NÛPEL – Dema ku hevalê Şirin ji Organîzasyona Sanatçayê telefonî min kir û diyar kir ku ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê hewcedarî bi pêşkêşvanekî heye, ez di nav rojeke gelekî sergêjî de bûm. Lê belê, gava mijar dibe ked û berpirsyariya civakî, dudilî di ferhenga min de namîne. Min pêşniyar bi dildarî qebûl kir. Hat ragihandin ku ez ê ligel hevaleke jin a ji qada kedê bernameyê bi hev re pêşkêş bikim.
Ji ber ku dem teng bû, min di cih de dest bi amadekirina kalibên pêşkêşvaniyê kir. Roja din min berê xwe da Sanatçayê da ku em sererastkirina dawî ya plansaziyê bikin. Dema ez gihîştim wir, heval di civînê de bûn. Ez û tenêtiya xwe, li ber bîhna cixareyekê bûn mêvanên hev. Piştî demekê hevalên me Şirin û Kibar hatin, me bi kurtî li ser çarçoveya bernameyê sohbet kir.
Hevdîtina bi Çaglayê re û Biranîna Çavên Licê
Zêde derbas nebû ku hevala me ya pêşkêşvan Çagla û hevalê me yê kordînasyonê Hebûn (ku min di hundurê xwe de digot ‘çavên wî mîna Licê dibiriqin’) hatin. Çagla dema di derî re ket hundir, hinekî dikuliya. Wê kêliyê dilê min hinekî êşiya, min nexwest ez wê xemgîniya xwe nîşan bidim, lê sîmaya wê ya germ û enerjiya wê ya pozîtîf wisa bû ku min hîs kir ez wê bi salan e nas dikim. Di nav tama sifreyekê ku ji çay, hêjîr, gûz û qeysî pêk dihat; me herikîna bernameyê mîna neqşekê li ser kaxezê rûniştand. Piştî civînê Hebûn çû ser karekî din, ez û Çagla bi hev re derketin. Wê ez heta taxa min birim û bi xwe jî berê xwe da ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku starta 1’ê Gulanê li wir dihat dayîn.
Tesadufa bi Mahsum re û Êvara li Fîskayayê
Dema ez nêzî malê bûm, birayê min ê ji çapemeniyê, hevalê hêja Mahsum telefon kir. Min di destpêkê de fêm nekir ka ew ji ku dizane ez di nav van amadekariyan de me; min guman kir ku ez li Sanatçayê dîtibû. Min nezanîbû ku Çagla û Mahsum hevalên hev in! Gava min ev hîn bû, kêfa min bû du qat. Mahsum berê hinekî qala hevala xwe kiribû, lê ez ê çi bizanibûma ku em ê di heman projeyê de bigihîjin hev.
Êvarê em bi hev re çûn Fîskayayê, ber bi wê dîmena ku ez jê re dibêjim ‘cihê herî bi heybet ê evîna min’. Li wir baraneke hûr hûr çîk avêt ser me. Wê kêliyê mîna ku hêsirên evînekê di dilê min de birîneke kûr vekin, min ew hênikahiya baranê hîs kir. Di nav sohbeteke têr û tije ya li ser çay û qehweyê de, me hewl da em kartên pêşkêşvaniyê çap bikin, lê ji ber derengiya saetê me kirtasiye nedîtin û ev kar ma ji sibê re.
Roja Mezin: Li Ber Platformê û Anonsên bi Kelecan
Serê sibê saet 09:00’an ez li ber qadê bûm. Polîsan ji bo kontrola bombeyê min hinekî li ber derî sekinandin. Piştî ku ez derbasî hundur bûm, ez çûm Baxçeyê Çayê yê Îstasyonê da ku kartên xwe amade bikim.
Dema ez gihîştim ber platformê, Çagla bi rûyekî bişirî ez pêşwazî kirim. Paşê hevalên mîna Gunay, Hebûn, Heval, Zozan, Behçet û Huseyin yek bi yek hatin. Ji ber nimêja înê, girse hinekî dereng hat qadê, lê piştî nimêjê lehiya mirovan herikî Qada Îstasyonê. Me bi Çagla re bi kelecaneke mezin hemû sazî û partî anons kirin û derbasî vekirina bernameyê bûn. Dema me ji bo cangoriyên 1’ê Gulanê rêzgirtin pêk anî, ji ber xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” hinek alozî di navbera ciwan û polîsan de derket, lê bi mudaxeleya berpirsyaran mijar nehat dirêjkirin.
Dengê Kedê û Peyamên ji Dil: Beşa Axaftinan
Piştî ku me qada Îstasyonê bi coşeke mezin silav kir, dor hat ser ruhê 1’ê Gulanê: ango gotin û peyamên kedkaran. Her hevalekî ku derdiket ser dikê, mîna ku barê giran ê kedê ji ser milê xwe dadianî ser mîkrofonê.
