Behice Feride Demir: Dara Şîlanê û Destê Zeynebê

NîvîskarNûçe

Gelo mirovekî normal dikare zarokan tî, birçî, tenê, bêdayîk û bêbav bihêle? Gelo ew kîjan mirov e ku ji deng, girî û çavên zarokan eyb neke û xemgîn nebe? Bi dehan peyvan dikarim li pey “gelo”yê dirêj bikim. Lê mixabin ji hemî “gelo”yan re bersiv yek e. Yên tên kuştin, yên ji birçîna li serê rê û dirban dimînin, dimirin û jiyan li wan tarî dibe, zarok in.

Îro trajediyên dinyayê di hustiyê zarokan de ne. Îro karesatên herî giran li dora zarokan dizivirin. Ev sedsal jî bi xwîn û qêrîna zarokan pêş dikeve. Li kîjan welatî, li kîjan deriyê bixî girî û gazincên zarokan difirin. Zarok ewqas bêhuzûr û bêewlehî ne. Êdî nûçeyên herî zêde li ser zarokan ne. Êdî sêwîtî û bêwarbûna wan nûçeyên herî balkêş in.

Di van deh salên dawîn de ji Kurdistanê ewqas dîmenên dilêş derketin, êdî hejmara wan tune ye. Gava Şengal hat dagirkirin û gava Rojavayî derbasî Bakur bûn, dîmenên ku aqilê mirov ji serî dibirin, yên zarokan bûn. Mirov lal dibû, dixwest di cihê xwe de bibe kevir. Piştî vêya dîmenên şerê bajaran hatin û leşkeran bi zanebûn zarokên Kurd tazî dikirin, didan sekinandin û ew ditirsandin. Ew jî derbas bû.

Di sala 2026an de dîsa aliyekî Kurdistanê xirab bû û dîsa zarok bi qedera malbata xwe re bûn rêwî, bûn qurbanî û bûn muhtacî dilopeke şîr û avê. Orta zivistanê li ber çavê rêxistinên me û bi mîlyonan Kurdan, zarokên me ji ber berfê û sermayê qefilîn û mirin. Zarokên me ji ber bêwelatbûn û bêewlehiyê, ji aliyê cînarên ku bi pere, ray, petrol û nanê me xwedî bûne ve dihatin revandin û kuştin.

Ev jiyanên xuyayî ne; bi hezaran zarok û çîrokên wan hene ku kes nabîne û nabihîse. Lê gava ku jiyanên veşartî û tenê di dilê xizm û lezîmên xwe de mane derdikevin holê, mirov dubare dubare ji qidûman dikeve.

Gelo edaleta Xwedê li ku ye?

Gelo soz û nîqaşên li ser exlaq û edaletê kingê wê werin cih?

Gelo hovîtiya mirovan wê winda bibe?

Mixabin pirs pir in û bersiv ji pirê jî kêmtir in. Tu dibê qey vê carê derî yek e û Xwedê hezar e. Li Kurdistanê derî li zarokan tê girtin, lehî li ser zarokan radibin.

Yek fena Şîlana 13 salî ji ber agirê bi xanî ketî de dişewite û paşê dimire. Yek fena Zeyneb Elî Sido ya 8 salî, dixwaze birayê xwe ji ber lehiyê xilas bike, tevê lehiyê diçe. De ka were dîjîtal dinya, teknolojî, B52, bombeya atomê, mûşek û firokeyên hewayî, Tomahawk, F35… De ka were biratiya cînarên laşdiz û kêlkşikestî. De ka were demokrasiya ku duh cînar bû, îro cinawir e.

Êdî her der Rojava ye.

 Malên hemî Kurdan êdî Rojava ne. 

Bêhna karesata Helebê ji laşê me tê. Dûrfên keçên dilgirtî bi me dikevin. Porên me kurkirî ne. Bêhna şewata Şîlana 13 salî ji rihê me tê. Em heta qirikê di nav lixa li ser Zeyneba 8 salî de ne. Ji ber Rojava em xewheramî ne.

Hîna Şîlanên me ji ber koçberiyê derûniya xwe winda dikin; wê tu carî rihê wan ê zarokane sax nebe û nakenin bi jiyanê re. Li Kurdistanê jiyan bi hêviyê nameşe. Şans li Kurdistanê di binê keviran de ye. Ewlekarî di destê Xwedê de û bextewarî di xew de ye.

13 salên Şîlan Mihemed Îbrahîm, li ser van kevirên bextxurî, di hejariya kon û kampan de derbas bû. Wê tiştê ku dît, kêm kesî dît. Tenê ew xeyîdî, ew bêdeng û bêsoz ma. Nikarim bêjim Şîlana mala Mihemed Îbrahîm, bi eslê xwe ji Efrînê lê bi navnîşanên xwe yên koçberiyê ji kampa Şehba, Tepqa û Qamişloyê, gelo tu çima xeyîdî ji vê dinyayê? Çi rihê te yê wek şitil û şîmî êşand? Bersiv tune ye. Lewra Şîlan jî tune ye.

