AMED – Her sal bi hatina çilê zivistanê re, herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê dibe navenda merasîmeke koka wê diçe serdema Zerdeştiyê. Cejna Pîr Şalyar, ango Merasîma Pîr Şalyara Cem ku wekî sembola hezkirin, wefadarî û piştgiriya gel tê dîtin, îsal ji ber rewşa siyasî û geşedanên li her çar aliyên Kurdistanê nehat pîrozkirin.
Çîroka Evîn û Rizgariyê: Pîr Şalyar û Şah Buhar Xatûn
Pîr Şalyar zanyarekî navdar ê sedsala 11’an e ku di navbera (1006-1098) de li Hewremanê jiya ye. Li gorî rîwayetên dîrokî, qîza Qiralê Buxarayê, Şah Buhar Xatûn, nexweş dikeve û nikare biaxive û bibîse. Qiral dermanê qîza xwe li ba Pîr Şalyar dibîne. Piştî ku qîzik bi destê Pîr Şalyar baş dibe, Qiral li ser soza xwe wê bi Pîr re dizewicîne.
Ji ber ku Pîr Şalyar di nav jiyaneke feqîr û tinetiyê de dijiya, şêniyên herêma Hewremanê bi rihê alîkariyê daweta wî li dar dixin. Ev daweta ku hezar sal berê bi piştgiriya gel pêk hatiye, îro wekî mîraseke pîroz her sal tê dubarekirin.

Dema Pîrozkirinê û Amadekarî
Cejn bi taybetî di meha Çile de (di navbera 21’ê Çile û 20’ê Sibatê de) tê lidarxistin. Merasîm di roja 40’emîn a zivistanê de dest pê dike û li ber mala Pîr Şalyar a li ser textê Ûramanê ku di nav geliyên bi heybet ên Zagrosan de ye tê birêvebirin. Di nav çalakiyan de ev rîtuelên sereke hene:
- Zikir û Sema: Mêrê herêmê bi kincên kurdewarî û bi dengê defê li ber deriyê mala Pîr zikir dikin.
- Xwarina Taybet: Ji bo xêra Pîr, xwarineke taybet a bi navê “Aşê Tirş” tê çêkirin û li xelkê tê belavkirin.
- Zarok û Agahdarî: Pîrozbahî di tarîgewrika êvarê de bi komên piçûk ên zarokan dest pê dikin. Zarokên ku kîsik di destên wan de ne, li deriyên malan dixin. Zarokên ku mal bi mal digerin, li şûna ku li derî bixin, bi gotina “kote/kute, kote/kute” xwediyên malê agahdar dikin.
- Xwediyên malan jî wekî bersiv; wekî diyarî şîranî, gûz û xurekên bi vî rengî didin zarokan.
Îsal Li Hewremanê Bêdengî Hebû
Her çendî ev cejn ji bo Kurdên Hewramî û bawermendên Zerdeştî pîrozbahiyeke mezin be jî, îsal li herêmê şahî nehatin lidarxistin. Çavkaniyên herêmî didin zanîn ku ji ber geşedanên li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ji bo rêzgirtina li şehîdan û rewşa gel, merasîmên îsal hatine betalkirin.
Ev kevneşopiya ku hezaran sal in li dijî guhertinên demê li ber xwe dide, ne tenê wekî baweriyek dînî, lê wekî nasnameyeke çandî ya herêma Hewremanê tê parastin.
/Mordem Zel/










