRS KOMÎTEYA WEZÎRAN A KE’YÊ YE’

Boltan di dawiyê de anî ziman ku Komîteya Wezîran a KE’yê ya ku li hemberî Tirkiyeyê ji bo neçûna sererastkirina “mafê hêviyê” ceza nade, berpirsê yekemîn e û got: “Çimkî ev yasa, yasaya wan e. Berpirsê hemû kesên wekî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hayati Kaytan, Emin Gurban û Civan, Komîteya Wezîran a KE’yê ye. Berpirsê nexweşiyên Civan û cezayên ku bi rêya Civan li me tên birîn, Komîteya Wezîran a KE’yê ye. Ger tiştek bi serê Civan were, berpirs ew in.” Boltan bi bîr xist ku girtiyên nexweş di pêvajoyê de mijara herî hestiyar e û got: “Em naxwazin ji bo zarokê xwe telefonê me bikin û bibêjin ‘Di girtîgehê de mir, werin cenazeyê xwe bistînin’. Ev cezayek e ku bi serê xwe nayê qebûlkirin. Ev li ser hemû malbatan dewam dike. Divê ev yek di demeke kurt de ji holê rabe.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Amadekariyên ji bo Festîvala Xweza û Çandê ya Depê dest pê kirin
Trump û Pizîşkiyan Peyman îmze kirin

Nûçeyên Sereke