Gunduzê ji Koma Vateyê: Helwesta li hemberî Kirmanckî wekî ‘zarokê dêmariyê’ ye

Nivîskarê Koma Vateyê Denîz Gunduz anî ziman ku helwesta li hemberî Kirmanckî wekî “zarokê dêmariyê” ye û diyar kir ku li dijî metirsiya tunebûnê divê polîtîka û rêxistinbûnek berfireh hebe.

 Koma Vateyê, ev bi sal in li ser zaravayê Kirmanckî yê Kurdî xebatên akademîk dike. Kom, bi armanca standartkirin û nûjenkirina Kirmanckî di sala 1996’an de li paytexta Swêdê Stockholmê hat avakirin. Gelek kesên ji herêmên cihê di komê de cih girtin. Di sala 1997’an de Kovara Vate dest bi weşanê kir û di sala 2003’yan de jî Weşanên Vate hate avakirin. Tevî ku hinek nav hatibin guhertin jî, xebatên komê her berdewam kir.

 XEBATÊN GIRÎNG ÊN VATEYÊ

 Nivîskarê Koma Vateyê Denîz Gunduz destnîşan kir ku heta îro xebatên kirine lê hinek pirsgirêk hîn jî berdewam dikin. Gunduz anî ziman ku nebûna dibistaneke Kirmanckî û neyekbûna nivîs û xwendinê di nava van astengan de cih digirin û ev tişt got: “Yên ku ji derve li xebatên me dinêrin, baş fêm nakin em çi dikin; dibêjin ‘Ev mirov çi dikin?’. Mînak, kesekî ku nizanibe pirtûka me dixwîne û rexne dike, dibêje ‘Ev ne Zazakî ye’. Lewre Zazakiya gundê wî di bîra wî de nemaye. Yek dibêje ‘Ev Zazakiya Çewlîgê ye’, Çewlîgî dibêje ‘Ev Zazakiya Dêrsimê ye’, Dêrsimî jî dibêje ‘Ev Zazakiya Sêweregê ye’. Lê yên ku dixwînin, dinivîsin û haya wan ji vê meseleyê heye, xebatên me dişopînin. Di vê mijarê de xebat serkeftî bû.”

Gunduz diyar kir ku xebatên Koma Vateyê serkeftî ne û wiha pê de çû: “Lewre pirtûkên ku ji weşanxaneyan derdikevin, pîvanên Vateyê tên esasgirtin. Mînak, gelek alfabe hebûn, lê diviyabû standardek hebe. Li welatên din dewlet di rola biryarderiyê de ne. Li cem me saziyeke biryarder nîne, loma pirsgirêk derdikevin. Kurmancên rewşenbîr bi serê xwe ev xebat kirin. Koma Vateyê jî wekî saziyekê ku ziman vediguherîne sazûmanî xebatê dike. Li Tirkiyeyê mînak Saziya Zimanê Tirkî (TDK) heye. Em jî dikarin xwe di heman kategoriyê de bibînin. Mînak di nivîsên Kirmanckî yên di saziyan, şaredariyan û çapemeniyê de êdî ev xebat rûniştiye. Mînak di Zazakî de peyvên modern nînin, wekî ‘koordinasyon’. Yên ku dipirsin ‘Em ji vê peyvê re çi bêjin?’, dikarin di ferhenga Vateyê de van peyvan bibînin.”

 ‘ZAZAKÎ DIMIRE’

 Gunduz bal kişand ser metirsiya li ser Kirmanckî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo miletê me prestîja Kurdî nîne, ya Zazakî hîn kêmtir e. Hem nifûsa wê kêm e, hem jî Zazakî tenê li Tirkiyeyê tê axaftin û bi taybetî li ser sînorê Tirkan dimîne. Pir asîmîle bû. Li gorî UNESCO’yê Zazakî dimire. Ger wiha berdewam bike, Kurmancî jî li Tirkiyeyê dimire. Ger çareyek neyê dîtin, kes xwedî lê dernekeve û eleqeyek nebe, rewş bi rastî pir xirab e.”

 REXNE LI NÛNERAN

 Gunduz anî ziman ku sazî û dezgehên demokratîk bi têra xwe xwedî li Kirmanckî dernakevin û wiha got: “Tenê wekî xebateke entelektüel dimîne. Mînak weşanxaneyên Kurd hene, têkoşîna şexsî dikin, vî barî hildigirin ser milê xwe. Hinek saziyên me hene lê têrê nakin. Mînak Enstîtuya Kurdî heye, têdikoşe, lê kêm dimînin. Li Amedê MED-DER heye. Ked û xizmeta van saziyan pir e. Li vir di şaredariyê de xebat hene. Lê dîsa jî nabe. Em herin bazara Amedê, hûn ê Kurmancî an jî Zazakî bibihîzin. Nexwe prestîja wê çawa winda dibe? Hişmendiya ziman a nûnerên ku civakê hem di warê siyasî hem jî di warê çandî de temsîl dikin nîne. Her tiştî bi Tirkî dikin û ev bû sedema windakirina prestîjê. Ev ne tenê sedem e, sedemên din jî hene. Ji bo ziman polîtîka û rêxistinkirin pêwîst e. Mixabin ji bo ku ziman winda nebe tu tevdîr nînin. Divê sazî bên cem hev û komxebatan bikin. Tevgera Kurd pir bi hêz e û ger bike derd, hêza wê ya çareserkirinê heye.”

 ‘SAZIYÊN CUDA PÊWÎST IN’

Gunduz destnîşan kir ku elwesta li hemberî Kirmanckî wekî “zarokê dêmariyê” ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Mînak gelek televîzyon û radyoyên Kurmancî hene lê Zazakî nîne. Şanoyeke Zazakî nîne. Hevalên me yên şanoger hene ku em bi hev re dixebitin û ez ji wan re dibêjim ‘Li Amedê herî kêm 500 hezar Zaza dijîn, çima şanoyeke Zazakî nîne?’ Ew jî dibêjin ‘Şanoya Kurdî heye’. Di saziyên me de dema tê gotin Kurdî, tenê behsa Kurmancî tê kirin. Enstîtuya Kurdî mîna ‘Enstîtuya Kurmancî’ dixebite. Divê ev têgeh bê hilweşandin. Ji bo Zazakî şanoya cuda, saziya cuda pêwîst e. Nexwe dê çawa çareser bibe? Di hinek navçeyên Amedê de tenê Zaza hene, lê di şaredariyan de Zazakî li bin Kurmancî tê nivîsandin. Civak bi rastî amade ye, lê li cem me tenê xebatên siyasî hene. Mînak li şûna ku em bêjin ‘Werin MED-DER’e’, divê em herin tax û gundan. Hişmendî û daxwazek wiha nîne.”

Van jî bibîne

 

Şaredariya Sûrê bi Şeva Helbestan Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Dike
Mihemed Sîdo: Divê zimanê Kurdî di destûrê de were naskirin

Nûçeyên Sereke