Pêşiyên civata rojhilatê, ‘’Piştî mirina insanekî gewre li esmên stêrkek ditemire’’ dibêjin.
Îro ev gotin maneya xwe dibîne.
Sal du hezar û bist û şeş, dehê adarê, seat dudoyê piştî nîvro dibuhure deh deqe. li ser malpereka nûçeyan, di nav manşetên hejmara mirin û mayînên şerê ku di gundemê de guncaw e, di nav wêneyan de siluetek li ber çavê min dikeve. bîst deqe berê hatiye parvekirin. di ber lêvên ku gişş simêlên westeka salane xwe nîşan dide. Li jora wêne, bi puntoyên mezin:
‘’HELBESTVAN EHMED HUSEYNÎ ÇÛ SER DİLOVANİYA XWE’’ dinivîse.
Risteye ku wî ji Şêxê xwe Maşûq re nivîsî bu niha li ser zimanê min ji bo wî lê dide:
‘’min nizanîbû ku mirin ew qas hêsane Şêxê mino!’’
Ewil imajên ku di derheqê wî de di hişê min de bûn bi tevahî derbarê bajarokên esîrgirtî yên bi tewangên mê (Qamişloka Xwînê), zarokên qetilkirî û sivik kirina êşê bi mecaza nêrgizên ‘’şaneşînên şevê’’ re tekildar bûn.
Pê re her tim rewşa xewake çav vekirî hebû.
Weke ku ramangirên Stoayî jî dibêjin: mirin tenê dikare yên ku bûye biqedîne, lê ne yê ku hîn nebûye …
piştî ku xebera mirina wî li ser malpera nuçeyê ya instagramê dibînim, çawa ku bixwazim xwe bi vê xeberê qaneh bikim, heman postê ji hevalê xwe Yasîr re dişînim. Piştî çar deqeyan bi risteyeke ji helbestpirtuka wî ya bi navê xwe, ‘’navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm’’ ku ew çend sal berê ji hezkiriya xwe Hêlînê ve diyarî girtibû, li min vedigerîne Yasîr, bi dengekî weke piştî têkçuyinekê:
‘’tu li şaneyên avê perî û firrîşteyan
Li şevistan û şaneşînên min bigere şêxê mino
…
Tu şêxê min û şêxê nergizan î şêxê mino’’
Nîviskar: Abdulvahap Basmacı










