Baroya Dersîmê li dijî madenkariya kromê ya li Çiyayê Helê doz vekir

NûçeXweza

🔴DERSÎM (Nûpel) – Baroya Dersîmê li dijî xebatên madenkariya kromê yên ku li herêma Çiyayê Helê ya navçeya Pilemûriya Dersîmê tên meşandin, pêvajoyeke hiqûqî da destpêkirin. Baroyê, piştî ku daxwaza rawestandina projeyê hat redkirin, serî li darazê da û doza betalkirinê vekir.

Li gorî daxuyaniya Baroya Dersîmê, ji bo rawestandina xebatên madenkarîya kromê yên li herêma Çiyayê Helê ku dikeve sînorên gundên Pancîras û Thanjige/Danzek yên Pilemûriyê, pêşî serî li îdareya peywendîdar hatibû dan. Lê belê, ev daxwaz bi biryara Midûriyeta Bajarvaniyê û Guherîna Avhewayê ya Walîtiya Tunceliyê ya di 15ê Rêbendana 2026an de hat redkirin.

Li ser vê yekê, baroyê bi daxwaza betalkirina vê biryarê û sekinandina birêvebirinê, li Dadgeha Îdarî ya Erzînganê doz vekir.

Îdîaya “Bêyî pêvajoya ÇEDê dest bi xebatê kirine”

Di doza hatî vekirin de hat diyarkirin ku tevî divê xebatên madenê di bin pêvajoya Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) de bin, lê bêyî raporên pêwîst û biryara “ÇED Erênî” dest bi xebatan hatiye kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ew der herêmeke xwezayî ya parastî ye û malovaniya cureyên zindî yên di bin parastinê de ne dike.

Di daxuyaniya baroyê de hat parastin ku tevî van hemû taybetmendiyan, neastengkirina xebatan ji aliyê îdareyê ve li dijî hiqûqê ye.

“Ji aliyê baweriyê ve jî herêmeke pîroz e”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên li Çiyayê Helê ne tenê aliyê jîngehparêzî, di heman demê de aliyekî wê yê baweriyê jî heye. Hat destnîşankirin ku qada projeyê, Ziyaretha Çiyayê Helê ku ji aliyê xelkê herêmê ve pîroz tê qebûlkirin jî di nav de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Çiyayê Helê û derdora wê, ji bo baweriya Elewîtiyê parçeyek ji girêdana pîroz a di navbera xweza û baweriyê de ye. Hat destnîşankirin ku xweza di Elewîtiyê de ne tenê hêmaneke ku divê bê parastin e, lê wekî rûyê pîroziyê (xwedayî) tê dîtin.

Cext li ser “Mudaxeleya li ser azadiya baweriyê” hate kirin

Baroyê parast ku xebatên madenê yên li devera ziyarethê, dibe ku bibe sedema van encaman:

Mudaxeleya li ser azadiya baweriyê,

Tuna kirina mîrateya çandî û baweriyê,

Zirardîtina bîra civakî.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser xala 56an a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê û hat bibîrxistin ku mafê her kesî heye ku di jîngeheke saxlem û hevseng de bijî; her wiha erkê dewletê ye ku ligel jîngehê, mîrateya çandî û baweriyê jî biparêze.

“Em ê şopdarê pêvajoyê bin”

Baroya Dersîmê da zanîn ku ew ê heta dawiyê şopdarê dozê bin. Baroyê daxuyand ku ji bo parastina Ziyaretha Çiyayê Helê ew ê hemû rêyên hiqûqî bi kar bînin û ji bo parastina herêmê dê dest bi hewildanan bikin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Her cûre mudaxeleya li dijî cihên baweriyê, ne tenê wêrankirina qadekê ye, di heman demê de wêrankirina nasname û bîra gelekî ye.”

/Çavkanî: Dersîm Gazete/

Van jî bibîne

 

Îsraîl: “Me Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt”
Komîteya Newrozê ya Amedê Bang Li Mîlyonan Kir: ‘Em li Amedê Agirê Azadiyê Geş Bikin’

Nûçeyên Sereke