🔴Di demeke berê de, mirov ji bo debara malbata xwe derdiketin derveyî welat û dixebitîn. Carinan ev çûna wan hem dûr û hem jî dirêj bû; gelek caran bi salan didomiya. Hinek ji wan dimirin û nedihatin malên xwe, hinek jî li cihê ku diçûnê êdî jiyana xwe li wir didomandin.
Li welatekî, xortekî evîndar hebû ku navê wî Peyman bû. Dilê wî bi giranî ketibû keça cîranê wan a bi navê Zozan. Peyman û Zozanê pir ji hev hez dikirin, lê belê malbata Peyman pir xizan bû. Tevî hemû zehmetî û xizaniyê, Peyman û Zozan zewicîn. Li gundê wan kar û xebat tune bû; gund di nav çiyayên bilind de bû û gundiyan tenê ajal xwedî dikirin. Dema Peyman zewicî, malbata wî çend pez û çêlekek danê û ew ji malê cuda kirin.
Roj li pey rojan û meh li pey mehan derbas bûn. Zozanê lawekî pir şêrîn xelatî Peyman kir; navê wî kirin Hêja. Hezkirina Peyman û Zozanê qet kêm nedibû, berovajî her ku diçû evîna wan zêdetir dibû. Êdî Hêja gihîştibû şeş saliya xwe, lê mixabin gav bi gav barê jiyanê giran dibû. Zozanê ji ber xizaniyê tu carî gazin nedikirin, lê Peyman dixwest ku Zozan û Hêja di nav jiyaneke xweş û dewlemend de bijîn. Mala xizaniyê bişewite, tu çareya wî tune bû.
Welhasil, Peyman biryarê dide û dibêje: “Ez ê çend salan herim xeribiyê bixebitim da ku aboriya malbata xwe baştir bikim.” Peyman amadekariyên xwe diqedîne, xatir ji Zozan û Hêja dixwaze û dikeve rê. Wê demê wesayîtên xizanan yan ker bûn yan jî peyatî bû; tenê dewlemendan bi hespan rêwîtî dikirin. Peyman ji ber xizaniyê çend alavên xwe û xwarina xwe dixe tûrekî, diavêje milê xwe û berê xwe dide rêyên dûr. Gelek roj û hefte derbas dibin, qonax bi qonax digere, lê li deverên nêzîk karekî li gorî xwe nabe. Êdî Peyman berê xwe dide welatên dûrtir. Pir diçe, hindik diçe, digihîje welatekî dewlemend û li wir karekî dibîne. Kardestê (patronê) wî mirovekî pir baqil û camêr e.
Peyman karê xwe bi dil û can dike; bi rastî û bi durustî dixebite. Tu kêmasiyan nake û her kes jê razî dibe. Ji ber vê tevgera wî, hemû derdor û bi taybetî patronê wî pir jê hez dikin. Bi vî awayî gelek demsal û sal derbas dibin. Êdî Peyman pir bêriya axa welat û malbata xwe dike. Jixwe gelek pere jî qezenc kiriye. Rojekê diçe ba patronê xwe û dibêje:
— Rêzdar patron, dema rêwîtiya min hatiye. Ji bo her tiştê te ji bo min kiriye, ez bi dil û can spasdarê te me. Mala te ava be, ez ji te razî me, Yezdanê dilovan jî ji te razî be. Heke tu destûrê bidî, ez ê vegerim welatê xwe, warê bav û kalên xwe.
Patron xemgîn dibe. Peyman êdî ji bo wî ne tenê karkerek e, wekî birayekî ye. Lê zane ku Peyman xwedî mal û zarok e, lewma dibêje:
— Me pir ji te hez kir, em jî ji te razî ne. Çûna te heq e. Heqê me li te helal be, hêvîdar im tu jî heqê xwe li me helal bikî. Ez ê tiştekî balkêş ji te re bibêjim: Berî ku tu herî, li bajarê me pisporekî hiş û feylesofek heye. Her kes ji bo şîretan diçe ba wî. Mixabin şîretên wî bi pere ne, lê bawer dikim ku dê feydeya wan ji te re hebe.
