Aramê Elegezê: Hestiyê pişta Rojhilata Navîn

NîvîskarNûçe

Îbnî Haldûn dibêje: “Erdîngerî qedere.”
Hin civaknas jî dibêjin ku şert û mercên dîrokî çarenûsa gelan diyar dikin.

Herdu nêrîn jî, bi hevre, rewşa Kurdistanê û gelê Kurd bi tevahî pênase nakin, lê herdu jî rastiyên girîng diyar dikin.

Kurdistan wek werçerxana gerdûnê çar demsal di xwe de digire. Herwiha di nava rojekê de jî erdîngariya Kurdistanê çar demsal tê jiyîn.

Wek mînak, di çileya zivistanê de li seranserê deştan bihar û li çiyayên Kurdistanê hewaya ber-biharê hene. Berbi deştên Beroj, wek Nînova û Haran, bihar û çandinî digihîjin asta bilind.

Bi gotineke din, civak neçar nabe ku xela, seqam an jî hişksalî bibe. Li cîhekê hilberîn hebe, li cîhekî din jî avadanî pêk tê.

Taybetî di meha Adarê de, xweza wek ku nû zindî dibe. Ew qas çoş û reng dide gerdûnê ku her dol, newal, deşt û kanî vedijîn. Gul vedibin, ji axê hilm hildikişe, bi mîlyonan nebat û gîha şîn dibin. Bi taybet Gula Berfînê, her ku berf dihelê, wek ku mizgînîya nûjeniyê dide û dibêje: “Va ye, biharekî nû hat — ez dîsa li vir im.”

Çiyayên Zagrosê piranî dikevin mile Rojhilatê Kurdistanê. Xala wê ya herî Bakur dikeve Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji wir seranserî Başûrê Kurdistanê dadikeve xarê û di nav Rojhilatê Kurdistanê re dadikeve heta kendava Hurmuz.


Li jora wê çiyayê Agirî û li rojavaya wê jî silsileya çiyayên Toros ku ji Cûdî ber bi Dersîmê ve, ji wir jî heta Behra Spî didome.

Sê çemên mezin ên Kurdistanê hene: Firat, Dîcle, Ava Reş (Erez). Firat ji quntara çiyayên Agirî û Toros, Dîcle ji çiyayên Toros û Zagros, çemê Erez jî ji çiyayên Agirî û Kafkasya avên xwe hildigirin.

Çar şaxên mezin ên çemê Firat hene — Ava Reş (a Firat), Mûrad, Xabûr û Munzur— ku ji quntarên çiyayên Agirî û Toros derdikevin û di çemê Firat de dibin yek. 

Çemê Dîcle ji hêla sê avên mezin ve tê têrkirin — Zêya Mezin, Zêya Biçûk û Diyala — ew tev ji quntarên çiyayên Zagrosê dertên û di Dîcle de dibin yek. Firat û Dîcleyê ku ber bi başur ve diherikin li ber kendava Fars digihîjin hevdu û bi hev re dikevin kendavê.

Çemê Avareş (Erez) jî ji quntara çiyayên Toros ji Bakurê Kuridstanê ber bi Ermenistan, Îran û Azerbeycanê dikişe, li Azerbaycanê bi çemê Kura re dibe yek û dikeve Deryaya Xezarê.

Ev danasîn çima girîng e?

Ji ber ku dîroka mirovahiyê — avadanî, malavaniyê, çand, bawerî, ziman û raman — li vê axê pêşketiye. Herwiha pergala rêvebirinê, pev re jiyanê, sazûmankarî, desthilatî, tovê dewletê, artêş û amûrên şer li vir pêşketin.

Amûrên dîrokî nîşan didin ku avadanî bi deh hezar salan berê vedigere. Şikefta Şanîdar jî nîşan dide ku mirov 65 hezar sal berê li vir dijiyan.

Helenîzm bi qasî 2500 salan dîrok di destê xwe de girt, lê belê avahiyên Sumerî yên 5 hezar salî hebûn. Lê berî Sumeran jî nêzî 12 hezar sal pêşde Xirabreşk (Girê Mirazan) hebû.

Gelek nav lê hatin kirin, lê malavanî û afirandina civakê li Kurdistanê pêk hat.

Di dîrokê de navên kurdan bi vî rengî têne qeyd kirin:

Sumerî (B.Z. 2350) – Gutî / Kutî
Akkadî (B.Z. 2000) – Gutî, Kurtî, Kardu
Babîlî (B.Z. 2000–1500) – Kardoka, Kurtî
Asûrî (B.Z. 1200–612)  – Gardu, Kardu

Grek (B.Z. 1100–400)  – Gordueî, Karduxî

B.Z. 1595 de dema eşîra kurdan Kaşûyan (Kassîtan) Babîl girt, nave dewleta xwe kirin:
Dewleta Kardukî – Kardunîaş

Herodot (B.Z. 484) – Baltukî
Ksenofon (Anabasis, B.Z. 401) – Kardokîan
Iskenderê Mezin – Qosser

Sultan Sancar jî di sala 1073 de navê Kurdistan bikar anî.

Kurdistanê di dîrokê de avadanî, sazumankarî û sîstemên rêvebirinê yên girîng pêk anîn. Bêguman ev mijar pir fireh e û lêkolînên akademîk ji bo vê pêwîst dikin. Lê em dizanin ku dewlet, împaratoriyên cîhanî, artêş û amûrên şer, çandinî û amûrên çandiniyê, ol û baweriyên yekxwedayî jî li vê herêmê pêşketine.

