Kitêba Gayatri Chakravorty Spivak a bi navê Bindest Dikarin Biaxivin? li kurdî hat wergerandin û ji Pall Weşanê ve hat çapkirin.
Bindest Dikarin Biaxivin? a Gayatri Chakravorty Spivakê cara ewil di 1988an de weşiya. Ev gotara ku bandoreke mezin li xebatên piştî xwe kir û ji hingê ve di qada xwe de wek berhemeke klasîk tê qebûlkirin, ji aliyê Sinan Gültekin ve ji îngilîzî hat wergerandin û pêşgotina wê Fırat Aydınkaya nivîsî.
Nivîsa paşbergê:
“Ez şanaz û serbilind im ku Bindest Dikarin Biaxivin? bi kurdî diweşe. Ez tînime bîra xwînerên xwe ku ev gotara çil sal berê hatiye nivîsîn, destpêkek bû. Ev gotar, ne gotareke post-kolonyal e, lêbelê rexneyeke Hindistana pre-kolonyal e. Bindesta ku ‘axivî’ lê nehat bihîstin, Bhuneswari Bhaduri, xaltiya dêya min bû. Ev çil sal in ku ez weke dilxwazeke sektora taybet, dibistanên seretayî ji bo zarokên bindest-qurbaniyên hezar salan ên pergala kastê bi rê ve dibim ku di gotara min de ji aliyê zayendî ve mijara rexneya min e. Xwendekarên min ên bindest niha zarokên wiha ne ku ji wan re ‘destnedayî’ tê gotin û xwecihên eslî ne.
Bi gotineke din, piştî ku min ev gotar nivîsî, ez ji malbatê dûr ketim û ketim nav komên bindest ên rastîn. Ez li ser wan vedikolim da ku fêr bibim bê çawa ez zarokên wan perwerde bikim. Ez hêj ji xeletiyên xwe fêr dibim.”
– Gayatri Chakravorty Spivak
Bindest Dikarin Biaxivin? a Gayatri Chakravorty Spivakê cara ewil di 1988an de weşiya. Ev gotara ku bandoreke mezin li xebatên piştî xwe kir û ji hingê ve di qada xwe de wek berhemeke klasîk tê qebûlkirin, bi wergera Sinan Gültekin û pêşgotina Fırat Aydınkaya me vedixwîne nav axaftineke bi kurdî.
Teorîsyeneke wêjeya berawirdî û rexnegireke femînîst e. Li Zanîngeha Columbiayê profesor e û endameke damezrîner a Enstîtuya Civakî û Wêjeya Berawirdî ye. Spivaka ku yek ji rewşenbîrên postkolonyal ên herî bibandor tê qebûlkirin, herî zêde bi gotara xwe ya bi navê Bindest Dikarin Biaxivin? û wergera xwe ya pirtûka Jacques Derrida ya bi navê De la grammatologie û pêşgotina xwe ya ji bo wê tê nasîn. Di sala 2012an Xelata Kyoto ya Huner û Felsefeyê û di sala 2013an de Xelata Padma Bhushan wergirt. Di sala 2025an de, ji ber “xebata wê ya pêşeng di warên teoriya wêjeyî û felsefeyê de”, Xelata Holberg wergirt. Herçend bi postkolonyalîzmê re têkildar be jî, Spivakê di pirtûka xwe ya bi navê A Critique of Postcolonial Reason [Rexneyek li ser Aqilê Postkolonyal] (1999) de veqetîna xwe ji vê dîsîplînê piştrast kir. Hin ji berhemên wê evin: In Other Worlds: Essays in Cultural Politics [Di Cîhanên Din de: Gotarên Siyaseta Çandî], 1987; Outside in the Teaching Machine [Li Derveyî Makîneya Fêrkirinê], 1993; Death of a Discipline [Mirina Dîsîplînekê], 2003; Nationalism and the Imagination [Neteweperestî û Xeyal], 2010.
Sinan Gültekin:
Li zanîngeha Boğaziçiyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandiye. Piştî wê, li zanîngeha Mardin Artukluyê pêşî lîsansa bilind a bêtez, dûre lîsansa bilind a bitez qedandiye. Niha jî li zanîngeha Dicleyê di Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de doktorayê dike. Bêtir li ser mijarên rêzimanî û zimannasî disekine. Gelek gotarên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî ji îngilîzî wergerandine kurmancî. Gotar û wergerên wî di kovarên mîna Wêje û Rexne, Folklor û Ziman, Kurdeçîrok, Kadim Hikmetê de derketine. Herwisa, di kovarên Kurdîname û Wêje û Rexneyê de edîtorî û redaktorî kiriye û niha wekî mamosteyê ziman û wêjeya tirkî kar dike.
Kitêb dikare ji malpera weşanxaneyê pallwesan.com û kitêbfiroşan bê xwestin.










