🔴Newroza sala 2026an ji bo min ne tenê pîrozbahiyek, lê wekî rêwîtiyeke di navbera bajarên welat de bû ku her gavê wê tije bîranîn û hevaltî bû. Di serî de ji bo sê bajaran; Semsûr, Dersîm û Sêrtê plansaziya pêşkêşvaniyê hatibû kirin. Piştî ku bernameya Dersîmê ji ber daxwaza hevalên herêmî hat betalkirin, min berê xwe da Semsûrê. Me li wir bi hevalên komîteya amadekar re Newrozeke serkeftî pîroz kir û bi dilekî şa ez vegeriyam.
Dema min amadekariya bernameya Sêrtê dikir, telefonê min lê da. Hevalan digot: “Li Çewlîgê pêdivî bi pêşkêşvanekî ku bi Kirmanckî bizanibe heye, gelo tu dikarî berê xwe bidî wê derê?” Min bê dudilî qebûl kir. Ji bo min ferq nedikir; Sêrt be an Çewlîg be, herdu jî ax û welatê min bûn. Lê bi rastî, di kûrahiya dilê min de cîhekî taybet ê Çewlîgê hebû. Gundê me çiqas ji Amedê dûr be, ewqasî jî nêzî Çewlîgê ye. Çewlîg ji bo min wekî “mala min” e. Dema navê wê derê derbas dibe, lehengên wekî Yadoyê Dimilî, Emerê Faro, Mazlûm, Karasungur û Xeyrî di xeyala min de zindî dibin.
Amadekarî û Hevaltî
Beriya ku ez bi rê bikevim, min nivîsa xwe ya pêşkêşvaniyê amade kir û ji Komîteya Amadekar re şand. Li wir bi hevalê Zekî Tanik (Serokê Navenda Çewlîgê yê DEM Partiyê) re li ser hûrguliyên sahneyê me îstîşare kir. Di destpêkê de biryar bû ku ez û hevala Tûba Geleyan bi hev re pêşkêşvaniyê bikin, me li ser xalên girîng ên pêşkêşiyê axivîn. Êdî her tişt amade bû. Lê paşê yek ji hevalên komîteya amadekar heval Savaş Erdogan li min geriya û got ku Tûba ji ber nexweşiyê nikare tevlî bernameyê bibe. A rastî xemgîn bûm, diviya pêşkêşvanî yek jin yek mêr bûna. Di encamê de hevala me ya jin nikaribû beşdar bibe û pêwist bû ez erkê rêhevaltiyê pêk bînim û min jê re got “ne xem e”, ez ê bi tenê barê hevala me jî rakim.
Roja beriya Newrozê, ez tevî ekîba muzîkê ketim rê. Hevalê Egîd ku em li Semsûrê jî bi hev re bûn, Wedatê Batmanî û şofêrê me Harûn û gelek muzikjen bi min re bûn. Dema em gihîştin Çewlîgê êdî wext dereng bû, me berê xwe da Navenda Çand û Hunerê.
Şeva Beriya Pîrozbahiyê
Li navenda çandê, hevalê Xelîl Bayindir bi germiyeke mezin em pêşwazî kirin. Hiquq û hevaltiya min û Xelîl kevn e, ez jê gelek hez dikim. Hunermend Ûlaş Kelaşîn û Îdrîs Bêrîtan jî li wir bûn. Piştî silav û hembêzkirinê, me provayên xwe yên sahneyê kirin. Di wê navberê de Işik Berfin û ekîba xwe jî hatin û wan jî li saloneke din amadekariyên xwe temam kirin.
Piştî xebatê, em bi tevahî 20 kes muzîkjen û hunermend derbasî Otêla Bêrîtan bûn. Li wir min bi hunermend Ûlaş Kelaşîn re roportajek ji bo nûçeyê kir. Hevalê Xelîl jî, ji ber dilsoziya xwe em bi tenê nehiştin û hat cem me. Heya derengiya şevê me sohbeteke têrhunerî kir û her yek derbasî odeya xwe bûn. Min dîmenên hevpeyvîna bi heval Ûlaş re montaj kir ku ez serê sibehê biweşînim. Serê sibehê ez zû rabûm, min pêşî nûçe amade kir û li ser malpera “Nûpel”ê weşand, paşê ez daketim jêr. Dema ez daketim jêr tenê du hevalên me daketibûn. Kuçe û kolanên Çewlîgê bêdeng bûn, tenê dengê qijikên li ser banan dihat. Paşê Ûlaş hat û em hinek di nav bêdengiya Çewlîgê de, di nav ahenga dengê qijikan de em meşiyan. Paşê em çûn çayxaneyekî û me kurtedemekî di tama çayekê nîvqaçax de sohbet kir.
