6’ê Sibata 2023’an… Saet 04:17. Li Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê, erd bi hemû xezeba xwe (7.6) hejiya û jiyana bi milyonan kesan di nava çend çirkeyan de guherand. Wekî ekîba bernameya JÎNGEH’ê, me dizanibû ku ev ne tenê nûçeyek e; ev karesatek e ku wê dîrokê bike du parçe: beriya erdhejê û piştî erdhejê.
Rezik: Li Navenda Tirsê
Mala min li navçeya Rezikê (Bağlar) ya Amedê ye. Li Amedê, cihên ku herî zêde tesîra erdhejê lê çêbû navçeya Rezikê bû. Piştî erdhejê, li tevahiya kuçe û kolanên Amedê mertirsiyeke mezin hebû. Ew rojên pêşî li Amedê, li ber avahiyên hilweşiyayî yên mîna Galeria û taxên Mewlana Xalid, 5 Nîsan, Şêx Şamîl û Selahaddîn Eyyubî yên navçeya Rezikê, me şahidî ji her tiştî re kir: Ji hêviya di çavên dayikan de heta bi bêdengiya mirinê ya li ser kavilan. Me nedihişt gelê me tenê bimîne, lê dilê me li deverên din, li bajarên mîna Semsûr, Gurgum, Hatay, Dîlok, Riha û Meletî bû.
Ber bi Keleha Êşê ve: Rêwîtiyên di Nav Mijê de
Piştî çend rojan, me biryara çûyîna herêma erdhejê da. Me alavên xwe kom kirin û wekî wezîfeyeke mirovî û wijdanî, me berê xwe da kûrahiya herêma erdhejê. Rêwîtiya me ne rêwîtiyek asayî bû; her ku em diçûn, manzere diguherî:
Rêyên Şikestî: Rêyên ku di bin giranî û hêza erdê de mîna kaxiz qetiya bûn, çûyîna me zehmet dikir.
Bêhna Toz û Sermayê: Li her devera ku em lê derbas dibûn, bêhna betonên herifî û dûmana agirên ku ji bo germbûnê hatibûn vêxistin, li hewayê bû.
Bajarên Bêdeng: Bajarên ku berê tije jiyan bûn, niha mîna goristanên mezin ên betonî li pêşiya me bûn.
Birîna ku Nayê Vegotin
Gava em gihîştin herêmê, me dît ku karesat ji ya ku li ser ekranan tê dîtin gelekî mezintir e. Bi hezaran mirov li ber kavilan, di nava sermayeke hişk dijwar de, li benda agahiyekê bûn. Wekî ekîba JÎNGEH’ê, me ne tenê kamera û mîkrofonên xwe, me dilê xwe jî biribû wê derê. Me xwest em bibin pira ragihandina vê êşê û bibin şahidê wê heriyê, wê tozê û wê hewara ku li asîmanan deng vedida.
”Me ne ji bo dîtina mirinê, ji bo nîşandana rûmeta berxwedana gelê xwe berê xwe da herêmê. Çimkî li cihê ku lê birîn hebe, divê wijdan jî li wê derê be.”
Ekîba me ji sê kesan pêk dihat: Ez (Mordem Zel), Sercan Yurek û Huseyîn Alturk. Ji ber ku li herêmê pirsgirêka dubare bûna erdhejê û cihê razanê hebû, em bi qarawana hevalê me Sercan ketin rê. Di plansaziya me de ev hebû; me dê qarawana xwe li navenda Marqazê (Pazarcık), li nêzî konên sazî û partiyên siyasî yên Kurdan bi cih bikira. Ji bo kêşan û xebatên nûçeyan jî, me dê erebeya xwe ya “dublo” bi kar bianiya.
Şahidiya Li Ber Tabloya Semsûrê: Rojnivîska Erdhêjê
Dema em gihîştin Kolikê (Kahta) me dît ku bi dehan qamyon kavilan dikişînin û li kêleka rê vala dikin. Diyar bû ku desthilat dê ji kavilan rêyan çêbike. Dema em di nav Kolikê re derbas dibûn, karesata erdhêjê hêdî hêdî xuya dikir.
Roja pêşîn me berê xwe da navenda Semsûrê. Armanca me zelal bû: Em ne tenê wekî tîmeke wênegir an nûçegihan, lê wekî wijdana wan mirovan çûbûn wir. Me dixwest em bibin dengê wan ê ku di bin enqazan de fetisîbû û hawara wan bigihînin her çar aliyên cîhanê.

