🔴Di salvegera Komkujiya Koçgiriyê de li Stenbolê bîranîn: Heta em dîrokê nezanin em nikarin îro fêm bikin
STENBOL (Nûpel) – Di çarçoveya çalakiyên bîranînê yên salvegera Komkujiya Koçgiriyê de, li Stenbolê panelek hat lidarxistin. Di panelê de parastina hafizeya dîrokî û banga rûbirûbûnê derketin pêş. Çalakî li Cemxaneya Gaziyê bi beşdariyeke berfireh birêve çû.
Bi helkefta salvegera Komkujiya Koçgiriyê, li Stenbolê panelek tê lidarxistin. Panela ku ji aliyê Şaxa Stenbolê ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ve li Cemxaneya Gaziyê hat organîzekirin, bi beşdariyeke mezin berdewam dike.
BI KLAM U STRANAN DEST PÊ KIR
Panel bi klam û stranên li ser Koçgiriyê dest pê kir. Berhemên ku ji aliyê hunermend Îlhan Rençber û Vedat Sarigol ve hatin pêşkêşkirin, di salonê de bûn sedema kêliyên bi hestiyar.
Piştî nîşandana belgefîlma “Koçgiri” ya Bînalî Saygili, strana ku ji aliyê Raîme Sever a di nav temaşevanan de bû hat gotin, bandorek mezin li beşdaran kir.
“HETA KOÇGIRÎ NEKEVE SER HIŞÊ ME, EM NIKARIN ÎRO FÊM BIKIN”
Mevhîbe Akdenîz a ku axaftina vekirinê kir, destnîşan kir ku divê Komkujiya Koçgiriyê ji aliyê dîrokî ve rast were fêmkirin û got: “Heta em qirkeriya Koçgiriyê nekin ser hişê xwe, em nikarin îroya Komarê fêm bikin.”
BEŞDARIYEKE BERFIREH HEBÛ
Hevşaredara berê ya Dêrsimê Nurhayat Altun, nûnerên Komeleya Dêrsimiyan a Aliyê Ewropayê, nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Partiya DEM’ê beşdarî panelê bûn.
JINÊN KOÇGIRIYÊ DI KESAYETIYA ZARÎFE XANIMÊ DE HATIN VEGOTIN
Rêvebera Şaxa Stenbolê ya DADê Şerefnaz Altinsoy, jinên Koçgiriyê di kesayetiya Zarîfe Xanimê de vegot û diyar kir ku şopên komkujiyê hîna di hafizeyan de zindî ne.
Altinsoy da zanîn ku jinên Koçgiriyê bi lixwekirina cilên reş komkujiyê bi bîr tînin û kevneşopiya şîn û lorandinê di nav nifşan de didomînin. Altinsoy anî ziman ku yek ji navên sembol ên van lorandinan Zarîfe Xanim e û bal kişand ku jinan di pêvajoya Koçgiriyê de hem hêza berxwedanê û hem jî ya piştgiriyê dane nîşandan.
“FERQA NAVBERA VEGOTINA RESMÎ Û DÎROKA DEVKΔ
Dîroknas û nivîskar Alîşan Akpinar ê di panelê de axivî, diyar kir ku di nivîsandina dîroka Koçgiriyê de demeke dirêj nivîskarên nêzî îdeolojiya fermî bi bandor bûne. Akpinar anî ziman ku vegotinên kesên mîna Bakî Oz pir caran bi dîroka devkî ya ku ji malbatan tê veguhastin re li hev nakin û destnîşan kir ku îro li ser Koçgiriyê xebatên akademîk û pirtûkên zêdetir tên weşandin.
Akpinar got: “Êdî em dikarin bi rêya belge û çavkaniyan bersiva gelek pirsên di serê xwe de bibînin. Gelê Koçgiriyê û Koçgirî bi xwe bi awayekî xurttir beşdarî pêvajoya nivîsandina dîroka xwe dibin.”
Akpinar diyar kir ku navê Koçgiriyê di arşîvên Osmanî de cara yekem di salên 1780î de derbas dibe û di pêvajoya dîrokî ya piştî wê de jî ev nav di qeydan de cih girtiye. Akpinar destnîşan kir ku ev dane kûrahiya dîrokî ya avahiya eşîrtiya Koçgiriyê derdixe holê.
Akpinar da zanîn ku eşîrên Koçgiriyê ji xeta Meletî, Xarpêt, Gêxî û Kemaxê hatine û diyar kir ku li herêmê civakên Kurdên Qizilbaş hene. Akpinar behsa du pêkhateyên sereke yên eşîran kir û got ku ev Dersîmî û Şêx Hesenî ne, û ev avahî ji aliyê dîrokî ve xwedî taybetmendiya konfederasyona eşîran e.
Akpinar anî ziman ku Koçgirî civakên Kurd-Qizilbaş in û ji aliyê dîrokî ve di nav avahiyên eşîran ên bi vê nasnameyê tên naskirin de tên nirxandin.
Akpinar got ku piştî Tanzîmatê bi polîtîkayên navendîbûnê yên Osmaniyan re bac, serjimêrî û pêvajoyên leşkergirtinê zêde bûne û ev yek bûye sedema alozî bi van civakan re. Akpinar diyar kir ku di navbera salên 1830-1856an de sê seferên mezin ên leşkerî li herêmê hatine kirin, sefera sala 1856an di belgeyên Osmanî de wekî “şer” derbas dibe û di qeydan de agahiyên li ser mirovên ku xwe spartine şikeftan û gelek windahiyên canî hene.
/Çavkanî: Pîrha/










