​Mordem Zel: Mîrateya Pênûsa Nemir; Di Şopa Xalê Mihemed Emîn Bozarslan de

KurdiYazarlar

​Dîroka Kurdistanê, bi taybetî jî ya herêma Licê, bi ked û têkoşîna kesayetên ku jiyana xwe diyarî ziman û nasnameya xwe kirine dagirtî ye. Licî, di her qada jiyanê de—çi di siyasetê de, çi di zanist û edebiyatê de—her tim bi serbilindî li ber xwe dane. Di nav van kesayetên qedirşînas ên dîroka me de, navê Mihemed Emîn Bozarslan xwedî cihekî îstisna ye. Ji bo min, ew ne tenê nivîskar, şoreşger, siyasetmedar an seyda bû; ew xalê min û emiyê (ap/mam) gelek xortên Licî, perçeyek ji malbat û rûmeta me bû.

Ji Sirgûnê Ber Bi Hesreta Axê

​Jiyana Xalê Mihemed Emîn, di heman demê de çîroka herî li ber çav a sirgûn û xerîbiyê bû. Ew di sala 1978’an de ji axa xwe hat dûrxistin û ji wê rojê heta nefesa xwe ya dawî li Swêdê, li welatekî sar û dûr jiya. Lê dilê wî her tim li Licê, li ber bayê çiyayan lê dida. Mixabin, ew bi hesreta dîtina heybetiya Çiyayê Kerekurê (Şîro Dağı), hênikahiya Neqeba Cûmê û bîranînên li ber Kevirê Bûkê ji nava me bar kir. Wî welat di dilê xwe de bir, lê laşê wî di xerîbiyê de ma.

Di Navbera Licê û Stenbolê de Pira Dostaniyê: Xalê Mihemed Emîn

​Têkiliyên dîrokî û dostaniyên malbatî, carinan dibin pireke wisa ku mirov digihînin şexsiyetên herî mezin ên dîroka gelê xwe. Malbata me, her çend bi koka xwe ji gundê Husênikê be jî, di dîrokê de her tim bi malbatên navenda Licê re xwedî dostanî û merivahiyeke kûr bûye. Ev girêdanên ji rihên qedîm têne, di sala 1988’an de dema min berê xwe da Stenbolê, rêya min û Xalê Mihemed Emîn Bozarslan gihand hev. Bi saya kurap û zavayê me, deriyê wêjeya Kurdî li min vebû ku li wir ziman ne tenê amûrê axaftinê, lê mîna kela rûmetê dihat parastin. Yilmaz Balkaşê ku ew jî weke Xalê Mihemed Emîn hatibû sirgûnkirin yek ji xwarziyê kalê min bû. Dema ez çûm mala bavê wî (Alî Balkaş) ez têgihiştim ku xalê Mihemed Emîn şoreşgerê zimanê Kurdî ye.

Tovên Jiyanê li ser Belavokên 1’ê Gulanê

​Ew salên 80’yî, demên ku tîpên kurdî mîna tovên jiyanê di nav terkên axa hişk a qedexeyan de şên dibûn. Di bin siya zilmê de, tîpên kurdî li ser belavokên 1’ê Gulanê wek nîşaneyên hebûnê radibûn. Di her herfê û di her hevokê de, keda bêhempa û dilsoziya Xalê Mihemed Emîn diyar bû. Wê demê, nivîsandina kurdî ne tenê karekî teknîkî, lê berxwedaneke mezin û wêrekiyeke polayî dixwest.

Pêşengê Ziman û Zanistê

​Di dema ku zimanê kurdî hatibû qedexekirin û mîna “zimanê çiyayî” dihat binavkirin, Xalê Mihemed Emîn bi zanîn û têgihîştineke kurdewar li ber xwe dida. Ji bo nivîsandina kurdiyeke rast û akademîk, ne tenê hezkirin, lê zanyariyeke kûr û hişmendiyeke neteweyî diviya. Lewma jî, ew ne tenê nivîskarek, lê pêşengekî ziman bû ku bi xebatên xwe mîna çirayekî rêya nifşên nû ronî dikir.

​Nasîna wî di wan salên dijwar de, ji bo min ne tenê hemwelatî ango malbatî, lê dersa destpêkê ya hişmendiya ziman û nasnameyê bû.

