🔴Ez êdî nizanim di kîjan demsala temenê xwe de me. Dibe ku teqwîm bi pêş ve diçin, lê ji bo min dem di navbera du peyvan de asê maye: Jiyana beriya ku bibêjim “Gula Min” û hilweşîna piştî ku min got “Gula Min”.
Min di vê dinyayê de tenê ji du kesan re got “Gula Min”.
Ji bo bavekî, ev peyv ne tenê xîtabek e; duayek e, emanetek e, cewhera temenekî ye.
Yekem, canekî piçûk bû; roja ku ketibû hembêza min, li çavên min dinêrî û digriya. Min navê wê kir Rojbîn. Wateya wê “roja xwe bîne” bû. Min xwest ku ew bibe sibeha salên min ên tarî. Hêj çavên wê dinya nedinasî, min di çavên wê de pêşeroja xwe dît. Dema tiliyên min bi zexmî digirt, min hîs dikir ku qey jiyanê ez ji nû ve girtime.
Rojbîna min mezin bû. Her gava min navê wê digot, dilê min germ dibû. Paşê rojekê min ferq kir ku ez êdî bi navê wê bang nakimê, dibêjimê “Gula Min”. Ji ber ku ew tenê kulîlka ku di hundirê min de diçikiya bû. Dengê wê yê ku li dîwarên malê dida û vedigeriya, kenê wê yê li ser sifreyê, nêrîna wê ya li paş dema ji derî derdiket… Niha hemû bûn bîranîn.
Paşê rojekê, wê rûyê xwe da baweriyên xwe û soza ku dabû xwe bi bîr anî. Rûyê xwe zivirand çiyan. Çiyayên azad…
Piştî wê rojê, ez bi girantirîn ezmûna bavekî re rûbirû mam: Nezanîn.
• Nezanîna ku li bin kîjan kevirî radize.
• Nezanîna ku kîjan ba porê wê diweşîne.
• Dema baran dibariya; ma şil bû, ma cemidî? Nezanîn.
• Dema birîndar dibû; ma di dilê xwe de digot “bavo”? Nezanîn.
Bayê çiyan sar e. Dema şev dadikeve, tarî li canê mirov diqulipe. Her şev dema min çavên xwe digirtin, min ew tarî bi wê re dijand. Min porê wê dianî ber çavên xwe… Porê wê yê ku di nav bayê de dihejiya. Min destên xwe dirêj dikirin, min qey valahî mizdan dikir.
Paşê êvarekê…
Dengê televizyonê yê sar û metalîk li dîwarên malê ket û belav bû. Wê gavê qey nebza demê rawestiya. Hevokek ku ji lêvên spîker derket, wekî fîşekek nexuya li nîvê sîngê min ket: Rojbîn hatibû gulebarankirin. Rojbîn miribû.
Lê tu kesî negot bê wê çawa canê xwe daye. Tu kesî behsa sekna wê ya serbilind nekir. Tu kesî negot ku wê di kêliya dawî de li pey xwe li siyekê negeriya ku xwe lê veşêre; tirsa xwe daqurtand û bi tenê li hemberî tariyê rawestiya.
Ew ne ji wan kesan bû ku li pey qelebalixan xwe vedişêrin. Ew ne ji wan kesan bû ku li benda çepikên xelkê ne. Ew qet ne ji wan bû ku navê xwe bi qîrîn bidin naskirin.
Rojbîn bi serê xwe eniyek bû. Bi serê xwe berxwedanek bû. Bi serê xwe lêdana dilekî bû li hember tariya vê axê.
Gule lê ket dibe ku, lê armanca sereke wêrekiya wê bû. Ji ber ku wê netirsiya, ji ber ku wê gav paş de neavêt, ji ber ku ew ewqasî mafdar bû ku bi tenê mayînê bide ber çavên xwe.
Li ser ekranê nûçe derbasî sernavekî din bû. Dengê spîker neguherî. Dinya li dora xwe zivirî. Lê di hundirê min de tiştek her û her bêdeng bû. Rojbîn hatibû gulebarankirin, lê ya rastî ya hatibû kuştin, hêviya wan kesên ku wek wê bi tenê dikaribûn li ser piyan bisekinin bû.
Wê gavê di dilê min de tiştek qetiya. Dibêjin dema mirov digrî hinekî rehet dibe; min nikaribû bigriya jî. Hêsir carinan têra êşê nakin. Çokên min şikestin lê dinya bi ser de zivirî. Halbûkî dinyaya min sekinîbû. Ji bo bavekî, bihîstina nûçeya mirina zarokê xwe ji ekranê, mîna mirineke li ser piyan e.
• Ne min cenazeyê wê dît,
• Ne min karibû cara dawî li rûyê wê binêrim,
• Ne min karibû eniya wê maç bikim,
• Ne jî min karibû kopek ax bavêjim ser gora wê.
Gula min li çiyan ma. Dilê min jî bi wê re di wan çiyan de hat veşartin. Sal derbas bûn belkî, lê hesret bi dawî nebû. Hesret, mêvanek e ku di hundirê mirov de bi cih dibe; bi gotina “derkeve” dernakeve. Ez her sibe ku ji xew radibûm, bi xeyala ku wê derî lê bide û ew bikeve hundir şiyar dibûm. Paşê rastî, wekî kevirekî sar li ser sîngê min rûnişt.
