Hasbey Koksal: Sîwana Destnedayan û Rizîna Civakê

Nîvîskar

Ev bûyerên biêş û jandêr ne cara yekem in û mixabin di vê pergala heyî de ne ya dawî ne jî. Rojek berê li Siwêreka Rihayê, êrişkarekî 19 salî kete nav dibistanê û xwîna 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û xebatkarê kantînê rijand. Hîn birîna wan nû bû, agahiyeke din a giran ji Mereşê hat: Di 15ê Nîsana 2025an de, xwendekarekî 14 salî yê ku wekî “hişnexweş” tê pênasekirin, bi çar debancên bavê xwe, êrişî dibistana ku lê dixwend kir. Zarokên ku di bin parastin û berpirsiyariya dewletê de bûn, di nav polên xwe de bûn hedefa guleyan. Di encamê de 8 zarok û mamosteyekê jiyana xwe ji dest dan.

Lê pirsên sereke li vir dest pê dikin: Gelo ev tenê “hişnexweşiyek” e an encama “hişmendiyeke” organîze ye? Gava em li nasnameya kujer û li koka çekan dinêrin, em bi dîwarê dewletê re rû bi rû dimînin. Bavê kujer ne tenê kesekî asayî ye; ew bi erk û meqamê xwe, nûnerê wê hêzê ye ku çekan dide destê zarokên xwe. Ev çekên ku ji “stoka dewletê” derdikevin, ne ji bo ewlehiyê, lê ji bo reşandina mirinê li ser zarokên bêguneh tên bikaranîn. Li welatekî ku meqam û kincên fermî dibin mertalê sûcan, bêcezakirin dibe mîrateya ku ji bavan derbasî kuran dibe.

Ev hişmendî ne nû ye; ji avakirina Komarê bigire heta roja îro, birêvebirên dewletê ji ber tirsa daxwazên maf û hiqûqê yên Kurdan; demokrasî, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî her tim binpê kirin. Pêncî sal in li vê erdnigariyê zordestiyeke bêsînor tê meşandin û yên ku ev zulm kirin, her tim hatin rûmetdarkirin. Bi vî rengî, tebaqeyeke “destnedayan” a ku ji mêj ve hebû, di nava vê pergalê de reh avêt û li her derê belav bû.

Her bertek, her rêxistinbûn û her daxwaza civakê; bi endîşeya ku dibe deriyê demokrasiyê zor bike û di wî derî re “Kurd bi reng û mafên xwe” bikevin hundur, ji aliyê vê pergalê ve wekî metrsiyekê tê dîtin. Ev tebaqeya destnedayan ji bo ku sûcên wan ên berê dernekevin holê, hîn bêtir êrîşkar bûn. Bi wê bünyeya xwe ya jehrîbûyî, civakê jî jehrî kirin û ber bi rizînê ve birin. Bêperwatî û bêrûtî wekî libasekî normal li civatê kirin; êdî her rûreşî wekî tevgerekî asayî hate dîtin û di nava vî herriyê de “normalbûneke qirêj” ava kirin.

Ev tablo me dibe nava wê tarîtiya hezar bûyerên ku bi salan e nayên ronîkirin. Ji Ûgûr Kaymaz heta Ceylan Onkol, ji Nîhat Kazanhan heta Berkin Elvan, Enes Ata, Mazlûm Akay, Dogan Taybogan û zêdetirî 385 zarokên ku bûn qurbana vê sîstema tarî… Ev tarîtî ne tenê di korîdorên dewletê de, lê di her qada jiyanê de wekî reşreşokekê belav bûye.

Gava kujerên duh nehatin darizandin, îro “destnedanên nû” afirîn; loma windabûna Gulîstan Doku û guleyên li Mereşê, ji heman koka “bêcezakirinê” tên avdan. Sûcê Gulîstanê, di qeraxa ava wan “destnedayan” de şilkirina lingên xwe bû; ew bi ber bayê wan ê jehrî ket û vî berdêlî bi canê xwe da.

Heta ku edalet ji bin sîwana pileyên tarî derneyê û dibistan ji sîbera sar a çekan neyên rizgarkirin, ev bûyerên jandêr dê wekî birîneke herdemî di wijdanê me de bimînin. Lewra edaleta ku li ber meqam û pileyên li ser milan serî bitewîne nabe dermanê birînên me; berevajî, êşa me zêdetir dike.

 

Van jî bibîne

 

Nivîskaran Banga Seferberiya Zimanê Kurdî Kirin
Pêşketinên Di Hevdîtinan de û Biryara Trump

Nûçeyên Sereke