🔴Di baweriya Rêya Heq (Elewîtî) de, Newroz ne tenê cejnek an jî guherîna salnameyê ye; ew sembola ji nû ve şînbûn, civakîbûn û zayîna pîroz a xwezayê ye. Newroz di vê felsefeyê de xwedî wateyeke kûr û rîtuelên dewlemend e ku têkiliya mirov, xweza û gerdûnê bi hevgirtineke mîstîk tîne ziman.
Zincîreke Pîroz: Ji Gaxanê Ber bi Newrozê ve
Taybetmendiya herî girîng a Newrozê di çanda Elewîtiyê de ew e ku ev pêvajo ji Gaxanê dest pê dike û bi Newrozê digihîje lûtkeyê. Cejnên wekî Gaxan, Xizir û Heftemal ji hev qut nîn in; ew wekî xelekên zincîreka pîroz in ku giyana mirov amadeyî “Roja Nû” dikin:
• Gaxan: Destpêka zivistanê û dema şînê ye; amadekariya ji bo rûbirûbûna sermayê ye.
• Xizir: Hewldan û baweriya ji bo derbasbûna rojên dijwar ên zivistanê ye.
• Newroz: Şahlan û ji nû ve hebûn e. Bi ketina cemreyan (hewa, av û ax) re, xweza mizgîniya jiyana nû dide. Wekî ku tê gotin: “Gava cemre dikeve axê, kulîlkên mîna pîvokan ji binê berfê serî hildidin.” Ev serhildana kulîlkan, serkeftina jiyanê ya li dijî mirinê ye.
Rîtuelên Çira û Dua: Ronahiya li Ziyaretan
Di dema berê de, pîrozbahiyên Newrozê bi rîtuelên kûr ên mîstîk dihatin pêkanîn. Amûrên sereke yên vê pîroziyê çira û dua bûn. Êvara Newrozê, li malan û li cihên pîroz çira dihatin vêxistin. Mirov diçûn ser “ziyaretan”, li wir mûmên ji rûnê xwezayî dihatin pêxistin û ji bo aramiyê dia dihatin kirin.
Roja din, bi derketina rojê re, her tişt ber bi keskahiya “Çar Anasir” (çar hêmanên bingehîn: ax, av, ba û agir) ve diçû. Mirovan berê xwe didan rojê an jî hîvê û ji bo tenduristî, biratî û rîziqekî pak daxwazên xwe pêşkêşî Xaliqê gerdûnê dikirin.
Agirê Heqîqetê: Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem
Di referansên dîrokî û bawerî de, agir ne tenê germahî ye; sembola hişyarbûna ji xewa li hemberî zilmê ye. Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqan meşaleyek pêxist. Ev “delîl” (çira) ji aliyê Hallacê Mansûr, Ana Sekîne, Ana Zarîfe û Ana Fatma ve hat hişyarkirin. Hem jin hem jî mêrên ku têkoşîna heqîqetê dane, bi agir re hatine girêdan.
Ev kevneşopî heta îro dewam dike:
Li zindana Amedê, Mazlum bi darikên kirfîtê “sê çira” hişyar kir. Ev çireya ku Kawayê Hemdem hişyar kiriye, di erkên Cemê de tu carî venamire. Hişyarkirina agir, li dijî hişmendiya yekperest û mêtinger, vejîna nasnameyê ye.
Ekolojî û Mirovatî: “Kabeya min Hemû Alem e”
Felsefeya Elewîtiyê ya derbarê Newrozê de nêrîneke ekolojik a berfireh dihewîne. Her çiqas tê gotin “Kabeya min mirov e”, lê di cewherê Newrozê de ev nêrîn hîn firehtir dibe: Kabeya mirov hemû alem e.
“Heger gur, çivîk, kûvî û masî nebin, ez ê bi tena serê xwe çi bikim?”
Ev gotin nîşan dide ku mirov tenê gava bi nirxên ekolojîk û civakî re dibe yek, dikare rastiya jiyanê fêm bike. Newroz, bîranîna vê yekbûnê ye.
Newroz Tenê ne Agir e: Diyalektîka Xweza û Mirov e
Her çiqas îro Newroz ji “bazdana ser êgir” an jî “kutana hesin” (mîna Kawayê hesinkar) derbasî qonaxa şahiyên qarnavalî bibin jî, di baweriya Rêya Heq de Newroz ji van sînoran firehtir e. Newroz, ew diyalektîka kûr a di navbera xweza û mirov de ye. Ew enerjî û hêza ku me ji nû ve dike “civak” û me vedigêre ser cewherê me yê pak e.
Newroz; nasnameya axê, bîra avê û ronahiya agir e ku di canê mirov de dibe yek.
Newroz Pîroz Be!
/Mordem Zel/









