🔴Di jiyanê de hinek pirs hene ku di nihêrîna pêşîn de hêsan xuya dikin, lê gava mirov hûr dibe, kûrahiya wan mirovî dixe nav gumanan. Ev pirs, ji wan pirsan in ku heta neyên pirsîn mirov bersiva wan dizane, lê gava tên pirsîn, peyv ji bo pênasekirina wan kêm dimînin. Yek ji van pirsên bingehîn û dijwar ev e: Rola civak û muzîkê li ser hev çi ye?
Dema em li dîroka mûzîkê ya li ser erdnîgariya cîhanê dinêrin, em dibînin ku mûzîk li her derê û di nav her civakê de heye. Muzîk, di hemû serdeman de pal daye newayan; lê belê afirandina mûzîkê û feraseta wê ne tenê diyardeyeke xwezayî, bêtir encama xebateke çandî ye.
Muzîk wekî Hilbijartineke Çandî
Têgihîştina dengên heyî û fêmkirina akûstîkê, pêvajoyeke çandî ye. Lêkolîn nîşan didin ku guhê mirov dikare xwe li gorî sîstemên cuda yên deng eyar bike û wan ji hev biqetîne. Antropologê navdar Claude Lévi-Strauss dibêje: “Taybetmendiyên mirovan dibin sedema jiyanên cuda.” Ev yek tê wê wateyê ku her çand û civak, dengan li gorî kodên xwe yên taybet şîrove dike û mûzîka xwe diafirîne. Civak, an jî mûzîkjenên ku nûnertiya civakê dikin, van kodan digihînin hev û nasnameya çandî ava dikin.
Etnomuzîkolog John Blacking di vê barê de destnîşan dike ku muzîk ne tenê bandora xwezayê ya li ser mirovan e, belkî hilbijartineke ji nav xwezayê ye. Li gorî Blacking (1995), mûzîk ne tiştekî jixweber e; ew tiştekî “çêkirî” ye. Aheng û lihevanîna mûzîkê, her çiqas bi rêgezên hebûnê re têkildar bin jî, di bingeh de bi biryarên mirovî şekil digirin.
Aheng, Ton û Feraseta Guhdarî
Lihevanîna dengan a li ser bingeha akort û rêzbûyînê, rasterast bi çandê ve girêdayî ye. Krumhansl (1990) li ser tonên lihevhatî û mûzîka polîfonîk (lihevhatî) agahiyên girîng dide û diyar dike ku her çend li ser pênaseya tonan lihevkirinek tam tune be jî, di navbera navberên (interval) dengan de yekitiyek heye. Muzîka lihevhatî, muzîkjenan ber bi van navberan ve dibe û şêwazekî taybet derdixe holê.
Lê belê, mirov nikare lihevhatina mûzîkê tenê bi rêgezên akûstîkî an fîzîkî rave bike. Meyer destnîşan dike ku rêzbûyîna dengan ne tenê bûyereke fîzîkî, lê belê diyardeyeke hişî ye. Deng, di çarçoveya feraseta guhdar de cih digire. Ev feraset bi tecrûbeyên salan û bi zagonên hişî yên civakê pêş dikeve. Ji ber vê yekê, têkiliya zanistên xwezayî bi muzîkê re hebe jî, bandora dîrok û zimanê muzîkê li ser vê ahengê diyarkertir e.
Guherîna Civakî û Veguherîna Hunerê
Dîroka muzîkê nîşan dide ku her rûdaneke civakî bandoreke rasterast li hunerê kiriye. Guherînên di warê aborî, fikarên civakî û dabeşkirina kar de, rê li ber serxwebûna hunerê vekiriye. Di serdemên kevnar de helbest, dans û mûzîk wekî yek parçe bûn; lê bi pêşveçûna ramanê re, ev huner ji hev qetiyan. Muzîkê hêdî hêdî xwe ji bin sîber û “konê” helbestê rizgar kir û veguherî hunereke serbixwe ya amûrî û gotinî.
Guherînên di mûzîkê de bêyî fêmkirina guherînên civakî nayên şîrovekirin. Muzîka her serdemekê, neynika jiyana wê serdemê ye. Em dikarin bi kurtî bibêjin ku: Ji mûzîkê zêdetir, tu amûr nikare îdeolojî, nirx û baweriyên civakê bi vî rengî zelal nîşan bide. Muzîk ne tenê deng e; ew dengê dîrok, çand û hebûna civakê ye. Ji ber wê sedemê ye ku Konfîçyûs dibêje:
“Ji min re muzîka xwe bêje, ez ê ji te re bêjim tu kî yî.”









