Şahidiya 30 Salan: Di Bin Barana Amedê de Agirê Newrozê

Nîvîskar

🔴Newroza Amedê ya îsal, ne tenê pîrozkirina biharekê, lê şahidiya berxwedana bîreweriyekê bû. Tevî barana ku bê rawestandin dibariya û hewaya sar, agirê li qadê germiyeke cuda dida dilê her kesî. Wekî çavdêrekî ku ji sala 1995an û vir ve ji tu Newrozên Amedê nemame, her dîtina qelebalixa Newrozê ji bo min wekî xwendina pirtûkeke dîrokî ya zindî ye.

Rêwîtiya Dîrokî: Ji Kuncikan Ber Bi Qadan Ve

Dema mirov li wê deryaya mirovan dinêre, bêdilî diçe salên 90î. Ew rojên ku me li ber deriyên malan, di nav kuçe û kuncikên teng û tarî de bi tirs û xof, lê bi baweriyeke mezin agirê Newrozê dadida. Îro ew agirê ku di bin tirsê de hatibû parastin, veguheriye yaneyeke wisa mezin ku bi milyonan mirov li dora xwe dicivîne. Ev mîrasa ku îro gihîştiye me, bi berdêlên giran hat avakirin.

Deqîqeya Rêzgirtinê û Dilê Alavgirtî

Di dema deqîqeya rêzgirtinê de, li qadê bêdengiyeke wisa hebû ku mirov dikaribû tenê dengê baranê bibihîsta. Lê di hundirê her kesî de bahozek radibû. Bi taybetî di bîranîna Mazlum Dogan û hemû şehîdên Newrozê de, ew alevên ku ji dil ber bi çavan ve hildikşiyan, nîşaneya wefayê bû. Her dilopeke hêsir a ku di wê kêliyê de dirijiya, wekî sotemeniya agirê Newrozê bû.

Tundiya li Ser Pênûsê: Birîna Nivîskar

Di deriyê kontrolê de, rûdaneke ku rûmeta mirov diêşand qewimî. Polîsê ku pênûsa min ji kîsikê min derxist û got “yasak e” qedexe ye.

Çi yasak bû? Ma raman yasak bû? Ma bîranînên ku min ji sala 1995an ve di dilê xwe de kom kiribûn yasak bûn?

Pênûs ne tenê amûreke nivîsandinê, dengê nivîskarekî ye. Tevî ku min pirtûka xwe nîşan da û min got: “Ez nivîskar im, ev pirtûka min e û ev pênûs jî zimanê min e” jî, di çavên wî de tu ronahiyek tune bû. Wî pênûsa ku min pê berhema xwe ya “ZELGUL” hûnandibû, pênûsa ku min pê çîrokên Husênikê û Licê rêz kiribûn, wekî “çekekî talûke” didît.

Ya rast, ew rast bû; pênûs ji bo tarîtiyê çekekî herî mezin e. Lê desteserkirina wê pênûsê ji destê nivîskarekî, li qada Newrozê, li ber çavên milyonan mirov, çirkinîyeke ku tu pênase jê re nîne bû. Wî pênûsa min bir, lê wî nizanibû ku nivîskarî ne di pênûsê de, di dil de ye.

Dema min berê xwe da qadê, her çend tiliyên min vala mabûn jî, dilê min tije bû. Wî pênûsek ji min girt, lê min li qadê bi milyonan pênûsên zindî dîtin ku bi her gava xwe, bi her dirûşma (slogan) xwe, dîroka vê xakê ji nû ve dinivîsandin. Pênûsa min a dîlgirtî, îro li ber deriyê qadê ma, lê ramanên min di bin baranê de, bi coşa Newrozê re herikîn û gihîştin dilê gelê min.

Medya û Newroz

Plana me hêsan û xweş bû; min û hevala min Medya me dê bi hev re berê xwe bida qadê. Me dê her kêliya wê coşê bi hev re par ve bikira. Lê belê, carinan rojeva xebatê û lezgîniya jiyanê rê nade daxwazên dilê mirov. Ji ber bernameya min a Çewlîgê, dema hevalan êvarê got “em ê zû bikevin rê”, min neçar ma ji Medyayê re bibêjim: “Ez ê nikaribim werim Newrozê.”