Bajarekî Wekî Qada Şer
Gava em ketin navenda bajêr, dîmenê li pêşiya çavên me ne wekî karesateke xwezayî, lê wekî encama şerekî giran ê cîhanê bû. Te digot qey bajar hatiye bombebarankirin; kevir li ser kevirê nemabû. Avahiyên ku berê cihê jiyanê bûn, niha bûbûn goristanên betonî.
Rêya ku ji navenda Semsûrê ber bi Gurgumê (Maraş) ve diçe, rastiyeke êşê bi bîra me xist. Li seranserê wê rê, di nav wan hezarên avahiyên hilweşiyayî de, tenê du-sê avahiyên fermî yên dewletê li ser piyan mabûn. Vî dîmenî bêyî peyvan her tişt digot; cudahiya navbera “jiyana mirovan” û “karsaziya bêwîjdan” bi qelsiya wan avahiyên hilweşiyayî re derketibû holê. Ew avahiyên betonî yên ku bi erdê re yeksan bibûn, nîşana herî mezin a xemsariyê bûn.
Zivistan û Sefaleta Bêdeng
Zivistanê bi serma û seqema xwe her derê dorpêç kiribû. Li kolanên Semsûrê, însan di nav sefaleteke bêhempa de bûn. Ew tenê mabûn; li hemberî sermayê, li hemberî birînên xwe û li hemberî bêdengiyê. Êş êdî ji sînorê gotinan derbas bibû; li her kuncikî, li her çavekî, mirov dikaribû bibe şahidê vê karesata mezin. Dema ku me kamerayên xwe li wan hûrikan dizivirand, me nedizanî em li kîjan birînê binihêrin; her enqazek çîrokek, her çîrok fîxaneke cuda bû.
Ber bi Marqazê ve: Rêya di nav Tirs û Matmayînê de
Piştî ku me êşa Semsûrê di kîsê dilê xwe de civand, me berê xwe da Marqazê. Rêya ber bi wir ve diçû, mîna ku qada erdhejê bi me re bimeşe, her gav bi şopên wêranê tije bû. Gava em gihîştin Marqazê, me dît ku li wir jî erd û asîman bi hev ve zeliqîne.
Di nav wê axê, sermayê û tirsê de, însan li benda hinekî hêvî û derman bûn. Em wekî ekîb, tevî ku dilê me perçe perçe bibû jî, me hewl dida her kêliya wê trajediyê tomar bikin. Çimkî me dizanî; heke em nebin dengê wan, ev êş dê di bin wan kevirên sar de winda bibe. Marqaz ne tenê rawestgehek bû, ji bo me bû îmtîhaneke giran a mirovahiyê.
Li Gundên Komîşîrê: Şopa Aşîtê û Çîrokên Bi Êş
Bêtir bala me li ser gundên Kurdên Elewî bû ku dengê wan kêm dihat bihîstin. Em pêşî çûn gundê Recebê (Recepköy) û Ava Spî (Aksu) yên li ser Komîşîrê (Çelikhan) ya Semsûrê. Li wir hevalekî bi navê Mihemed (Mehmet Petek) em pêşwazî kir û bi me re eleqedar bû. Dîmenê li wir di nav êşê de diaxivî; ne tenê erdhejê, lê belê aşîtên ku ji Çiyayê Spî qijihîbûn, gund wêran kiribûn. Zinar û hîntên qiraseyî bi ser malan de hatibûn xwarê. Li gundê Recebê bi dehan heywan di axuran de ketibûn bin kavilan û mirar bûbûn. Tevî vê karesatê jî, tu alîkariyeke dewletê negihîştibû wir. Gundê Bîstikan/Kinar ku hunermend Ahmet Kaya jê ye jî di heman rewşê de bûn.
Wekî pêşkêşvanê bernameyê, min guhdariya çîrokên wan ên bi êş kir û yek bi yek ji temaşevanan re ragihand. Her malek, her kuncikek gund di nav xwe de trajediyeke giran dihewand. Çîroka ku herî zêde dilê min şewitand, ya keçikeke astengdar bû; ji ber ku rê girtî bûn û derfet tune bûn, cenazeyê wê sê rojan di bin berfê de hatibû ragirtin heta ku derfetê veşartinê çêbe. Me dît ku li wir ne tenê erdhejê, bêderfetiyê û bêkesiyê jî canê mirovan dişewitand.
