🔴NÛPEL -Min nivîsa Andre Damon a li ser Trump û Îranê, di çarçoveya tespîtên hatine kirin de, ji aliyê nîşandana ku her rewşeke nû xwedî raboriyekê ye û di demên cuda de bi rengekî dişibe hev dikare biqewime, pir balkêş dît. Ev tespît bi kurtasî wiha ne: Di dîroka Amerîkayê de tu serokî heta niha axaftineke wiha nekiriye. Rêveberiyên berê sûcên ku kiribûn her tim wekî “parastina demokrasiyê”, “mafê diyarkirina çarenûsa xwe” û “azadiyê” pêşkêş dikirin. Lê niha serokê Amerîkayê ji gelê welatekî tevahî re vê peyamê dide: “Ya hûn daxwazên min qebûl dikin, yan jî hûn ê bimrin.”
Ev îfade, bi wateya xwe ya tam, derbirîna niyeteke qirkirinê (soykırımcı) ye. Bombekirina welatekî û şandina wî ya ber bi “Serdema Kevirî” ve, tê wateya tunekirina şaristaniya wî welatî. Dema mijar Îran be, ev şaristanî heta bi hezaran salan diçe. Rêbaza vegerandina rejîma mela ber bi demokrasiyê ve, qet nabe bi bombekirinê. Heke bibe, ev yek tenê wê rejîmê hîn tundtir dike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di televîzyona neteweyî de niyeta xwe ya tunekirina tevahiya welêt —bajar, tora elektrîkê, çavkaniyên avê, nexweşxane û binesaziya pîşesaziyê, yanî her tiştê ku jiyana 90 mîlyon mirovî dabîn dike— bi eşkereyî radigihîne: “Şertên me qebûl bikin, nexweşî hûn ê bikevin heman aqûbeta kesên ku me berê kuştine.” Trump ji vê re dibêje “muzakere”. Ev, zimanê mafyayê ye ku ji Qesra Spî bilind dibe.
Di vê qonaxa ku cîhan gihîştiye de, êdî xuyaye ku di têkiliyên dewletan de prensîba demokrasiyê nemaye; tenê daxwaza rejîmên tund heye ku hêz û berjewendiyên xwe biparêzin. Ne Neteweyên Yekbûyî (NY), ne krîterên YE’yê, ne Mafên Mirovan û ne jî piçekî demokrasî hewce ye. Dewlet û desthilatdarî bi kîjan alî re konfora xwe bidomînin, bi wî re dibin yek. Yên ku di raboriyê de bi Şah re bûn, îro çima bi melayan re nebin? Yên ku duh li Sûriyeyê bi Kurdan re bûn, gelo îro bi Colanî (El-Şara) re nîn in? Gelo dema ji bo Kurdan statuyeke cidî hat xwestin, ne ew bûn ku derbasî aliyê dewletên heyî bûn? Gelo rejîma dîktatoriyên Kendavê ji mafên mirovan re rêzdar e? Mesela, rejîma Siûdî çiqas demokratîk e?
Îfadeya “bi bombekirinê vegerandina Serdema Kevirî”, bi generalê Hêzên Ezmanî yê rastgirê tund Curtis LeMay re hatiye naskirin. LeMay di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Tokyoyê bombekirina şewatê ya ku di şevekê de zêdetirî 100 hezar mirovî tê de hatibûn kuştin û di dema Şerê Koreyê de bombekirinên ku her bajarê welêt wêran kiribûn, bi rêve biribû. LeMay, di otobiyografiya xwe ya bi navê Mission with LeMay de ku sala 1965’an hatibû weşandin, bi eşkereyî diyar kiribû ku ew dixwaze çi bi Vîetnama Bakur bibe:
“Çareseriya min ji bo vê pirsgirêkê ev e: Em bi eşkereyî ji wan re dibêjin; ya hûn gava paş de bavêjin û dawî li êrîşkariya xwe bînin, yan jî em ê bi bombekirinê we vegerînin Serdema Kevirî.”
Di bin vê gefê de niyeta bikaranîna çekên nukleerî hebû; lê emperyalîzma Amerîkayê di wê demê de tercîh kiribû ku serî li vê vebijarkê nede.
Li DYA’yê, cîhana binerd a sûcdar li ser desthilatdariyê ye. Gefên Trump ên di asta qirkirinê de, ne daxuyaniyên kesekî tenê ne. Trump li ser navê olîgarşiya kapîtalîst diaxive; ew nûnertiya çîneke serwer dike ku êdî nikare berjewendiyên xwe bi rêyên demokratîk û hiqûqî biparêze. Ew bersiva krîza kûr a di siyaseta derve de bi tundiyê, di siyaseta navxweyî de jî bi dîktatoriyê dide. Modernîteya kapîtalîst ji hemû kedkar, xebatkar, xizan û gelên bindest ên cîhanê re tenê xizanî, êş, hêsir, xwîn û bi kurtasî “Serdema Kevirî” rewa dibîne.
/Bulent Tekin/










