Dengê Newrozê Di Klamên Dengbêjan De: Ji Agirê Çiyan Ber Bi Cejna Netewî Ve

🔴Dengbêjên ku şahidiya dîroka kurdan dikin, guherîn û wateya Newrozê ya ji berê heta îro nirxandin. Dengbêjan bal kişand ser wê yekê ku Newroz ji agirên veşartî yên li serê çiyan, îro veguheriye cejneke mezin a netewî û hişmendiya azadiyê.

AMED (Nûpel) – Newroz, ji bo gelê kurd ne tenê destpêka biharê ye, di heman demê de sembola hebûn û berxwedanê ye. Dengbêjên ku wekî arşîva zindî ya çanda kurdî têne qebûlkirin, behsa Newrozên berê û wateya ku îro girtiye kirin. Dengbêjan diyar kir ku piştî “tevgera hişyariyê”, kurd bi rastiya Newrozê hesiyan û ev roj di asta netewî de hat pîroz kirin.

‘Ji Tarîtiyê Ber Bi Ronahiyê Ve’

Dengbêj Mistefayê Botî, bal kişand ser taybetmendiya Newrozê ya li herêma Botanê. Botî destnîşan kir ku Newroz ji bo wan sembola serkeftina ronahiyê ye û wiha got:

“Me her sal Newrozê pîroz kiriye. Em diçûn ber çeman, me stran digot, govend digerand, xwarin çêdikir û keyfê dikir. Xetîre hebûn, me bi şev li ser girên bilind agir hildikir. Piştî şaredarên me, parlamenterên me çêbûn. Vê carê me bi girseyî û bi hevre pîroz kir.”

Mistefayê Botî, pêwendiya kûr a di navbera dengbêjî û Newrozê de jî bi “payîzokeke” taybet a herêma Botanê ku bi xwe afirandiye, nîşan da.

Sembola Berxwedanê: Agirê Li Serê Çiya

Mihemedê Şêxmîranî: Diyar dike ku pênaseya Newrozê di hişê wî de bi berxwedanê re yek bûye. Ew dibêje: “Dema em zarok bûn, me nedizanî Newroz çi ye, lê ciwanan li ser giran agir hildikir. Newroz ji bo me gelek pîroz e; ev jiyana Kurdan e.”

Mihemedê Kortepeyî: Girîngiya civakî ya vê rojê destnîşan dike û dibêje: “Beriya 50 salan me li ser girên bilind agir hildikir. Car hebû taziya me hebû, lê me ew li pey xwe dihişt û em diçûn pîrozbahiya Newrozê.”

Ji Qonaxên Derasayî Ber bi Nasnameya Neteweyî ve

Naîfê Mûnisî: Balê dikişîne ser berdêlên ku hatine dayîn: “Me gelek qonaxên derasayî û zehmet li pey xwe hiştin heta ku em hatin vê merheleyê. Newroz îro bûye nasnameya me ya neteweyî.”

Seyfedînê Hezroyî: Behsa zextên salên borî dike: “Berê pîrozkirina Newrozê cihê metirsiyê bû. Di sala 73’an de yên ku agir dadixistin dihatin girtin. Wê demê gelek kesan Newroz nedizanî û digotin agirpêxistin çanda hinekên din e.”

Germahiya Civakî û Çanda Gundewarî

Selaheddînê Gozelî: Behsa jiyana gundan û hevgirtina civakî dike: “Berê me Newroz li gundan bi hemû gundiyan re bi hev re pîroz dikir. Ew germiya civakî û şahiya gund di hişê me de mîna bîranîneke zindî ye.”

Li gorî nêrîna hemû dengbêjan jî, Newroz ji pîrozbahiyeke gundewarî derbasî qada siyasî û netewî bûye. Bi taybetî bi pêşketina hişmendiya kurdayetiyê re, agirê Newrozê êdî ne tenê li gundan, li hemû qadan wekî qêrîna azadiyê tê pîroz kirin.

 

 

Van jî bibîne

 

Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Li Westanê Qezaya Trafîkî: Tir û Otomobîl Lihevketin: 2 Mirî, 3 Birîndar

Nûçeyên Sereke