Nanê Me Biratî ye
Li gundê Recebê, dema me xebatên xwe bi dawî kir, gundiyan bi dilgermî em vexwendin ser nanê xwe. Hevalên min hinekî dudil bûn, dibe ku nexwestin di wê tengasiyê de bibin bar li ser milê gundiyan. Lê min israr kir. Di hişê min de fikarek hebû: Min nexwest ew bifikirin ku ji ber “elewîtiyê” em nanê wan naxwin. Ji bo şikandina wan sînorên paşverû û xurtkirina biratiyê, em rûniştin ser sifrê. Wê xwarinê tamêke din da rihê me.
Peyama Neviyên Şêx Seîd ji bo Neviyên Sey Rîza
Dema em vedigeriyan Bazarcixê, rêya me bi keviran tije, asfalta rê qelişî bû. Erd hê jî dilerizî. Di wê kêliyê de min telefonî hevalekê xwe (Ramazan Arı) kir ku tevî min ew jî di rêveberiya Komeleya Şêx Seîd de bû. Min jê daxwaza alîkariyê ji bo van her du gundan kir. Roja din, bi pêşengiya wî Komeleyê bi lez du kamyon alîkarî û malzemeyên jiyanê gihandin gundiyan.
Ev bûyera ku di nûçeyan de wekî “Neviyên Şêx Seîd bi hewariya neviyên Sey Rîza ve çûn” hate pênasekirin, ji alîkariyekê zêdetir bû. Ew peyameke dîrokî ya yekîtiyê û piştgiriyê bû ku di nav wan rojên reş de ronahiyek da me.
Şahidên Şeva Sar: Di Navbera Xewnên Mexdûran û Piştevaniya Gel de
Piştî rojeke tije westiyan û kêşana dîmenên dijwar, gava em vegeriyan navenda Marqazê, me xwe sipart stargeha xwe, ango qarawana xwe. Lê wê şevê, di qarawanê de tenê em neketibûn xewê; em bibûn şahidê xewnên nîvco mayî yên bi hezaran mexdûrên erdhejê ku li dora me, di nav sermayê de li jiyanê vedigeriyan.
Li derve tevgereke bêhempa hebû. Ne tenê li wir, li her çar aliyên dinyayê dilê Kurdan û dostên wan ji bo herêmê lêdida. Alîkarî wek çemekî diherikî, lê li aliyê din valahiyeke rêveberiyê hebû. Ji ber ku şaredariyên di destê HDP’ê de hatibûn desteserkirin, barê giran ê piştevaniyê li ser milê Şaredariya Silopiyayê bû ku bi hemû hêza xwe li qadê bû. Wan çadir vegirtibûn û ji tenduristiyê heta xwarinê, her tişt koordîne dikirin.
Dengê Rastiyê: Bernameyeke Zindî Di Nav Kavilan De
Weke ekîba Jîngehê, di roja sêyem a vê karesatê de, me biryar da ku em bibin dengê vê berxwedanê. Me li ber çadira şaredariyê amadekariyên xwe kirin û rêveberên sazî û dezgehên Kurdan kirin mêvanê bernameya xwe. Bi awayekî zindî em bûn mêvanê ekrana Stêrk TV’yê.
Min weke pêşkêşvan, pirsên xwe ji wan kesan kir ku dilê wan ji bo vî gelî dişewitî. Mêvanên min ên wê rojê ev bûn:
- Hevserokê Bajarê Şirnexê yê HDP’ê, Abdûllah Gungen
- Hevseroka Şaredariya Silopiyayê, Adalet Fîdan
- Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê, Samî Demîr
- Hevserokê Şaredariya Gundikê Melî, Şêxmûs Sîdar
- Aktîvîsta TJA’yê, Guler Tûnç
- Rêveberê DBP’ê yê Şirnexê, Sekvan Kiliç
Me di wê bernameyê de ne tenê behsa kar û barên alîkariyê kir; me behsa vîna gel, piştevaniya herêmî û hêza ku ji yekîtiyê tê kir. Ew roj, di nav sermayê de, germahiya herî mezin ew hevxemî û ked bû ku me bi çavên xwe dît û bi mîkrofona xwe gihand cîhanê.
