Abdullah Ongullu Şêrwî: Zaroktiya Saf û Sonda Sîpan: Birayê Sadiq

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Wekî zarokekî nesekinî, bi gotina te “nehs” û bêrîkpurt (bêrîkqul), dîsa bê pere mabûm. Ji bo ku ez çend qurişan li ciyekî peyda bikim, planên di serê min de li hev diqelibîn. Bêguman armanca min ew bû ku xefkeyên ku te pere lê veşartine bibînim, an jî rêbazekê bibînim ku qufla sandoqa kevnar vekim.

Min ji birayê xwe Sîpan re got; ewê ku bi min re pir sadiq bû. Ciyê mifteya sandoqê dizaniya û bi kêfxweşî ji min re got. Ji ber ku ew biçûk bû te mifte jê venedişart, ne wisa dayê? Lê ez? Dema te mifte vedişart, herhal te li bin balgî (balif) jî dinêrî ka ez li wir im an na!

Min sandoq vekir; ne zêde, lê hinek pere jê derxistin û wê rojê min û çend hevalên xwe, me kêfa wan perayan derxist. Jixwe haya kesî pê tunebû. Baweriya min bi Sîpan bê nîqaş bû. Ji bo ku ji kesî re nebêje, xwest bi Quranê sond bixwe; min got: “Ne hewce ye, ez ji te bawer dikim ku tu yê ji kesî re nebêjî.” Birayê min Sîpan gelek saf, paqij û dirust bû. Lê piştî wê bûyerê min fam kir ku tenê safîtî, paqijî û dirustî têrê nake û carna dibe bela serê mirov jî…

Piştî xwarina êvarê, her yekî ji me xwe da aliyekî. Dinya tarî bûbû. Di Sîpan de xerîbiyeke berbiçav hebû; sor û mor dibû û di ciyê xwe de nedisekinî. Çawa ku dilê wî biqerqile (hêlan bide) lê nekaribe vereşe, wisa bû. Lê min sedema wê nedizanî. Ma min qet tiştê ku piştî çend deqeyan qewimî texmîn dikir?

Yekcaran rabû şipiya û çû cem wê Qurana li ser pencerê daliqandî. “Soza” ku dabû, ma nedibû ku bi cih neyne? Li wê derê dê sedeqeta xwe li hemberî birayê xwe nîşan bida û “qenciyeke” mezin lê bikira! Tu carî ji bîra min naçe, eynî weha got:

“Bi vê Quranê sond dixwim, ew perê di sandoqê de ne Şiyar dizî ne!” (Ma qet didize…?)

Jixwe heta wê demê xebera kesî ji diziya min a perayan tunebû. Ya Star! Dilê min ê biçûk hindik mabû bisekine wê kêliyê. Dayê, bîra te tê? Tu bezî, te derî girt ji bo ku ez nerevim. Tu nêzî Sîpan bûyî û te got: “Ka tişta te gotî dubare bike!” Wî, bi rastî jî wî birayê min ê sadiq, ji wê sondê pê ve tiştek negot; tevî ewqas lêdanê jî…

Di wê hengamê de min xwe ji pencerê avêt derve. Min di camê re li hundur dinêrî û bi nehsî (bi qerf) dikeniyam. Derve tarî bû, min newêrîbû ji pencerê dûr bikevim. Te dixwest ez werim hundur, te gelek zimanê şîrîn xebitand, lê te nekarî mar ji kuna wî derxî. Herî dawî te xwest min bi tehdîtan bînî rê, lê mixabin ew taktîka te jî bi ser neket…

Ez deh salî filan bûm wê demê, ne wisa dayê can? Dema bavo hat, em bi hev re ketin hundur û êdî tiştekî ku te bikariya bikira nemabû!

/Abdullah Ongullu Şêrwî/

 

 

 

Van jî bibîne

 

10 mercên Îranê yên ji bo agirbestê çi ne?
Îranê hîn agirbest neketî meriyetê binpê kir: Ber bi Îsraîlê ve fuzeyan barand

Nûçeyên Sereke