Roja Newrozê: Baran û Coş
Êdî divê em derbasî qada Newrozê bibûna. Dema em çûn otêlê êdî heval daketibûn jêr. Me di nav xwe de îstîşare kir û em derbasî qada Newrozê bûn. Ji ber ku malzemeyên teknîkî yên sahneyê bi me re bûn diviya em di aliyê pişt sahneyê de biketana hundir, lê polîsan destûrê nedan, piştî danûstandinan amirê polîsan hat û destûrê da em ketin hundir. Me malzemeyên xwe danî sahneyê û em ji bo taşteyê derbasî xwaringeha navdar a Çewlîgê “Soğukçeşme Kavurmacısı” bûn. Piştî ku me taştê kir rasteqîn em derbasî qada Newrozê bûn.
Wekî hemû pîrozbahiyên sala 2026an, li Çewlîgê jî baraneke dijwar dibariya; lê ne baranê û ne jî sermayê nekarî pêşiya gel bigire. Qad bi her awayî tije bûbû.
Bername bi pêşkêşvaniya min dest pê kir. Di serî de, min hevalên komîteya amadekar yek bi yek vexwend ser sehneyê û li ser navê komîteya amadekar Zekî Tanik axivî. Piştî wî, heval Gulîstan Atasoy û parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku axaftinên xwe kirin û peyamên xwe gihandin gel.
Piştî axaftinan, bi dorê re hunermend derketin ser dikê:
Xelîl Bayindir, Ferdî Yalçın û Îdrîs Bêrîtan bi stranên xwe coşeke mezin dan qadê. Dema min Ûlaş Kelaşîn vexwend ser dikê, min behsa silavên hunermendên ku bi hesreta welat li Ewropayê dijîn kir ku wî bi xwe re anîbûn. Di dawiyê de Işik Berfin derket ser dikê; ciwanên Çewlîgê bi taybetî “Keçika Pulûrî” bi awayekî coşdar pêşwazî kirin.
Hevala me Tûba ya ku divê me bi hev re pêşkêşvanî bikira jî hatibû. Tevî ku demeke kurt bi me re ma jî, lêborîna xwe xwest ku ez bi tenê hiştim; ev helwesteke hêjayî teqdîrê ye di rêhevaltiyê de. Spas ji bo Tûbayê.
• Heval Savaş ji destpêkê heta dawiya bernameyê bi her awayî çalak bû û hemû enerjiya xwe xerc kir. Spas ji bo heval Savaş.
• Heval Zekî jî bi baweriyeke mezin û wekî siyasetmedarekî hêja axaftina xwe pêşkêş kir; spas ji bo wî jî.
• Xelîl Bayindir, hunermendê xwezayî û hevalê min ê hêja, bi stranên xwe sahne û qad gihandin hev û dilê beşdaran şa kir.
• Ferdî, hunermendê dilsoz, bi stranên xwe yên zazakî hêjayî guhdarkirinê bû. Dema wî strana “Şarik Apo” xwend, ez pir hestiyar bûm û min di dilê xwe de got: “Şarik Apo nemir e, ew jî li vê qadê ye.” Spas Ferdî.
• Îdrîs, rûgeş û rîdirêjê çiya û zozanên Çewlîgê, heywanên xwe hiştibûn û hatibû ser sahneyê. Pir bi coş bû û bê tirs û xof stranên şoreşgerî stirîn. Awaza te sax be heval Îdrîs!
• Berfîn, çûçika Koyê Mûzirê û xezala Dersîmê, gelek hat hezkirin. Ciwanên Çewlîgê û Berfînê bûn yek û stranên xwe bi hev re gotin. Bijî Berfo!
• Ûlaş, hunermendê dilsoz… Çi bê gotin ji bo dilnizimiya wî kêm e. Dema wî strana “Solîn” xwend, hêsir ji çavên min barîn. Dema min ew anons kir, min hîs kir ku min hemû hunermendên li xerîbiyê—Xelîl Xemgîn, Comerd, Şemdîn, Zozan, Diyar û yên din—vexwendine ser sahneyê. Bi hatina Ûlaş, ew hemû di nav me de bûn. Spas heval Ûlaş.
• Spasiyek jî ji bo heval Gulistan, wekîlê me Omer Faruk, Sedat Başkan û dêya siyasetmedarê Kurd Îdrîs Balûken û hevalên ku navê wan nehat bîra min.
Dema bername bi dawî bû, di dilê me de germiya agirê Newrozê û di bîra me de wêneyên geş mabûn. Piştî xwarina dawiyê û kişandina wêneyek bîranînê, me xatir ji Çewlîga rengîn xwest û berê xwe da Amedê, bi hêviya ku sala bê em ê dîsa di bin taca azadiyê de hev bibînin.
Ji bo hemû kedkarên ku di amadekirina bernameyê de keda wan çêbû spasiyeke ji dil.
/Mordem Zel/












