NY’yê Biryareke Dîrokî Da: Koletiya Reşikan Wekî ‘Sûcê Herî Mezin ê li Dijî Mirovatiyê’ Hat Qebûlkirin

CîhanNûçe

🔴Nûpel – Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi biryara bi jimara A/80/L.48, pergala koletiyê ya ku bi sedsalan dom kir û jiyana bi milyonan reşikan tarî kir, bi fermî wekî “sûcê herî mezin ê li dijî mirovatiyê” pênase kir.

Di dengdana ku li seranserê cîhanê deng veda de, li hemberî dengên “erê” yên pirraniyê, sê welatan bi serkêşiya DYAyê dengê “na” bikar anîn.

DYA, Îsraîl û Arjentîn li Dijî Biryarê Sekinîn

Di Civata Giştî ya ku ji 193 welatan pêk tê de, biryar bi pirraniyeke mezin hat qebûlkirin. Lê belê DYA, Îsraîl û Arjentîn bûn sê welatên ku li dijî vê biryarê derketin.

Zêdetirî 50 welatî (ku pirraniya wan welatên Ewropayê ne) bêalî man.

Çîn û Rûsya di bloka piştgirên biryarê de cih girtin.

Hinceta DYAyê: ‘Tazminat’ û ‘Rêzkirina Sûcan’

Nûnerê DYAyê di Konseya Aborî û Civakî ya NY’yê de, Dan Negrea, sedema dengê xwe yê “na” bi tundî rave kir. Negrea diyar kir ku ew naxwazin trajediyên dîrokî ji bo daxwazên aborî (tazminat) wekî amûreke zextê werin bikaranîn û got:

“DYA bi tundî li dijî wê yekê ye ku xeletiyên dîrokî ji bo veguhestina çavkaniyan ji bo kesên ku tenê têkiliyeke wan a dûr bi qurbaniyan re heye, werin bikaranîn. Her wiha, em li dijî her hewildaneke rêzkirin an derecekirina sûcên li dijî mirovatiyê ne.”

Bersiva Ganayê: ‘Hincetên Bê-niyet in’

Wezîrê Karên Derve yê Komara Ganayê, Samuel Okudzeto Ablakwa, ku pêşengiya vê biryarê dikir, bersiv da rexneyan. Ablakwa di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de got ku îtîrazên teknîkî yên DYAyê ne ji dil in:

“Mijarên mîna dema biryarê an jî derecekirina sûcan, tenê hincetên ji bo dûrketina ji eslê meseleyê ne û nîşaneya niyeteke baş nîn in.”

Wateya Biryarê û Paşxaneya Dîrokî

Her çend ev biryar mecbûriyeta daxwaza tazminatê ya madî li ser welatan nesekine jî, wekî “serkeftineke sembolîk” tê dîtin. Welatên Afrîkayê diparêzin ku koletiya sedsalan, sedema sereke ya xizanî û paşvemayîna îro ya li parzemînê ye.

Li gorî daneyên dîrokî, di navbera salên 1500 û 1800’î de, nêzîkî 12-15 mîlyon mirov ji Afrîkayê hatin revandin û li parzemîna Amerîkayê wekî kole hatin xebitandin. Ev biryara NY’yê tê wê wateyê ku ev trajedî di asta herî bilind a navneteweyî de hatiye naskirin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li Amedê ‘Foruma Aşitî û Azadiya Civakî’ Tê Lidarxistin
Şerê di Navbera Îran û Îsraîlê de Dijwartir Dibe: Barana Mûşekan li Ser Tel Avîv û Qudisê

Nûçeyên Sereke