Min wek pêşkêşvan, di nav her hevokekê de hewl dida ku wê atmosfêra tije êş bînim ser zimên. Wê şevê di bin sermaya qarawanê de, me fêm kir ku; heta ku mîkrofonek hebe ku rastiyê bêje û heta ku destê hevkariyê hebe, tu karesat nikare vî gelî daxîne ser çokan.
Balyan: Di Qelişîna Erdê de Şîna Xwezayê
Roja çaran bû… Rojek ji wan rojên ku dem sekinîbû, lê êş wekî çemekî bi xezeb diherikî. Me berê xwe da nav dilê xwezayê, herêma Zinarê Sor ku nêzikî gundê Balyanê (Yaylakonak) yê Semsûrê ye, lê me dît ku dilê xwezayê jî mîna yê me parçe parçe bûye. Me dixwest em bibin dengê axê, bibin şahidê wê karesata ku erdhejê li ser rûyê dinê hiştiye. Lê ya ku me dît, ne tenê erdhejek, qiyameteke bêdeng û bêrehm bû.
Heyrana Xwezaya Birîndar
Xeta fayê ya ku di nav sîngê herêmê re derbas bibû, ne tenê rê û xanî, bîranîn û kokên me jî hejandibûn. Çiyayên ku bi hezaran salan wekî şahidan li ser piyan bûn, îro qijihî bûn; mîna ku ji hundir ve hatibin teqandin, perçe perçe bibûn. Erd mîna sîngê dayikeke ku kezeba wê şewitîbe qelişîbû. Darên ku bi sedsalan xwe dabûn axê, ji kokê ve mîna perên çivîkan hatibûn avêtin. Newalên ku berê bi dengê avê û şîniya xwe wekî bihiştê bûn, îro veguherîbûn doliya cehnemê. Xweza ne bi me re, bi xwe re ketibû şerekî giran.
Talana di Nav Şînê de
Di nav wê atmosfera mija xemê û bêhna mirinê de, kamyonetek ji dûr ve mîna sîyekî reş xuya bû. Min got qey qenebe di vê roja reş de alîkariyek e, hewarçûyînek e. Ez çûm pêşiya wan, lê min dît ku ne janên me, ne jî feryada xwezayê li xema wan e. Ew xebatkarên şantiyeya ku ji bo çêkirina bendavê wezîfedar bûn. Li wir, li ser Çemê Spî bendav dihat çêkirin.
Li aliyekî bi sedhezaran can di bin kavilan de dinaliyan, li aliyê din desthilat û xebatkarên wan bi meşkûliyeta texrîbkirina xwezayê re mijûl bûn. Gava ku dinya li ser serê me hilweşiyabû, wan hîna jî li berjewendiyên xwe digeriyan. Ev dîmenê bêhurmetiyê, ev rûyê sar ê bêmirovahiyê dê heta hetayê mîna birînekê di bîra min de bimîne. Me di dilê xwe de digot: “Digel her tiştî em li ser karê xwe ne, heke me tiştek ji dest neyê jî, qenebe em nakalîn, em nakeniyan!”
Veger: Ji Marqazê Ber bi Heqîqetê ve
Gava êvarê me berê xwe da qarawana xwe ya li Marqazê, barekî giran li ser milê me hebû. Di nav qarawanê de, nîqaşa me ya herdemî mîna birîneke êşdar nû dibû: Marqaz yan Bazarcix? Ji bo hinekan tenê navek bû, lê ji bo me nasname bû, dîrok bû. Li gorî hemû xebat û lêkolînên min, heqîqet di navê “Marqaz”ê de veşartî bû. Bazarcix navekî bi zorê lêkirî, navekî “paşê” bû ku dixwest rastiya wê axê veşêre. Me bi zanabûn û bi biryardarî navê Marqazê bikar anî; lewre di her kêliya jiyanê de, ya ku civak û gelan li ser piyan digire tenê rastî û rûmeta navê Jîngeh’an e.
Rêwîtiya Ber Bi Brîna Kûr: Gundê Bayîlê
Roja pêncan bû; em ber bi gundê Bayîlê (Akçatepe) yê li ser navçeya Tûtê ya Semsûrê ve ketin rê. Zivistan bû, karesata erdhejê li çiyayên bilind rûniştibû. Rêyên gund ji ber sermayê û karesatê qelişî bûn, her kîlometre metirsiyeke qezayê bû. Lê şofêrê me Sercan, bi baldarî û hostatî em di nav wan rêyên asê de derbas kirin û em gihandin gund.
