🔴STENBOL (Nûpel) – Malbat û parêzerên Dilan Karaman ku têkildarî mirina wê ya gumanbar diyar kirin ku di dosyayê de kêmasî û îhmalkariyên cidî hene, gotin: “Ji bo berfirehkirina lêpirsînê ya têkildarî van kêmasiyan, em ê daxwazên xwe yên pêwîst ragihînin serdozgeriyê.”
Malbat û parêzerên Dilan Karaman, têkildarî mirina wê ya gumanbar û pêvajoya piştî wê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Eren Keskîn, xwişka Dilan Karaman Gönül Karaman, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Jiyan Tosun û Sekreterê Şaxê Jiyan Kaya beşdarî civînê bûn.
Di civînê de destpêkê Eren Keskîn axivî û diyar kir ku em di cîhaneke mêrserwer de dijîn û wiha got: “Têkoşîna li dijî vê bi rastî pêvajoyeke pir dijwar e û tevgera jinê bi qasî ji destê wê tê hewl dide vê bike. Nexasim Dilan yek ji wan kesan e. Her wiha xwişka wê Gönül jî, em her kes wê nas dikin, jiyana xwe di nav vê tevgerê de daye têkoşînê. Ji ber ku têkoşîna wê bandoreke mezin li mirovan kir, em piştî mirina Dilan diaxivin. Mînak Garibe Gezer di demeke nêz de jiyana xwe ji dest da, lê navê Garibe di girtîgehan de bi pergala îzolasyonê tê bîranîn. Dilan jî wisa ye. Dilan nîşanî me dide ku şîdeta li ser jinê û pergala mêrserwer çawa tam di nav jiyana me de ye û em hemû hîs dikin ku divê li gorî wê helwestekê bigirin. Ev tiştekî pir girîng e. Ew qas aurayeke wê heye ku hîna jî hînî me dike; ev yek ji ber hezkirin û rêza li hemberî wê tê.”
‘ŞÎDETA MÊR NEHAT NIQAŞKIRIN’
Eren Keskîn bal kişand ser komîsyona ku piştî mirina Dilan hat avakirin û bi bîr xist ku rapora vê komîsyonê bûye sedema nîqaşan û ji ber nîqaşên tevgera jinê rapor hatiye paşvekişandin. Keskîn got: “Bi dîtina me ev nîqaş pir girîng e. Em hemû hîn dibin. Yanî me her kesî ji vê bûyerê gelek tişt hîn bûn û em hîn dibin jî. Daxuyaniya dawî ya TJA’yê û daxuyaniya Meclîsa Jinan a Partiya DEM’ê nîşan didin ku em hîna hîn dibin. Di dema van nîqaşan de tiştek kêm ma. Şîdeta mêr nehat nîqaşkirin. Bi giştî her kesî hewl da li ser nêrînên xwe yên siyasî nîqaşekê bimeşîne. Şîdeta mêr li paş ma. Lê belê di bûyerê de bi wateya rastî şîdeteke mêr heye ku Dilan ji jiyanê qut kir. Di vê bûyerê de diviyabû şîdeta mêr bihata nîqaşkirin.”
‘DI RAPORÊ DE NAVEROKEKE PIRSGIRÊKDAR HEBÛ’
Piştre xwişk Gönül Karaman daxuyandî xwend. Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Wekî malbata Dilan, em daxwaz dikin ku hemû aliyên bûyerê bên ronîkirin û lêpirsîneke bi bandor bê meşandin. Di dema xebata komîsyonê de me wekî malbat bawerî bi îradeya komîsyonê anî û me tu daxuyanî neda. Daxwaza me ya dîtina halê raporê yê qediyayî nehat qebûlkirin; wekî malbat em neçar man ku raporê bi raya giştî re bixwînin. Me li dijî vê rapora ku malbata me dike hedef, faîlê şîdetê Mazlum Toprak vedişêre û berpirsiyariyê dixe stûyê kesên din îtiraz kiribû û me daxwaza paşvekişandina wê kiribû. Em careke din destnîşan dikin ku rapora hatiye amadekirin naverokeke pirsgirêkdar dihewîne; hem kêm e û hem jî nirxandinên şaş tê de hene. Her wiha nirxandinên di raporê de yên derbarê jiyan û malbata Dilan de rastiyê nîşan nadin.”
PEYAMA DAWÎ YA JI BO XWIŞKA WÊ
Hat diyarkirin ku Dilan di 11’ê Mijdarê de saet di 05.19’an de ji xwişka xwe re peyam şandiye û gotiye: ‘Gönül xwişkê, Mazlum hincetek dît û şîdet li min kir, porê min kişand û ez ji malê derxistim. Ji bo ez bar bikim pêdiviya min bi hinek pereyên amade heye.’ Xwişka wê jî saetên sibehê li Dilan geriyaye, jê re gotiye ji malê derkeve û pere jê re şandiye. Di nava rojê de di axaftinan de Dilan ji ber gef û zextan lerizîneke mezin jiyaye. Dema çûye pisîka xwe bigire, anîye ziman ku Mazlum gef li wê xwariye û jê re gotiye: ‘Ez ê te li cem malbata te jî, li Amedê jî, li partiyê jî rezîl bikim’ û gotiye ‘Xwezî te li ber çavên min xwe bikuştiba.’
Axaftina dawî ya bi Dilan re saet di 14.42’an de pêk hatiye. Mazlum Toprak saet di 17.22’an de li hevala Dilan a nêz ku li Enqereyê dijî geriyaye û gotiye Dilan întihar kiriye. Li ser vê yekê heval û xizmên wê çûne nexweşxaneyê. Mazlum Toprak ê ku li nexweşxaneyê bû, piştî berteka malbatê ji nexweşxaneyê çûye û piştî îfadeyê hatiye berdan.