Û rojekê…
Min ji kesekî din re got “Gula Min”.
Dibe ku min şaşî kir. Dibe ku min xwest valahiyekê dagirim. Ew kesek bû ku xizmetên çandî yên ku gula min a yekem ji bo wan canê xwe dabû, didomand. Heman bawerî, heman raman, heman rê… Min di wê de hem rêhevalek, hem sirdaşek, hem jî şopeke dilsoz a îdealên zaroka xwe ya windakirî dît. Min saniyekê hîs kir ku dê valahiya hundirê min hinekî dîne.
Min carinan bi hurmeta dayikekê nêzî wê bûm. Carinan wekî jina xwe min bi wê re derdên xwe parve kirin. Carinan wekî keça xwe ez lê hêrs bûm; min hewl da ku kêmasiyên xwe temam bike, ber bi çêtirbûnê ve biçe. Carinan wekî xwişkekê min şîret lê kirin. Û carinan jî wekî evîndarekê min enî, rû û gerdana wê maç kir.
Ji ber ku ew rêhevala min bû. Rêhevalek ku di hundirê xwe de dilovaniya dayika min, nêzîkatiya xwişka min, bêgunehiya keça min, sirdaşiya jina min û eşqa evîndara min hildigirt… Di nava bihayê wan hemûyan de, bi qasî koma wan hemûyan bi wate. Min di wê de ne tenê mirovek, lê dengvedana gula xwe ya windakirî digeriya.
Lê mirov carinan dema li dermanê birîna xwe digere, pir dereng ferq dike ku yê birînê dikanîne hêviya wî bi xwe ye.
• Min di wê de exlaqê dozê geriya; lê wê ji rûyê biriqandî yê li pêş çavan bûnê hez dikir.
• Min dilsozî, di bêdengiyê de jî li heman cihî sekinîn dizanibû; lê wê guhertina alî li gorî çepikên qelebalixan wekî huner dizanibû.
• Ji bo min rê, berpirsiyariyek bû ku her ku diçû giran dibû; ji bo wê rê, zemînek bû ku li ser poz bide.
Min bawer dikir ku min di wê de seknek dîtibû. Lê ne sekin bû; tenê lîstikek bû ku di bin ronahiya sehnê de xwe rast nîşan dida. Dema diaxivî peyvên wê mezin bûn, dema dinêrî çavên wê dûr bûn. Bawerî hebû belkî, lê barê baweriyê li ser milên wê tune bû. Behsa fedakariyê dikir; lê tenêtiya fedakariyê qet nenasîbû. Behsa windakirinê dikir; lê nedizanî bê windakirin çawa hundirê mirov parçe dike.
Min di wê de hewil dida hevoka nîvco ya keça xwe temam bikim. Ew her tenê kirdeya (faila) hevoka xwe bû.
Û paşê telefonek…
Telefonek ku dengê wê metalîk bû. Ne lerzîn tê de hebû ne jî dudilî. Gotinên wê ne tîj bûn; lê xirabtir, sade bûn. Sadebûn carinan ji xiyanetê giranter e. Ji ber ku di nav de qet şeqek tune ye; mirov nikare di nav re derbas bibe.
Wê gavê min fêm kir: Wateya ku min lê bar kiribû, di dinyaya wê de ne barek bû. Şîna min, di rojeva wê de hûrguliyek bû.
Min erebe da sekinandin. Min derî vekir. Dema lingê min li erdê ket, tiştekî din di hundirê min de ket bin axê. Min ji xwe re got: “Ez cara duyemîn dadikevim.”
Di daxistina yekem de bavek miribû di hundirê min de. Di daxistina duyem de, hêviyek. Di ya yekem de dilê min parçe bûbû. Di ya duyem de aliyê dilê min ê pak bêdeng bû.
Dema min xwe ji erebeyê diavêt, min ev ferq kir: Min dîsa winda nekiribû bi rastî, min dîsa dabû. Wate min dabû, nirx min lê bar kiribû, pîroziyê min lê anîbû. Ew tenê li neynika xwe dinêrî. Tišta ku di çavên min de dîtibû, tenê rolek bû ku wê li xwe dianî.
Wê rojê peyva “Gula Min” ji lêvên min ket. Meclûm ne tenê peyvek bû; emanetek bû. Emanet, dema neyê dayîn destê ehilê xwe, vediguhere poşmaniyekê ku hundirê mirov dixwe.
Niha dema ez li paş xwe dinêrim, vê yekê dibînim:
Gula yekem, barê baweriya ku ji bo wê canê xwe da hildigirt.
Gula duyem, hênikbûna di bin siha wî barî de hilbijart.
Ez êdî ne di navbera du windahiyan de me. Ez di nava rastiyekê de dijîm: Hinek mirov derdikevin çiyan, dimirin lê kêm nabin. Hinek li kêleka we dimeşin, lê qet nebûne.
Û ez êdî ji tu kesî re nabêjim “Gula Min”. Ji ber ku ew peyv ji bo min ne xîtabek e — kevirê gorekê ye.
/Veysî Varli/