Kevir li ser Kevir Nemabû
Dema em ketin nava gund, bêdengiyekî giran û dîmenekî wêran em pêşwazî kirin. Bayîlê, yek ji gundên ku herî zêde derba erdhejê xwaribû. Weke ekîba Jîngehê, me dizanibû ku barê ser milê me giran e; me dixwest bi dilê rihet û wijdana paqij bibin dengê hewariya mexdûrên erdhejê. Di ketina gund de me dîtin ku kepçe xebat dikin, dixwestin birînên axê derman bikin. Me bi çavên xwe dît ku kevir li ser kevir nemaye; gund hema hema bi temamî rûxiya bû.
Di nava vê wêraniyê de du mînakên balkêş hebûn ku hêviyê didan mirov:
- Dayîka Gultan: Xaniyê wê di sala 1983’an de hatibû çêkirin, lê bi rûmet li ser pêyan mabû. Ev bîranînek bû ku nîşan dida: ger avahî bi mehkemî werin çêkirin, mirov dikare ji karesatan rizgar bibe.
- Dara Tûyê: Xaniyek hebû ku pişta xwe dabû dareke tûyê ya kevnar. Wusa dixuya ku wê darê bi qasî sedsalan, di wê kêliya giran de jî xwedî li wî xanî derketibû.
Çîrokên Bi Êş û Zarokek
Dema Sercan dronê radikir ser her şeş taxên gund, felaket ji asîmanan hîn zelaltir dihat dîtin. Di nava kuçeyên xirbeyan de, min keçikeke biçûk dît. Weke çûçikeke birîndar, min ew hembêz kir. Min nexwest tirsê bixim dilê wê; min nexwest bi gotina “erdhejê” xewnên wê biherimînim, çimkî zarok stargeha me ya herî paşîn in.
”Çîrokên ku Dil Dişewitandin: Malbata Yıldırım
Bê guman, her xaniyek xwedî çîrokek bû: li her gundî çîrokek bi êş hebû. Yek ji wan çîrokên herî balkêş û dilsoj, çîroka Malbata Gündüz Yıldırım bû. Di bin wê karesata mezin de, malbat bi temamî di bin xirbeyan de mabû. Xwediyê malê Gündüz Yıldırım û malbata wî di wê şevê de rastî felaketeke giran hatibûn. Tenê kurê wan ê bi navê Fûrqan ku 18 salî bû filitî bû; ew jî ji ber ku wê şevê çûbû mala kalê xwe, ji mirinê rizgar bûbû. Fûrqan, êdî bi tena serê xwe malbat bû…
Ber Bi Rêyeke Nû Ve
Me di nava van êşên nedîtî û çîrokên nîvco mayî de bernameya xwe kişand. Her kevirekî xaniyan, her daxwaza dayikeke birîndar di dilê me de ma. Bi vî barê giran, me xatir ji Bayîlê xwest û em ber bi Marqazê ve ketin rê…
Di Nav Seqemê de Dengê Mirovahiyê: Serboriya Pamûxliyê
Roja şeşan bû. Westandineke giran li ser milên me hebû, lê birîna li Semsûrê ji westandina me mezintir bû. Me vê carê berê xwe da gundê Pamûxlî (Pamuklu). Gund li ser navçeya Tûtê, li berpala çiyayê Komirê hatibû avakirin. Her çendî di qeydên fermî de wekî gundekî Tirkmenan derbas dibû jî, di nav wê karesatê de ziman, dîn û nijad wateya xwe winda kiribûn; ji bo me tenê “mirov” û “êş” hebû. Em çûbûn ku bibin qêrîna wan a bêdeng.
Rêya Çiyayê Komirê û Qeşaya Bêbext
Gihîştina gundê Pamûxlî ne hêsan bû. Zivistanê bi hemû xezeba xwe rê li me girtibû. Berfa ku barî bû, li ser erdê mîna zekemê perçîn bibû; her gava ku me diavêt qeşa di bin lingên me de dibû tehsok. Gundên cîran, Arinç û Bayîl, di bin berfa spî de winda bibûn. Sarbûneke wisa hebû ku nefesa mirov li hewa qeşa digirt.
