Dengê Jinê Di Muzîka Kurdî De: Kelepûrên Serbest û Vegûherîna Modernîst

Nîvîskar

🔴Ev xebat, li ser rola dîrokî ya dengê jinê di muzîka kurdî de, taybetmendiyên meqamî û teknîka qirikê disekine. Di muzîka kurdî de berhemên bi pîvana serbest (ritma azad) piranî bi “devê jinê” têne gotin. Ev lêkolîn, têkiliya di navbera nasnameya zayendî û îfadeya muzîkî de dinirxîne û bandora gerdûnîbûnê ya 30 salên dawî ya li ser vokal û melodiyên kurdî nîqaş dike.

1. Destpêk: Muzîk wekî Hafizeya Civakî

Muzîka kurdî ne tenê rêzefona deng û ritman e; ew encama erdnîgarî, koçberî, dîn û ezmûnên dîrokî yên gelê kurd e. Ji ber ku çanda kurdî bi sedsalan wekî çandeke devkî meşiyaye, muzîk bûye amûrê sereke yê parastina hafizeya kolektîf. Di vê çarçoveyê de, jin ne tenê wekî “stiranbêj” lê wekî “hilgirên çandê” (cultural carriers) derdikevin pêş.

2. Di Civaka Kurd de Pozîsyona Jinê û Afirandina Muzîkî

Têkiliya peyva “Jin” û “Jiyan” di kurdî de, nîşaneya kûrayiya sembolîk a jinê ye. Her çend di pratîka civakî de sîstema baviksalarî (patriarchy) jinê daxistibe qada malê jî, jinê ev qad veguherandiye qadeke hunerî.

• Lorîn û Zêmar: Jinê bi riya lorîkan zarok perwerde kirine û bi riya Zêmar’an (ağıt) êşên civakî parastine.

• Dengbêjiya Jinê: Her çend di qada giştî de dengbêjiya mêran bêtir xuya bike jî, bingeha gelek serhatî û melodiyên serbest ji aliyê jinan ve di hundurê malê de hatine afirandin. Berhemên jinan ji sedema nirxên civakî yên bi lêv kirinin û stranin mêr’in. Jin tenê di mala xwede sitraye.

3. Di Muzîka xwedî Rîtm û pîvan Serbest de “Devê Jinê”

Li gorî lêkolînên qadê, %95ê berhemên bi pîvana serbest (Parlendo Rubarto/uzun hava) yên di muzîka kurdî de bi “devê jinê” ne. Ev yek nîşan dide ku şêwaza ” rîtm û pîvan serbest” ji bo îfadekirina êş, hesret, tenêbûn û bindestiyê şêwaza herî guncav e.

• Taybetmendiyên Melodîk: Di van berheman de melodî ne li gorî pîvaneke matematîkî, lê li gorî bêhn (nefes) û hestên hunermend dilerize.

• Ciyawaziya Zayendî: Di dema ku mêr piranî li ser qadên govendê, lehengî û ritmên dervakî (extrovert) disekinin; jin li ser cîhana hundurîn (introvert) û melodiyên melankolîk hûr dibin. Ji ber vê jî stranê xwedî pîvan û rîtmîk tevahî bi devê mêr e. Yên xwedî pîvan û rîtmên serbst jî ji %95 bi devê jinêye.

4. Analîza Muzîkolojîk: Meqam û Teknîka Qirikê

Muzîka kurdî xwedî sîstemeke mîkrotonal (çaryek deng) e. Ev sîstem nêzîkî muzîka Mezopotamyayê ya qedîm e.

• Sîstema Meqamî: Gelek navên Hawe’yan (meqaman) wekî Rast,Şahnaz, Newroz,Huseynî û Kuçek bi kurdî ne. Ev nîşan dide ku kurdî ne tenê di peyvan de, di deng û hawe (meqaman) de jî xwedî sîstemeke xweser e.

• Teknîka Qirikê (Laryngeal Technique): Yek ji taybetmendiyên herî sereke yên muzîka kurdî “vibrasyonên qirikê” ne. Ev teknîk bi fonetîka zimanê kurdî (tîpên x, q, r, ê) re yekbûyî ye. Deng ne ji poz an jî tenê ji sîngê, rasterast bi rezonansa qirikê tê hilberandin.

5. Krîza Modernîzmê: Muzîka bi Kurdî an Muzîka Kurdî?

Di 30 salên dawî de, bi pêşketina teknolojiyê û gerdûnîbûnê re, muzîka kurdî rûbirûyî rîskeke mezin a asîmîlasyona estetîk bûye.

• Fonetîka Şaş: Gelek hunermendên nû, kurdî bi fonetîka tirkî an îngilîzî distrên. Ev yek dibe sedem ku “rezonansa qirikê” winda bibe. Û tîpên nivisa Kurdî bi fonetîka tirkî bi lêv dikin. Mînak peyva GUL’ê ew bi fonetîka Tirkî bi lêv dikin û sewta tê bihîstin GÛ’LÊ ye.Du wateyên cuda derdikeve holê.

• Tonalîteya Rojava: Bikaranîna pîvanên muzîka pop û sîstema tonal a rojavayî, taybetmendiya mîkrotonal a kurdî an go pergala oktavek ji 17 navberên newekhev pêk tê tune dike.

• Ciyawaziya Konseptual: Divê em cudahiyê bixin navbera “Muzîka bi kurdî” (tenê peyv kurdî ne) û “Muzîka Kurdî” (Hawe/meqam, teknîk û ruh kurdî ne).

6. Encam û Pêşniyar

Muzîka kurdî ji aliyê dîrokî, çandî û teknîkî ve kevneşopiyeke muzîkê ya pir dewlemend e. Di diyarkirina karakterê estetîk ê vê kevneşopiyê de du hêmanên bingehîn bi taybetî balê dikişînin: rola afirîner a jinan û rêxistina dengên mîkrotonal.

Di kevneşopiya dengbêjiyê de “kilam” wekî vegotinên vokal ên girîng têne hesibandin ku hafizeya dîrokî û ezmûnên hestyarî yên civaka kurd hildigirin. Di koka estetîk a van berheman de, şêwazên îfadeya vokal a dramatîk ku jinan di dirêjiya dîrokê de pêş xistine, xwedî cihêkî girîng e.

Li aliyê din, nîqaşa sîstema 17 dangan ku di muzîka kurdî de tê ziman, ne tenê mijareke teknîkî ya teoriya muzîkê ye; di heman demê de nîqaşeke li ser nasnameya çandî û reseniyeke muzîkal e.

Muzîka kurdî li ser sînorê windakirina nasnameya xwe ya dengî ye. Ji ber vê yekê, ji bo pêşeroja muzîka kurdî ev xebatên li jêr xwedî girîngiyeke mezin in:

• Lêkolînkirina muzîkolojîk a sîstemên mîkrotonal

• Belgekirina kevneşopiya dengbêjiyê

• Parastina teknîkên vokal ên kevneşopî

• Domandina avahiya estetîk a resen a muzîka kurdî di nav hilberînên nûjen de

Ev xebat dê ne tenê parastina kevneşopiyeke muzîkê, di heman demê de fêmkirina mîraseke zindî ya çanda muzîkê ya kevnar a Mezopotamyayê jî pêkan bikin.

/Veysî Varli/

 

 

Van jî bibîne

 

Mesrûr Barzanî: Xwîna Şehîdan Ti Carî Vala Neçûye û Vê Carê Jî Bi Vala Naçe
MED TUHAD-FED’ê Ji Bo Hevdîtina Bi Abdullah Ocalan re Serî Li Wezareta Dadê Da

Nûçeyên Sereke