Ew di koça sêyemîn de, di odeyeke ku hemî malbat tê de dijiyan, ji ber derketina agir birîndar bû. Petrol û gaza me ya ku hemî dinya xwe pê germ dike û jê pereyan qezenc dike… Yanî gaz û petrola bav û kalên Şîlanê, tenê ew germ nekir û ew xilas nekir. Ji wê odeya ku bibû mala Şîlanê re kupeyekî tenê bû par. Wê rojê, dayika wê paku Şîlana wê necimide, xwest soba gazê vêxe. Lê felek jî xayîn e di rojên muhaciriyê de. Kupê gazê teqiya, agir bi agir ket. Hemî kes pêxasî reviyan û xwe avêtin derve. Çend deqe derbas nebûn, Şîlan hat bîra bavê xwe. Bavê wê bi lez ket hundir û xwe avêt nav agir… Gerîya û qêrîya: “Şîlan… Şîlan!”

Şîlan wek her tim di quncikê xwe de bû. Xeniqîbû, birîndar bû, hinekî jî şewitî bû. Rakirin nexweşxaneya Qamişloyê. Lê ne çare bû. Şîlana 13 salî di dereceya 3yan de şewitî bû. Rakirin nexweşxaneyeke taybet a şewatê dîsa li Qamişloyê. Lê kesî nizanibû şitla rihê Şîlanê di rê û rêwîtiyên koçberiyê de şikiyaye. Heta ba, av û aramiya gundê wê lê nexe, êdî xwe nagre. Kesî ev derman nizanibû. Şîlanê nedixwest êdî di welatê xwe de, nêzî mal û gundê xwe, bibe koçber. Kesî nizanibû koçberî çawa darê Şîlanan zuha dike. Kesî nizanibû Şîlan xeyîdî ye ji me û ji 13 salên xwe yên ku piraniya wan di kampan de derbas bûye.

Şîlan di 13 saliya xwe de xeyîdî. Zeyneb Elî Sido, ji Şîlanê 4 salan biçûktir, ew jî di rojeke Adarê de ji jiyanê qetiya. Wê jî bi wî dilê xwe yê mezin, lê bi salên xwe yên pir biçûk, xwest birayê xwe xilas bike. Zarok di salên Zeyneb Elî Sido de tenê xwişk û birayên xwe nas dikin. Hela ku tu koçber bî, bi tirs û xof bî, jiyan li te tenê mala bavê te ye. Dê û bav di demên wiha de temiyên her tiştî li zarokên xwe dikin. Hemî jiyan dibe temî û zarok di mirinê de wan temiyan pişguh nakin.

Zeyneb Elî Sido ya ji deşta şêrên Efrînê jî ev kir. Li Rojava çend roj bûn şilî dibarî, lehî radibû. Konê mala bavê Zeyneb Elî Sido konekî ji naylon û pînan bû. Şer û şilî wek hev bûn di van deman de. Dijminên ku bi piştvaniya Tirkan xwedî bûne, dor li bajarên Kurdan girtibûn. Nedihiştin nan, xwarin û lixwekirin were. Nedihiştin Kurd du keviran bidin ser hev. Du rojan şilî barî, lehî rabû. Dengê diya Zeynebê hat, got: “Li birayê xwe miqate be.”

Lehiyê rê nedida kesî. Kesî xwe nedît. Zeynebê tenê dît ku birayê wê ket ber avê. Zeynebê bi hêza zarokeke koçber a nîvbirçî û bêtaqet, xwe avêt birayê xwe. Bi milê wî girt, ew ji ber pêla avê xilas kir. Lê lehî her diçû gur dihat. Pêla herî dawîn li ser û çavê Zeynebê xist. Ava bi çamûr û kevir li wê giran hat. Çavên xwe girtin, xwest bi destê xwe serçavê xwe paqij bike, lê destê wê ji birayê wê qetiya. Diya wê gavekê wê de bû. Wê jî xwe şaş kir. Heta werqilî, Zeyneba wê ji konê, ji koçberiyê û ji Kobanê qetiya û bi lehiya sedsalê re çû.

De ka were keştiya George Washington, Kendava Hurmizê,  girava petrolê, Îrana destbixwîn, Muctebayê ji kartonê, mihafizên rûşeytan û xwedî mûşekên teneke… Yan na, êdî li ba we jî derî yek e û Xwedê di xew de ye?

Têbinî: Min heta nivîs xilas kir, li gundê Embarê yê girêdayî Qamişloyê, zarokek bi navê Aya Îbrahîm ji ber lehiyê jiyana xwe winda kiriye.

 

Van jî bibîne

 

Stenbol îro Newroza xwe pîroz dike
Hunermend Ulaş Kelaşîn Piştî 21 Salan Li Ser Axa Bav û Kalan e: ‘Min Dilê Hostayên Xwe Jî Bi Xwe Re Anî’

Nûçeyên Sereke