Heta sedsalan jî Kurd û Kurdistan bi şêwazên cuda xwe bi xwe rêvebirin. Di sala 1639 de bi peymana navbera Osmaniyan û Sefewiyan Kurdistan bû du parçe. Parçeya rojhilat li dest Sefewiyan ma û parçeya din jî ku piştre bû sê parçe, ket destê Osmaniyan.

Li rex vê jî herdu parçeyên Kurdistanê bi mîrnişînên Kurd têne rêvebirin û xweseriyek heye. Ev rewş heta sedsala 18 berdewam dike.

Pêşketina modela netew-dewletê li Ewropayê, taybet li Fransa, bandor li ser Osmanî û Îranê kir. Ji ber vê yekê li ser mîrnişînên Kurd êriş û şerên dagirkerî dest pê kirin. 

Di sedsalên 18 û 19 de serhildanên mîrnişînên Kurdistanê dest pê kirin. Lê ne yekbûna mîran sedema şikestinê bû.

Di sedsala 19 û 20 de jî şêx, seyyid û partiyên nûjen serhildan û berxwedan berdewam kirin. Tekoşîna azadiya Kurd jî heta niha bi rêxistinên siyasî berdewam dike.

Tekoşîna azadiyê di 2025–2026 de gihîşt asta qederî û çarenûsî. Ev demek e ku dibe ku serkeftinek mezin an jî şikestinek giran pêk were. Ev ne tenê gotinek e; ev plan û armanca dijminên gelê Kurd e ku Kurd wek hebûn nemînin.

Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurd bê nasname û bê statûya siyasî bimînin.

Armanca faşîzma Ereban ew e ku Kurd hebin, lê bin kontrola wan de bimînin.

Stratejîya Îranê jî ew e ku Kurd wek herêmekî sînorî û her tim girêdayî bimînin.

Lê di sala 1991 de raperîna gelê Başûrê Kurdistanê pêk hat û di 2003 de bi hilweşîna rejîma Baas û darvekirina Saddam Huseyn encam bû. Kurd bi awayekî fermî federasyon di destûra Iraqê de misoger kirin. Her çend kêm û kurtî hene jî, ev sîstem heta niha berdewam dike.

Di Rojavayê Kurdistanê de jî di sala 2011 de serhildanên Sûrî dest pê kirin û di 2012 de Şoreşa Rojava pêk hat. Ev şoreş di qada cîhanî de dengdanên girîng çêkir. Saziyên perwerdehiyê, şaredariyê, aboriyê û akademiyan hatin damezrandin. Her weha saziyên ewlehiyê û dadperweriyê jî hatin avakirin. Bingeha vê şoreşê wekhevîya çand, ol û bawerî, pêkhevî jiyan û wekhevîya jin û mêr e.

Di destpêka sala 2026 de, bi planên navnetewî, hêzên faşîst û bermahiyên Baasiyan bi pêşengtiya hukûmeta demkî ya Sûrî êrişên li dijî Kurdan dest pê kirin. Armanca wan ew bû ku hebûna Kurdan bi jenosîdê bi dawî bikin. Lê berxwedana QSD û gelê Rojava wan planan têk bir.

Ev berxwedan di cîhanê de bû sedema şanazî û rumetê. Her weha peyamekî eşkere jî da hêzên siyasî yên Kurd ku yekîtî ava bikin.

Îro jî agirê şer di nav Îranê de tê belavbûn.

Îran di 28 Şubat 2026 de ket bin êrişên Emerîka û Îsraîlê. Balafirên şer bombe baranên bê navber dikin.

Di roja yekem de rêberên stratejîk, leşkerî û siyasî yên girîng hatin kuştin.

Îro navenda şer axa Kurdistanê ye. Balafir, muşek û roket li ser Kurdistanê derbas dibin.

Îran Rojhilatê Kurdistanê mîlîtarîze kiriye û ew herêm qada şer bûye.

Yanî di vî şerî de Kurdistan dibe gorapana şerê cîhanî, lê Kurd bîryarê vê şerî nînin.

Serokê Emerîkayê Donald Trump jî got: “Kurd wê li cem me bin an jî li cem Îranê.” Herwiha fermandarên Îranê jî Kurd tehdît kirin. Dewleta Tirk jî zimanekî tehdîtkar li ser Kurdan bikar anî. Ji ber vê yekê rojeva siyasî ya herêm û cîhanê vegeriya ser Kurdistanê.

Ev rastiyek e: Bê Kurdistan û gelê Kurd, kes nikare Rojhilata Navîn kontrol bike. Kurdistan hestiyê piştê yê Rojhilata Navîn e. Her livandin di vê herêmê de naçar e ku bi vê rastiya jeopolîtîk re hesab bike. Ev hêza bingehîn ya Kurdan e — û ev jî sedema serkeftinê ye.

Derencamê de, çendî zext û tahrîk hebin jî, hêzên Kurd neketin şerê li dijî Îranê. Ji ber ku ev plan bû ku Kurd bikevin şer û herêm bi tevahî wêran bibe. Lê Kurd bi aqil û stratejî helwest girtin.

Şehîd Simko Şikakî gotibû: “Ecem û Tirk wek pîşik û mişk dixwazin bi me bilîzin.” Lê îro Kurd şêrên welatê xwe ne. Gelê Kurd bi xwe wê li gorî berjewendiyên xwe bîryaran bigire.

 

Van jî bibîne

 

Mezlûm Ebdî: Salih Muslim Pêşengekî Mezin ê Têkoşîna Azadiyê bû
Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

Nûçeyên Sereke