🔴NÛPEL – Endamê Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş, di peyama xwe ya ku ji Kongreya MXDŞ’ê re şand de destnîşan kir ku lêgerîna xweseriyê meseleya ewlehî û hebûnê ye û got: “Yekitî, parastina cewherî û rêxistinkirin me dibe azadiyê.”
Endamê Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş di peyama xwe ya ji bo Kongreya MXDŞ’ê de wiha got: “Parastina cewherî ya gelê Êzidî ne tenê leşkerî ye; di heman demê de çandî, siyasî û civakî ye. Ji bo azadiyê yekitî û berxwedan pir girîng e. Yekitî, parastina cewherî û rêxistinkirin wê me ber bi azadiyê ve bibe.”
6emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi xwendina peyaman berdewam dike. Yek ji peyaman jî a Veysî Aktaş bû ku piştî demekê ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ma, hatibû berdan.
Aktaş li ser navê Sekreterya Îmraliyê kongre pîroz kir û di destpêka peyama xwe ya bi vîdyoyî de bi bîr xist ku civaka Êzidî di fermana 2014an de ne tenê bi komkujiya fîzîkî, di heman demê de bi gefa tunekirinê re rû bi rû maye û hebûna wan a dîrokî hatiye hedefgirtin. Aktaş diyar kir ku di vê pêvajoyê de di encama êrîşên DAÎŞê de bi hezaran mirov hatine qetilkirin û revandin, jinên Êzidî hatine kolekirin û bi sed hezaran kes neçar mane koç bikin. Aktaş got, “Ev ferman di heman demê de ji bo Êzidiyan bû destpêka veguherineke mezin. Ji bilî HPG û YPGê tu hêzê Êzidî neparastin. Ji ber vê yekê parastina cewherî bû neçarî. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) yên ku di vê pêvajoyê de hatin avakirin, ne tenê strukturên leşkerî ne, di heman demê de bûn garantiya civaka Êzidî. Ev avahî ku jinên Êzidî tê de roleke girîng lîstin, di warê wekheviya zayendî de jî modelek nû pêşkêş kir.”
‘XWESERÎ MESELEYA EWLEHÎ Û HEBÛNÊ YE’
Aktaş bal kişand ser wê yekê ku piştî fermanê yek ji geşedanên herî girîng xurtbûna vîna xwerêvebirina gel e û wiha got: “Meclîs û komunên ku di vê çarçoveyê de hatine avakirin, modelek rêveberiya serbixwe danîne holê. Biryar di asta herî jêr (taban) de tên girtin, bawerî û nasnameyên cuda di nav rêveberiyê de cih digirin. Ji ber ku civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de bi komkujiyan re rû bi rû maye, lêgerîna xweseriyê meseleyeke ewlehî û hebûnê ye. Modela jiyanê ya ku li Şengalê hatî avakirin ne tenê bi ewlehî û rêveberiyê sînordar e; paradîgmayek e ku têkiliyên civakî ji nû ve pênase dike. Azadiya jinê, jiyana ekolojîk û aboriya kolektîf kevirên bingehîn ên vê modelê ne. Bi taybetî saziyên di bin pêşengiya jinan de, di derbaskirina travmayên rabirdû de roleke girîng dilîzin.”
‘RIZGARÎ XWE-RÊXISTINKIRIN E’
Aktaş nirxandinên Abdullah Ocalan ên derbarê civaka Êzidî de bi bîr xist û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî wek yek ji civakên baweriyê yên herî qedîm ên Mezopotamyayê dibîne. Strukturên ku li Şengalê bi pêşengiya jinan pêş dikevin, pêşketineke dîrokî temsîl dikin. Rizgariya gelê Êzidî ne di bin parastina hêzên derve de, lê di pêşxistina rêxistiniya xwe ya cewherî de ye. Ev parastin ne tenê leşkerî ye; çandî, siyasî û civakî ye. Mîna teyrê Sîmir, ji nû ve jidayikbûna Êzidiyan temsîl dike.”
‘YEKITÎ HÊZÊ AFIRÎNER DIKE, NASNAMEYÊ XURT DIKE’
Aktaş bal kişand ser girîngiya yekitî û tifaqê ya di navbera gelê Kurd û civaka Êzidî de û got: “Di dema fermanê de her çar parçeyên Kurdistanê çawa ji bo Şengalê bûn yek, divê îro jî em dengê yekitiyê bilind bikin. Yekitî ne tenê hatina cem hev e; armanc, vîn û hişmendiya hevpar e. Yekitî hêzê diafirîne, derbaskirina krîzan dabîn dike û nasnameyê xurt dike. Civakeke parçe parçe nikare daxwazên xwe bi xurtî bîne ziman. Ji ber vê yekê yekitî ji bo gelê Êzidî jiyanî ye. Di komkujiya 2014an de saxbûna mirovan bi saya piştgiriya kolektîf û parastina cewherî pêkan bû. Bi saya yekitiyê nûnertiya siyasî xurt dibe, ewlehî û pêkhateya demografîk a Şengalê tê parastin. Yekitiya bihişmend û dildar, civakeke ku li hemberî zehmetiyan li ber xwe dide diafirîne û pêşerojeke birûmet ava dike. Yekitî, parastina cewherî û rêxistinkirin me ber bi azadiyê ve dibe. Piştî Şengalê em çawa li Kobanê bûn yek, divê îro jî em heman tiştî bikin. Ev berpirsiyariya her kesî ye. Yekitî azadî û wekheviyê tîne.”
Aktaş di derbarê têkoşîna azadiyê ya civaka Êzidî de jî wiha got: “Azadî ji bo civaka Êzidî tê wateya naskirina nasname, ziman, çand û vîna kolektîf. Karibe bi zimanê xwe, bi baweriya xwe bijî û biryarê li ser pêşeroja xwe bide. Jiyana azad jiyana birûmet e. Li cihê ku azadî lê tune be, nasname, bawerî û pêşeroj her tim di bin metirsiyê de ne. Dîroka me vê yekê îspat dike. Ji bo azadiyê yekitî û berxwedan şert e. Azadî ew e ku gel xwe bi xwe birêve bibe. Wek li Şengalê, divê mirov li ser axa xwe xwedî hêzên xwe yên parastinê be. Tenê wê demê mirov dikare behsa azadiya rastîn bike.”
Aktaş di dawiya peyama xwe de bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û got: “Azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya Kurdan, bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Me polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan dît, lê Rêber Apo ev polîtîka pûç kirin. Ji ber vê yekê em werin em bi hev re bin û mîna çemekî jiyanê ber bi azadiyê ve bimeşin.”
/Çavkanî: MA/