Dema em gihîştin gund, bêgengiyekê derasayî bala min kişand: ew bêdengiya bi qasî qêrînê biêştir bû. Mizgefta gund mîna îskeletekî xuya dikir; dîwarên wê wekî roket lê bikevin teqiya bûn, lê bi awayekî ecêb li ser piya mabû. Wisa dixuya ku gundiyan canê xwe di nav wê sermayê û kavilan de parastibûn.
Li Taxa Jor: Dostaniya li Ber Kavilan
Me li derdora mizgeftê çavdêriyên xwe kirin û paşê em derbasî taxa jor bûn. Li wir her xanî, her kevirek çîrokekê vedigot. Li wir, min dîmenek dît ku heta ez sax bim dê ji bîra min neçe.
Kûçikekî Kangal, bi zincîreke kurt li ber xaniyekî xirakirî girêdayî bû. Xwediyê wî li ku bû? Di bin kavilan de bû yan sax bû? Nediyar bû. Lê wî kûçikî li ber wan xirabeyan berfê dikoja. Ji birçîna bû yan ji tîna bû nizanim, lê rastiyekê hebû, kûçik wê qeşayê wekî xwarinê di devê xwe de hûr dikir. Çavên wî mîna ku gazincan ji mirovahiyê bikin, li me dinêrîn.
Ew kêliya ku min hinek xwarinên sivik ên di erebeyê de bûn birin jê re, rewşa heyî guherî. Dema min xwarinê da, çavên wî birisîn. Bi vî hawî me li wê derê bi hevdû re peymanek bêdeng çêkir; em bûn dostên hev ên herî dilsoz. Min fêm kir ku di nav erdhejê de ne tenê mirov, jiyana her zindî bi bandor bûye.
Sed xwezî em bikaribûna wî bi xwe re bibin, lê ez dizanibûm ku ew ê tu carî wê pariya nan û wê germahiya mirovahiyê ji bîr neke.
Xatirxwestina ji Semsûrê
Me bi dilekî giran û bi çavên tije hêsir kêşana xwe ya li gund bi dawî kir. Her maleke ku me lê nêrî, wekî parçeyekî ji ruhê me jê bû. Êdî dem dema vegerê bû. Me pişta xwe da çiyayê Komirê yê ku bi berfê hatibû nixumandin û em ber bi Marqazê ve bi rê ketin.
Lê em hinekî din guherîbûn; me di çenteyên xwe de êş, di dilê xwe de dostaniya kûçikekî Kangal û di hişê xwe de bêdengiya Pamûxlî biribû.
Di Qelşên Erdê de Li Şopa Jiyanê: Serboriya Avananê
Meha Sibatê bû. Ew sermaya ku mirov dibêje qey qesta canê meriv dike, li ser herêma erdhejê mîna kefenekî spî û sar rabihorîbû. Di rojeke wiha de, ku asîman bi xwe jî mîna dilê me bi mij û dûman bû, me berê xwe da gundê Avanan (Çiğli). Gundekî Elewiyan ku her kevirê wî bi bîhn û baweriyê hatibû hûnandin, niha di bin kavilên erdhejê de dinaliya.
Cemxane: Warê Birînên Kûr û Baweriya Qahîm
Gava Sercan wesayîtê li ber Cemxaneyê rawestand, bêdengiyeke giran li gund serwer bû. Tenê dengê bayê sar di nava kavilan de dihat guhê mirov. Ez ji erebeyê peya bûm, lê lingên min nedixwestin gav biavêjin. Garaja gund mîna stargeheke li nêzikî cemxaneyê bû; mirov li wir li hev civiyabûn, rûyên wan mîna axa gund sar û bi xetên kûr tije bûbûn.
Ez û Husên ketin hundirê Cemxaneyê. Di wê kêliyê de hesteke cuda bi min re çêbû. Dîwarên ku bi salan bûbûn şahidê sema girtinê, bi temamî teqiya bûn. Wisa xuya dikir ku erdhejê li her tiştî tesîr kiribû. Lê gava min li dîwarên teqandî yên ji hev şiqitî û xirakirî mêze kir, wêneyên 12 Îmaman, di nava wê wêraniyê de bala min kişandin. Çarçoveyên ku wêne di wan de bûn mîna neqşa li ser zinaran li dîwaran daliqandî mabûn.
