Li Pêrtagê Xetereya Maden û GES’ê: ‘Em Rê Nadin Bêmirovkirina Herêmê’

Kurdi

🔴DERSÎM – Li navçeya Pêrtaga Dersîmê, projeyên kûm, pomza û Santralên Enerjiya Rojê (GES) siruşt û jiyana gundiyan dixe bin xetereyê. Hat ragihandin ku tevî morkirina xebatên qaçax jî, hewildanên şîrketan ên ji bo dagirkirina qadên çandiniyê berdewam dikin.

Têkildarî geşedanên li herêmê, agahiyên dawî nîşan didin ku şîrketan bêyî destûr dest bi xebatan kiriye. Di daxuyaniyekê de hat diyarkirin ku hemû doz û pêvajoyên hiqûqî hatine meşandin û ji ber ku xebat bi awayekî qaçax dihatin kirin, cihê projeyê hatiye morkirin. Lê belê, tevî vê biryarê jî fikarên gelê herêmê yên li ser talankirina xwezayê kêm nebûne.

Li herêma di navbera navçeyên Pêrtag û Xozatê ya Dersîmê de, li dijî projeyên talankirina xwezayê serkeftineke hiqûqî hat bi dest xistin. Piştî berxwedana 6 mehan a çadiran, Dadgeha Îdarî ya Erzînganê biryara “ÇED ne pêwîst e” betal kir û xebatên kana kumê rawestand.

Endamê Platforma Parastina Xweza û Jîngehê ya Sekasûrê, Erhan Doğru, diyar kir ku li mezraya Sekasûrê ya ku dikeve navbera gundê Bargînî yê Xozatê, Zêvê, Orcan û Desîman ên Pêrtagê, li ser qadeke 2 hezar û 200 donimî projeya kana kumê dihat plankirin.

Lê belê, bi hewildana platformê û gelê herêmê, çalakiyeke çadiran a ku 6 mehan dom kir hat meşandin. Di encamê de, Dadgeha Îdarî ya Erzînganê biryara rawestandina xebatan da û rapora “ÇED ne pêwîst e” bi temamî betal kir.

Erhan Doğru destnîşan kir ku ev serkeftin ji bo herêmê bûye mînak û wiha got:

“Têkoşîna ku me li dijî vê projeyê meşand, nîşan da ku dema em bibin yek, em dikarin xwezaya xwe biparêzin. Ev berxwedan ji bo herêmê bû nimûne û em ê ji niha û pê de jî bi mezinkirina têkoşînê xwedî li axa xwe derkevin.”

Nûnerê herêmê Erhan Doğru, bal kişand ser polîtîkayên 10 salên dawî yên li Dersîmê û destnîşan kir ku xwezaya bajêr bi destê madenan tê rûxandin. Doğru diyar kir ku li dijî van projeyan tenê bi rêxistinbûn û yekîtiyê dikare gav bi paşve bide avêtin.

Doğru, bi taybetî bal kişand ser rewşa gundên Kanîsark, Qeceran, Paşavenk û mînakeke balkêş a gundê Sevkarê:

“Li Sevkarê mînakeke pir ecêb heye. Kesekî xerîb tê, li herêmê tarlayekê dikirre û bêyî ku bi kesî bişêwire an jî destûrekê bistîne, dest bi danîna panelên rojê dike. Heta santrala xwe jî ava dike û dest bi hilberîna elektrîkê dike, paşê dest bi prosedurên destûrê dike! Niha ji ber ku ev kar bi temamî qaçax hatiye kirin, santral hat morkirin, lê pêvajoya li wir hîn berdewam dike.”

Nûnerê herêmê Erhan Doğru, bal kişand ser lîstikên şîrketan ên li ser gundiyan û wiha axivî:

“Şîrket, bi sozên wekî ‘em ê karên ku saziyên fermî nakin bikin’ gundiyan dixapînin. Heke şîrket berpirsiyariyên dewletê hildigirin ser xwe, li wir pirsgirêkek mezin heye. Ev tê wê wateyê ku mekanîzmaya dewletê û yasa ji holê radibin.”

Doğru, destnîşan kir ku ev proje ne tenê ji bo enerjiyê ne, di heman demê de armanc dikin ku qadên çandiniyê tune bikin. Bi gotina Doğru, ev xebat bi awayekî bêdeng dibin sedema bêmirovkirina herêmê û koçberkirina gel.

Doğru di dawiya daxuyaniya xwe de peyama têkoşînê da û got: “Em ê rê nedin van projeyan û li dijî vê talanê em ê heta dawiyê tê bikoşin.”

/Çavkanî: MA/

 

 

Van jî bibîne

 

Belgefîlma “Mêzîna Şikestî” Çîroka Rojîn Kabaîş tîne ser Ekranan
Peyama nû ya Ocalan hat xwendin

Nûçeyên Sereke