AMED (Nûpel) – Kamerayên Nûpel TV vê carê berê xwe dan navçeya Sûrê ya dîrokî û deriyê Muzexaneya Ahmet Arif ji temaşevanên xwe re vekirin. Muzexaneya ku ji bo bîranîna helbestvanê kurd Ahmet Arif hatiye avakirin, yek ji rawestgehên herî girîng e ku her kesê serdana Amedê dike, bêyî dîtina wê ji bajêr dernakeve.
Ev muzexaneya ku hûn dikarin tevna dîrokî ya Amedê heta kûrahiya hestên xwe hîs bikin, qonaxeke 120 salî ye û ji kevirê bazalt hatîye çêkirin.
Zimanê wî Tirkî be jî Dilê wî bi Kurdî Lê Dida
Her çend helbestvanê mezin Ahmet Arif helbestên xwe bi zimanê tirkî nivîsandibin jî, di nav hezkiriyên edebiyata kurdî de xwedî cihekî taybet û rûmeteke mezin e. Di muzexaneyê de meriv dikare berhemên wî, wêneyên wî yên kêmpeyda, amûrên ku wî di jiyana xwe de bi kar anîne û gelek helbestên ku bi destnivîsa wî hatine nivîsandin bibîne.
Qonaxeke 120 Salî: Maleke ji bo Edebiyatê
Muzexaneya Edebiyatê ya Ahmet Arif, di sala 2001’an de di hundirê qonaxeke 120 salî ku xwediyê wê Hecî Xalid Kutlug bû de hatiye vekirin. Ev qonaxa ku bi mîmariya xwe ya xwerû ya Sûrê balê dikişîne, ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hatibû restorekirin û ji bo navê helbestvan hatibû veqetandin.
Muzexane ji şeş odeyan û hewşeke fireh pêk tê. Li gel eşyayên kesane yên Arif, li vir pirtûkxaneyeke dewlemend a ku bi hezaran pirtûkan dihewîne jî heye. Her wiha di odeyên muzexaneyê de wêneyên gelek şair û nivîskarên ku li herêmê mezin bûne tên nîşandan.
Li Dilê Sûrê Cîrantiya bi Cahit Sitki re
Ev navenda çandê ya ku bi mîmariya xwe ya bi heybet ziyaretvanan matmayî dihêle, li kêleka Muzexaneya Cahit Sıtkı Tarancı cih digire. Ji bo parastina çand û dîroka bajêr, Muzexaneya Ahmet Arif weke xezîneyeke edebî ya Amedê tê hesibandin.
Ahmet Arif di helbestekê xwe de wisa dibêje…
JI HESRETA TE MIN QEYD Û BENDAN KEVN KIRIN
Xwezî bikaribûma min behsa te bikira…
Ji zarokên qenc re, ji lehengan re.
Xwezî bikaribûma;
Ji bêûjdanan re, ji yên ku ji hal û hewal fêm nakin re,
Ji derewên bêbinî re.
Li pey hev çend zemherî,
Gur radiza, teyrik radiza, zindan radiza.
Li derve cîhanek ku bi gure-gur diherikiya…
Tenê ez raneketim,
Çendîn biharên xerîbî û dûrî,
Ji hesreta te min qeyd û bendan kevn kirin.
Ez kulîlkên sorgulî bi bisk û porê te bixim,
Geh li aliyekî,
Geh li aliyê din…
Xwezî min bikiriba ez te biqîriyam,
Ji bîrên bêbinî re,
Ji stêrka xuricî re,
Heta ji darikekê kirfîtê re,
Ji pêla okyanûsa herî bi tenê re,
Ku darikekê kirfîtê ketiyê.
Tilsima evînên pêşîn winda kiriye,
Ramûsan winda kirine,
Pariya wî tune, ji êvarên ku ji nişka ve dadikevin,
Qedehek, cixareyek, ji yê ku di xeyalan de winda dibe re,
Xwezî bikaribûma te şirove bikim…
Nebûna te, navê din ê dojehê ye.
Ez dicemidim, çavên xwe negire…