Min li rûyê Hz. Elî mêze kir, paşê li Hesen û Husên. Di wê kêliya ku ji her derê gund hilma êşê bilind dibû, ew wêne wekî peyameke “em hê li vir in” li ber çavan sekinîbûn. Min di dilê xwe de got: “Ev ne qeder e? Di her sedsalê de Kerbelayek, di her sedsalê de êşeke nû… lê dîsa jî em li ser piyan in.” Min bi vî hestî behsa wan kir; ne tenê wekî dîrok, wekî êşa îro ya li Çîxlîyê.
Erdê ku Rêya Xwe Guherand
Piştî ku em derketin derve, Sercan drona xwe rakiribû ezmên. Dîmenên ku ji jor de dihatin, mîna birînên li ser laşê mirov bûn. Ez û Husên em ketin nava gund. Min bi çavên xwe dît ku xeta fayê mîna şûrekî di nava gund re derbas bûye.
Tiştê ku herî zêde bala min kişand, guherîna cografyayê bû. Xaniyekî ku xwediyê wî bi salan ked dabûyê, 15 metre ji cihê xwe şiqitî bû. Min li wê valahiyê nêrî û fikirîm: Mirov çiqas lawaz e, xeyalên me çiqas şikestok in ku erd di kêliyekê de dikare cihê mala me û jiyana me biguherîne. Dema em ber bi gundê Koconê ve bi rê ketin, toza xirabeyan li ser kincên me, êşa dîtinan jî li ser dilê me mabû. Min nediwêrî li paş xwe binêrim, çimkî min dizanibû ku her kevirê li wir mayî, çîrokeke nîvco mayî vedibêje.
Rêwîtiya Ber bi Kelandina Dil: Gundê Koconê
Piştî ku me toza gundê Avananê li pey xwe hişt, me berê xwe da Koconê. Kocon li ser navçeya Mama Şîrforoşê ya Gurgumê, mîna birînekê li benda derman bû. Lê ya ku me li gund dîtin, ji birînê wêdetir, wêranîyek efsûnî û xemgîniyek negotî bû.
Wêraniya mîna “Kaxizê Qermiçî”
Xeta fayê, tam di nava gund re derbas bûbû. Dema min li xaniyên gund nêrî, wekî ku kesekî kaxizek di nav destên xwe de biqermiçîne, bişidîne û têxe nav hev, xanî wisa li hev hatibûn qatkirin. Ne diwarekî li ser piyan, ne jî banekî saxlem mabû. Dema ku hevalê min Sercan dron rakir asîman, karesata li Koconê mîna nexşeyeke mirinê li ber çavên me raxist. Her kevir, her dar û her kolan, şahidiya wê şeva reş dikir.
Cihêkariya di nav Êşê de
Kocon gundekî Kurdên Elewî bû. Ya ku dilê mirov bêtir dişewitand û hovîtiya rewşê nîşan dida ne tenê erdhej bû; bêxwedîtî û bêparhiştina ji alîkariyê bû. Di wê sermayê û wêranîyê de, gundiyên Koconê bi tenê hatibûn hiştin. Tenê destên hevkariyê yên ji aliyê partiyên wekî HDP û CHP’ê ve hatibûn dirêjkirin, hinekî bîna gundiyan fireh kiribû.
”Êş giran e, lê dema meriv hîs dike ku bi zanebûn tê ji bîr kirin, ew êş dibe jehr.”
Ragihandina Heqîqetê
Min yek bi yek di nav wêraneyan de çavdêriyên xwe kirin. Her kavil, çîrokek cuda vedigot. Min her tiştê ku dît, her hûrgiliya ku min hîs kir, bi rêya kamerayê ji temaşevanan re ragihand. Min xwest ku dengê Koconê ne di bin xanîyên herifî de, lê di wijdana mirovan de deng bide.
Piştî ku me erkê xwe yê li Koconê qedand, bi dilekî şikestî û bi xatirxwestineke xemgîn, em ber bi gundê cîran Zînkonê (Küpelikız) ve ketin rê…
Li Zînkonê: Saeta ku Rawestiyabû û Çîroka Mamoste Mihemed
Piştî ku me gundê Koconê li pey xwe hişt, vê carê rêya me ket gundê Zînkonê. Zînkon, gundekî Kurdên Elewî ye ku li ser navçeya Mama Şîrfiroşê ya Gurgumê ye; herêmeke ku birîna erdhejê lê hîn kûr û xalî ye.