Hevala me Heval, beriya ku derkeve ser dikê, li pişt sehnê bi kelecan û dilsoziya xwe ya şoreşgerî bala min dikişand. Porê Hevalê weke çiyayekî bi heybet ku bi destpêka biharê re spî gewr bibe xuya dikir. Me bi hev re hinekî pratîk kir; min jê re digot, “Ew kekecana di dilê te de, dê bibe roniya gotinên te.” Û bi rastî jî wisa bû. Gava mîkrofon girt, ew hestên wê yên germ mîna lehiyekê herikîn qadê; her gotina wê ji aliyê girseyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. Bijî Heval!
Paşê, li ser navê kedkarên ku bi xwêdana eniya xwe jiyanê ava dikin, hevala Muzeyyen Sevim û li ser navê KESK’ê hevalê Erdal Karakuş axivîn. Gotinên wan ne tenê daxuyanî bûn, lê banga rawestan û têkoşîna li dijî neheqiyê bûn.
Lê dema min Hevseroka Giştî ya DBP’ê, hevala me ya têkoşer Çigdem Kiliçgun Uçar vexwend ser dikê, min zanîbû ku li vê axê dengê Zazakî (Kirmanckî) bêyî nabe. Min ew bi Zazakî anons kir. Wê kêliyê di çavên gel de ronahiyeke din şîn bû. Hevala Çigdem jî bi heman ruh û rengî, bi Zazakiyeke herikbar û zelal bersiv da gel. Wê kêliyê qada Îstasyonê mîna mozaîka zimanan bû; Kurmancî û Zazakî bûn yek deng û li asîmanê Amedê olan dan.
Kela Muzîkê û Govenda Yekîtiyê: Beşa Muzîkê
Dema beşa muzîkê dest pê kir, qada Îstasyonê êdî ne tenê qada mîtîngê, lê bû qada vejînê. Me kela muzîka Kurdî, koma ku bi salan e dengê çiyan û bajêr digihîne hev, Koma Çiya vexwend ser sehnê.
Dîtina wan ji bo min rêwîtiyek bû ber bi rabirdûyê ve. Herî dawî di sala 1996’an de, li Beykozê (Stenbol) em li ser heman sehnê bûn. Piştî 30 salan, careke din li dilê Kurdistanê, li Amedê bi wan re gihîştina hev, hesteke ku bi gotinan nayê ziman bû. Koma Çiya bi stranên xwe yên berxwedanê qad hejand. Me bi hevalan re li ser platformê destên hev girt û di nav coşa gel de govend gerand. Wê kêliyê em ne tenê pêşkêşvan bûn, em bûn parçeyek ji wê govenda mezin a azadiyê. Me di bin wê coşa germ de bîranînên wêne kêm nekirin; her wêneyek mîna mohra dîrokê bû.
Piştî Koma Çiya, şopdarê hunera Miradê Kinê, ribabvanê jêhatî Dilciwan derket ser dikê. Dengê ribaba wî mîna lîlandina kela Amedê bû; her tîna ribabê çîrokeke kevnar û daxwazeke nû ya jiyanê diçand dilê me. Bername bi wê demahengê gihîşt lûtkeyê.
Êvara Malavayiyê û Heyama Hevaltiyê: Beşa Dawî
Bername bi dawî bû, lê bandora wê li ser rûyê her kesî mîna ronahiyekê mabû. Piştî bernameyê, me bi Koma Çiya re wêneyekî kolektîf ê malavayiyê girt û me di nav xwe de civîneke kurt a nirxandinê kir. Me soz da hev ku em ê di rojeke din a bi şîraniyê de careke din werin cem hev.
Hevalê Behçet û Hevalê ez bi erebeyê birim ber deriyê malê. Di rê de em têgihîştin ku ez û heval Behçet ji gundên cîran in. Dema ez ji erebeyê peya bûm û min li pişt xwe nihêrî, min fêm kir ku ev roj di bîra min de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Govenda Hebûn a tijî enerjî, çavên wî yên ku mîna çiyayên Licê dibiriqîn, ruhê Çagla yê ku her kêliyê hêz dida me, kenê Hevalê yê ji dil, sekna Behçet a pozîtîf, durustî û sekna hevalê Huseyin û dilgermiya Zozanê… Her yek ji wan mîna parçeyekî mozaîka 1’ê Gulanê bûn.
Li Amedê rojek bi dawî bû, lê di dilê min de evîna herî mezin rêhevaltî careke din geş bû. Min di bin asîmanê Amedê de careke din hîs kir: “Rêhevaltî, evîna herî bi heybet û herî mezin e.” Ev roj, ne tenê pîrozbahiyek, lê mîna helbesteke ku bi keda hevalan hatibû hûnandin, di hafizeya min de cihê xwe girt.
Mordem Zel