Peyman qebûl dike. Serê sibê zû, pere û zêrên xwe dixe tûrikekî taybet, xatir ji malbata patron dixwaze û diçe ba feylesof. Li ber derî qelebalixeke mezin dibîne. Dikeve rêzê û piştî çend saetan dor tê wî. Feylesof, mirovekî rîsipî û rûşêrîn e. Jê dipirse:
— Mêvano tu bi xêr hatî, derdê te çi ye?
Peyman dibêje:
— Ez dixwazim tu hinek şîretan li min bikî. Ez ê îro vegerim welatê xwe û dixwazim bi şîretên te yên hêja herim.
Peyman pereyan dide feylesof. Feylesof pereyan digire û dibêje:
Mirovê ku tu baş nas nekî, pê re hevaltî neke; heke te kir jî, zêde baweriyê pê neyne.
Peyman di hundirê xwe de dibêje: “Gelo tenê ev bû?” û şîreta duyem dixwaze. Dîsa pereyan dide. Feylesof dibêje:
Qet li cihên bilind û bi taybetî li kêleka çeman raneve.
Peyman dîsa şaş dimîne, lê ji bo şîreta sêyem jî pereyan dide. Feylesof bi dengekî bawer dibêje:
Tiştê ku te bi çav nedîtî jê bawer neke; heke te bi çav dît jî nîvçe bawer bike, sebir bike û paşê biryarê bide.
Feylesof lê zêde dike: “Rêwîyo, tiştekî bêpere tune ye. Heke ez bi pere nefiroşim, kes guh nade min. Bila ev şîret di guhê te de bibin guhar. Oxira te ya xêrê be.”
Peyman bi du-diliyekê ji wir derdikeve û bi xwe re dibêje: “Ma şîret çawa tên firotin? Min çima pereyên xwe dan van gotinên vala?” Lê dîsa jî dikeve rê.
Rojekê mirovek tê ba wî û dibêje: “Ez tenê me, em bi hev re herin, ev der ne ewle ne.” Peyman şîreta yekem tîne bîra xwe û bi guman lê dinêre. Şev dibe, xwarinê dixwin. Peyman nabîne ku tiştekî wî mirovî hebe, tenê xencerek pê re ye. Peyman xwe nade xewê. Nîvê şevê xwe vedişêre û dibîne ku ew mirov radibe, xencera xwe dikşîne lê kesî nabîne. Ew mirov bi hêrs dibêje: “Kero, min gelek kesên wek te kuştin û malê wan bir, lê tu revîyî!” Peyman li wir fêm dike ku şîreta feylesof jiyana wî rizgar kiriye.
Rojeke din, Peyman li kêleka çemekî ziwa dixwaze rakeve. Dîsa şîreta duyem tîne bîra xwe: “Li kêleka çeman raneve.” Hema zû radibe û diçe serê girekî bilind. Di berbanga sibê de bi dengekî guregur şiyar dibe. Çi bibîne? Çem rabûye û her tiştê li ber xwe daye û biriye. Heke li wir bama, êdî nemabû.
Di dawiyê de digihîje gundê xwe. Bi kelecanek mezin nîvê şevê dikeve hundirê mala xwe. Di tarîtiyê de dibîne ku yek li kêleka Zozanê razaye. Peyman dilerize, hêrs dibe û dibêje: “Ez ji bo wan salan xebitîm, ew çawa îxanetê li min dike!” Xencera xwe dikşîne ku herdûyan jî bikuje. Di wê kêliyê de şîreta sêyem tê bîra wî: “Tiştê te bi çav dît jî, nîvçe bawer bike û sebir bike.”
Peyman xencera xwe datîne, pişta xwe dide dîwar û heta sibê li bendê dimîne. Bi dengê Zozanê şiyar dibe ku dibêje: “Hêja, rabe bavê te hatiye!” Peyman dinêre ku ew xortê li kêleka wê, kurê wî Hêja ye ku êdî mezin bûye.
Peyman ji tirs û kêfê dilerize. Heke wî sebir nekira, dê bibûya qesasê kur û jina xwe. Bi xêra şîretên feylesof, malbata wî û jiyana wî parastî man.
/Ekrem Erol/