Dibe ku wê gavê min nizanibû ev gotin dê bibe destpêka rêzeke xemgîniyê.

Medya, ji ber ku ez ê neçûma qadê, dixwaze bi serê xwe biçe û bi kameraya xwe bibe deng û rengê Newrozê. Wê dixwest bi dîmen û hevpeyvînan wê rojê nemir bike. Lê sed heyf û mixabin, li qadê amûrên wê yên teknîkî ji destê wê digirin. Ew amûrên ku çavê xebatkarekî ragihandinê ne, jê hatibû standin û ew roja pîroz, ew roja azadiyê li ber çavên wê reş kiribûn; Newroz lê jehrî kiribûn.

Dema Medya bi dengekî xemgîn li min geriya û ev rewş ji min re got, daxek li dilê min ket. Di hundirê min de dengekî giran her carê digot: “Xwezî min ew bi tenê nehişta.” Her çend bernameya min a Çewlîgê ji mecbûriyetê bû jî, min xwe di bin barekî giran ê berpirsiyariyê de hîs kir. Di çavdêriyên min ên vê Newrozê de, ne tenê agirê li qadan, lê agirê wijdanî jî hebû.

Kêliya ku divê herî zêde em bi hev re bana, ew bi tenê ma û bi tenê parastina mafê xwe û karê xwe kir. Ev birîna piçûk a di dilê min de, dê bibe bîranîna herî bi êş a Newroza îsal.

Rengên Yekîtî û Peyamên Siyasî

Qada Newrozê îsal bi peyamên yekîtiya neteweyî xemilandî bû:

• Sembolên Neteweyî: Posterên Qazî Mihemed û alên Kurdistanê li her derî bal dikşandin. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku Newroz ji bo kurdan bûye navenda nasnameyê.

• Peyamên Perçeyan: Axaftinên ku ji Başûr û Rojava hatibûn, wekî peyamên Îlham Ehmed, Bafil Talabanî û Nêçîrvan Barzanî, hestê “em yek in” di nav gel de xurttir kir.

• Dengê Îmraliyê: Çetin Arkaş bi xwendina peyama birêz Ocalan, rihê qadê guherand. Gotina wî ya ku digot “Her hevalekî me yê ku şehîd ketiye niha li vê qadê ye”, hîs kir ku rihê hemû berxwedêran li wir amade ye.

Astengiyên Teknîkî û Coşa Gel

Tevî ku pergala deng (ses sistemi) pir qels bû û axaftinên giranbiha mîna ya Ayla Akat Ata bi başî nehatin fêmkirin jî, gel bi dirûşman bersiv dida her kêliyê. Kêmasiyên teknîkî li hemberî îradeya gelê ku di bin baranê de dilerizî lê nedicivî, bêwate man.

Leyla Zana: Pira di Navbera Duh û Îro de

Dema ku Leyla Zana ber bi mîkrofonê ve çû û dest bi axaftina xwe kir, li qada Newrozê bêdengiyeke wusa çêbû ku mirov dikaribû hest bi dilsoziya gel bike. Ew ne tenê siyasetmedarek bû ku li ser dikê diaxivî; ew ji bo her kesî mîna parçeyek ji malbatê, parçeyek ji êş û serkeftinên her kesî bû.

• Sembola Rûmetê: Gelê Amedê bi hişmendiyeke kûr li Leyla Zana guhdarî dikir. Di her peyva wê de, şopa salên girtîgehê, dengê Parlementoya 91’an û îradeya jinên kurd hebû.

• Kesayetiya “Pir”: Kesên wekî Leyla Zana di dîroka gelan de wekî “pir” (körpü) tên dîtin. Ew pira di navbera salên reş û tarî yên 90’î û hêviyên azadiyê yên îro de ne. Ew pira di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û rûmeta neteweyî ne.

• Rêzdariya Gel: Gelê Amedê dizane ku Leyla Zana bi dehan salan e li ser xeta xwe ya rûmetê bê tawîz dimeşe. Lewma, hurmeta ku li qadê nîşanî wê hat dayîn, ne tenê ji bo axaftinekê bû; ew nîşaneya wefadariya gel a li hemberî ked û têkoşîna wê ya dûr û dirêj bû.