PIRSÊN KU DIVÊ BÊN BERSIVANDIN
Divê dosyaya Dilan Karaman bi her alî ve ronî bibe. Tê zanîn ku axaftina dawî ya Dilanê di saet 14.42’an de pêk hatiye. Tevî vê yekê jî tê diyarkirin ku saeta ketina nexweşxaneyê derdora 16.00’an e. Di vê navberê de çi qewimî? Çima di wextê xwe de mudaxileyeke lezgîn û bi bandor nehat kirin? Gelo îfadeya kesê ku li cihê bûyerê li cem Mazlum Toprak bû hat girtin? Gelo kompîtur û materyalên dîjîtal ên Mazlum Toprak hatin lêkolînkirin? Gelo kêra ku Mazlum Toprak gotiye “min şikand” ji bo lêkolînê hat girtin? Ji bo ku aqûbeta tu jineke ku rastî tundiya mêr tê di tariyê de nemîne, dê têkoşîn berdewam bike.
Piştî daxuyaniyê, parêzera malbatê Jiyan Tosun axivî. Tosun diyar kir ku di dosyayê de kêmasiyên girîng hene û bal kişand ser wê yekê ku nasname û îfadeyên ekîbên tenduristiyê yên çûne cihê bûyerê di dosyayê de nîn in. Jiyan Tosun got:
“Li gorî îdiayê, xeberê didin xebatkarên tenduristiyê û ew diçin cihê bûyerê. Lê îhtimal heye ku mudaxileyî Dilanê nekiribin. Tevî vê yekê, navên xebatkarên tenduristiyê di dosyayê de nîn in û îfadeyên wan nehatine girtin. Ev ji bo dosyayê kêmasiyeke jiyanî ye. Di dosyayê de îfadeyên wekî ‘xeber dane polîsan, polîs çûne cihê bûyerê lê bi hinceta ku hişê Dilanê li serê wê bûye mudaxile nehatiye kirin’ hene. Tevî ku çar meh di ser re derbas bûne, dozgerî hê jî di vê mijarê de gavek neavitiye.”
‘ÎFADEYÊN ŞAHIDAN NEHATINE GIRTIN’
Jiyan Tosun destnîşan kir ku îfadeyên Mazlum Toprak bi daxuyaniyên din re li hev nakin û got ku hinek kesên navên wan di dema bûyerê de derbas dibin hê nehatine guhdarkirin. Tosun wiha berdewam kir:
“Dema em li îfadeyên Mazlum dinêrin, em dikarin bibêjin ku beyanên dûrî rastiyê hene. Li gorî beyanên şahidan û hevdîtinên bi malbatê re, di navberê de ferqên demî yên mezin hene.” Tosun diyar kir ku îfadeya kesê bi navê Sıtkı ku wekî şahidekî girîng tê naskirin heta îro nehatiye girtin û got: “Kesê bi navê Sıtkı ku tê gotin di nav bûyeran de ye û beyana wî girîng e, heta niha qet îfadeya wî nehatiye girtin. Ev yek ji bo dosyayê girîngiyeke jiyanî dafire.”
Tosun destnîşan kir ku di beyanên di dosyayê de îfadeyên ku Dilan Karaman bi çekê hatiye tehdîtkirin, rastî şantaj û tundiya fîzîkî hatiye hene, lê dozgerî li ser van îdiayan lêpirsîneke serbixwe (re’sen) nemeşandiye.
‘DÎMENÊN KAMERAYAN NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN’
Jiyan Tosun bal kişand ser wê yekê ku dîmenên kamerayan ên derdorê jî nehatine lêkolînkirin:
“Di dosyayê de tenê tutaneka dîmenekê ya dema hatina ambulansê heye. Lê belê, dîmenên kamerayan ên ku dê bersiva pirsên wekî ‘gelo beriya wê li kolanê nîqaşek çêbûye yan نا, Mazlum û Dilan çawa hatine wir, kesê li cem wan kî bû’ bidin, nehatine girtin. Heke ev dîmen heta îro nehatibin girtin, îhtimala jêbirîna wan zêde ye. Di vê rewşê de, dê êdî dest gihandina delîlên pir girîng nebe.”
DAXWAZA BERFIREHKIRINA LÊPIRSÎNÊ
Jiyan Tosun anî ziman ku ji bo van kêmasiyan serî li dozgeriyê bidin û wiha got: “Ji bo berfirehkirina lêpirsînê ya derbarê van kêmasiyan de, em ê daxwazên xwe pêşkêşî dozgeriyê bikin. Piştî vê yekê jî em ê dosyayê bi baldarî bişopînin.”
‘DEWLET NIKARE JI BERPIRSIYARIYÊ DIREVE’
Piştî daxuyaniyê Eren Keskin dîsa axivî û diyar kir ku ji bo nêrîna li ser berpirsiyariya mudaxileya xebatkarên tenduristiyê, bi Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincancı re axivîne. Eren Keskin got:
“Dewlet di vê dosyayê de nikare ji berpirsiyariya xwe bireve. Berpirsiyariya personelên Wezareta Tenduristiyê jî pir mezin e. Ji ber vê yekê me xwest em bi bijîşkekê bişêwirin. Şebnem Korur Fincancı qaîdeyeke tibî ya pir zelal bi bîr xist û got: ‘Hege îdiayeke întîharê (xwekuştinê) hebe, girîngiya wê nîn e ku hişê kesê/î li serê wî/wê ye yan mudaxile mecbûrî ye.’”
/Çavkanî: MA/