Kedkarekî Bêhempa yê Çanda Kurdî

​Mihemed Emîn Bozarslan, bi berhemên mîna “Kêz Xatûn û Gurê Bilûrvan” re reng da xeyalên zarokên Kurd û bi alfebeya xwe re rêya xwendin û nivîsandinê ronî kir. Îro li kîjan mala Kurd hûn lê binêrin, hûn ê rastî berhemeke wî werin. Ev yek nîşana herî mezin e ku wî jiyana xwe mîna findekî ji bo çand û wêjeya kurdî feda kiriye. Ew dildar û kedkarekî wisa bû ku sînorên deman derbas kirin.

Vejandina Şahberhemê: Mem û Zîn

​Yek ji stûnên herî qahîm ên xebatên Xalê Mihemed Emîn, bêguman keda wî ya li ser şahberhema Ehmedê Xanî, Mem û Zînê ye. Di dema ku zimanê kurdî li ber windabûnê bû û mîrata me ya wêjeyî dihat talankirin, wî bi kedeke akademîk û dilsoziyeke kûr ev berhem ji nû ve bi tîpên latînî pêşkêşî gelê kurd kir.

​Wergera wî ya bi tîpên latînî û her wiha bi tirkî, ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo ku dinyaya derve jî mezinahiya felsefe û hunera Xanî fêm bike, bû şibakeke ronahî. Wî bi vê xebatê nîşan da ku zimanê kurdî xwedî koka kûr e û dikare xwe bigihîne lûtkeyên herî bilind ên wêjeya cîhanê. 

Amadekarî û Veguhestin (Ji tîpên erebî bo latînî):

  • Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), 5 cild, Uppsala: Deng, 1985-1988.
  • ​Kürdistan: Rojnama Kurdî ya pêşîn (1898-1902), 2 cild, Uppsala: Deng, 1991.
  • ​Mem û Zîn (Ehmedê Xanî): Veguhestina tîpên latînî, Uppsala: Deng, 1995.

Berhemên Edebî û Folklor:

  • Alfabê, Stenbol, 1968.
  • ​Meselokên lawiran, Borås, 1981.
  • ​Meyro (Çîrok), Borås, 1981.
  • ​Mîr Zoro, Borås, 1981.
  • ​Gurê Bilûrvan û Kêz Xatûn, Borås, 1982.
  • ​Serketina Miskan, Uppsala, 1984.
  • ​Pêkenokên Gelî: (5 cild; Masîyên Bejî, Ji Dînan Dîntir, Ilmê Tûrik, Bûka Gulsûn, Mela Kulî), 1987-1991.
  • ​Pepûk (1985), Melayê Meshûr (1986).
  • ​Şerefa Sistem Keya (1992), Kemal Paşa Weledê Mi? (1993).
  • ​Çîrokên Gelî: (Gulî Xatûn, Kurê Mîrê Masîyan), 1997-1998.

Gotar û Lêkolîn:

  • Li ser rola mîtolojiyê di edebiyata Kurdî de: Ev gotara wî di 15-19’ê Hezîrana 1981’an de, di Civîna Navneteweyî ya Nivîskaran de li bajarê Lahti (Fînlandiya) hatiye pêşkêşkirin.

Soza Şagirtî û Xwarzîtiyê

​Koça dawî ya Xalê Mihemed Emîn, ne tenê ji bo malbatê, ji bo hemû gelê Kurd xemgîniyek û windahiyeke mezin e. Lê belê, wekî şagirtekî wî yê Licî û xwarziyê wî, ez vê dibêjim:

​”Hubra pênûsa Xalê Mihemed Emîn tu carî ziwa nabe. Wê mîna ava sar a Çiyayê Kerekurê (Şîro Dağı) her tim bi herike û rêya me ronî bike.”

​Em ê xwedî li pênûs, fikir û mîrateya wî derkevin û wî bi berhemên wî bidin jiyîn. Rihê wî şad, bereket di axa wî de be.

 

Van jî bibîne

 

​Heyeta Îmraliyê û Erdogan Civiyan: Di Rojevê de Pêvajoya Aştî û Rojava Heye
Di Baweriya Mezopotamyayê de Sembola Hewariyê: Cejna Xizirî

Nûçeyên Sereke