Dema ku wê silav dida girseyê, sankî her kesî di kesayeta wê de hinekî xwe, hinekî dîroka xwe û hinekî jî pêşeroja xwe didît. Ew dengê ku ji ser dikê bilind dibû, ne tenê dengekî siyasî bû; ew banga yekîtî û rûmetê bû ku di dilê her Amediyekî de bersiv didît.

Newroza îsal ya Amedê, tevî baran û hemû astengiyan, careke din nîşan da ku huner ne tenê stranbêjî ye; huner helwest û pira di navbera dilan de ye. Ji Bakur heta Başûr, ji dîrokê heta îro, her hunermendekî ku derket ser dikê, rengekî cuda li vê mozaîka mezin zêde kir.

Hunermend û Berpirsyarî: Dîlan û Erkan Top

Di derketina bernameyên weke Newrozê de, helwesta hunermend a li ser dikê girîngiyeke mezin dihewîne. Dîlan û Erkan Top bi wê enerjiya xwe ya li ser dikê nîşan dan ku hunera kurdî îro zêdetir hewcedarî bi hunermendên wisa heye. Axaftinên Dîlanê yên ji dil û pîrozkirina Newroza gelê Amedê, nîşaneya wê yekê bû ku hunermend bi gelê xwe re di heman bêhnê de dijî. Bijî Dîlan!

Hesreta Yekîtiyê: Alen Hazim

Dema ku hunermendê Başûrê Kurdistanê Alen Hazim derket ser dikê, di çavên wî de ne tenê kelecana stranekê, lê hesreta bi dehan salan a yekîtiyê hebû. Dema ku wî li qadê alayên rengîn û wêneya Pêşawa Qazî Mihemed dît, gotinên wî yên wekî “hêviyên min zêde bûn” wekî banga yekîtiya neteweyî di nava qadê de deng veda. Ev kêlî nîşaneya herî mezin bû ku Newroz ji bo kurdan tenê cejnek nîn e, qada hevdîtina ruhê kurdewariyê ye.

Bêhna Rahşanê: Agirê Jiyan

Koma Agirê Jiyan piştî salên dûr û dirêj li Amedê vegeriya ser dikê. Her çend pirsgirêkên teknîkî yên deng nehîştibe ku ew performansa di dilê xwe de bi temamî nîşan bidin jî, strana Rahşanê hemû kêmasî girtin. Dema ku stran hate xwendin, ne tenê melodî, lê ruhê Rahşanê yê ku digot “ez ê xwe li Kadîfekaleyê bikim Newroz” li qadê bû. Di her çavekî de, di her dilekî de Rahşan careke din şiyar bû û bi hezaran re kete govendê.

Baran û Heyfa Zinar Sozdar

Herî dawî, barana ku bi ser Amedê de barî, nehişt ku bername wekî hatî plankirin bi dawî bibe. Ji ber şert û mercên giran, ava ku li ser banê dikê kom bûbû bi ser dikê de hat û hunermend Zinar Sozdar nekarî derkeve pêşberî hezkiriyên xwe. Ev yek ji bo gelek kesan bû cihê daxwazekê: Divê ji bo Zinar Sozdar bernameyeke taybet û hêja bê plankirin, da ku ew dengê li bin baranê ma, bigihe dilê gel.

Ber Bi Çewligê Ve bi Dilekî Geş

Ji bo min ev Newroz xwedî wateyeke taybet bû. Tevî ku peywira min a Çewligê hebû û rîska negihîştina min a Newrozê hebû jî, min bi her awayî xwe gihand qada Newrozê ya Amedê. Çûna Çewligê bi vê moral û coşa Amedê, barê ser milê min siviktir kir. Me ji kuçeyan dest pê kir, em gihîştin qadan; niha dor dora me ye ku em vê mîrasê bi pênûsên xwe biparêzin, her çend hinek bixwazin wan ji me bistînin jî, ew pênûs dê bîranîna bi Rahşanê û Mazlûman re tim binivîse.

/Mordem Zel/

 

Van jî bibîne

 

Stenbol bi Agirê Newrozê û Dengê Koma Amedê Hejiya
Agahî ji hunermend Suhelya Huseynî nayê girtin

Nûçeyên Sereke