Gava em gihîştin gund, hevalekî bi navê Erdal em pêşwazî kirin. Erdal, li Almanyayê dijiya, lê dilê wî her tim li gundê wî û li ser axa wî bû. Wî li gund ji bo xwe xaniyek çêkiribû û bi demsalî dihat serdana welat. Xaniyê wî zêde zirarê nedîtibû, lê mixabin, xaniyê bavê wî bi erdê re yeksan bûbû. Tevî ku mala bavê wî xira bûbû jî, ji camêriya xwe; heta ku em li wir bûn, bi her awayî ji me re bû alîkar.
Li nav wêranên Zînkonê, sê tiştan bala min kişand û her sêyan jî wekî kêrê dilê min birî:
- Saeta Mirî: Di nava xirbeyan de min saetek dît. Derziya wê di 04:17 deqeyan de sekinî bû. Wê saetê ne tenê dem, lê jiyana bi hezaran mirovan di wê kêliyê de rawestandibû.
- Şopa Dengê Me: Li ser banê xaniyên hilweşiyayî, du çanaxên ûydûyê (antên) bal dikişandin. Min fêhm kir ku li vir kanala me, Stêrk TV, hatiye temaşekirin. Fêhmkirina ku bernameya me gihîştiye van malan, di nav wî xemgîniyê de hesteke cuda da min.
- Çîroka Mamoste Mihemed: Ya herî giran jî çîroka Mihemed bû. Bavê wî (Alî) bi kesereke kûr behsa wî kir. Mihemed hê nû bûbû mamoste, bi hezaran hêviyên wî hebûn. Bavê wî got: “Dema erdhej çêbû, xanî bi ser me de ket. Em hemû di bin de man, lê paşê em rizgar bûn. Tenê lawikê min Mihemed di bin de ma. Sê rojan em li benda alîkariyê man, lê dewlet bi hewariya me de nehat…”
Zimanê mirov li hemberî vê êşê lal dibe. Dewletê gundî bi tenê hiştibûn û Mihemed di bin barê bêxwedîtiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Dema min bername pêşkêş dikir, min dît ku li ser ekranên televizyonan hîn jî rayedarên ku dikenin hene. Ew ken, li hemberî vê wêraniyê û li hemberî birîna bavê Mihemed, wekî heqaretekê bû.
Min bernamenyê bi van gotinan bi dawî kir: “Çi ji destê kî bê, divê ji bo mexdûran wê bike. Hege nikaribe tiştekî bike jî, qenebe bila nekene!”
Bi vê êşa giran a li ser dilê me, em vegeriyan qarawana xwe ya li Marqazê, lê hiş û aqilê min li Zînkonê, li ba saeta sekinî û xewnên nîvco yên Mamoste Mihemed ma…
Şahidiya Di Nav Xirbeyan De: Rêwîtiya Gurgumê
Piştî xebatên me yên li Zînkonê, me berê xwe da dilê erdhejê; ber bi Gurgumê ve. Ew bajarê ku salek berê me kêşanê lê kiribû, niha wekî “bajarekî xeyalet” li pêşiya çavên me bû. Te digot qey qiyamet rabûye, her tişt serûbin bûbû. Dengê ku tenê li bajêr olan dida, ne dengê mirovan, lê dengê makîneyên kar, kepçe û dozeran bû ku di nav toza xirbeyan de dixebitîn.
Paqijî û Piştevaniya Li Qaravanayê
Her roj piştî ku xebata me ya kişandinê diqediya, em vedigeriyan qaravanayê. Me hewl dida di nav wan şert û mercên giran de xwe ji nexweşiyan biparêzin. Ji ber ku me nizanibû em ê kengî vegerin, me gelek cil û berg; ji binkirasan bigire heta sakoyan bi xwe re biribûn. Di warê xwarinê de jî em bi tenê ne bûn; Şaredariya Silopiyayê alîkarî dikir. Me bi hevre xwarin amade dikir, me nanê xwe parve dikir û di wê sermayê de me hewl dida dilê hev germ bikin.
Dost û hevalê me yê hêja, rojnamevan Abdulrahman Gök (Apo) jî li wir bû. Bi kedeke mezin, her kêliyê bi weşênên zindî radigihand cîhanê. Wê demê her rojnamevanek bûbû dengê hewariya mexdûran.
Taxa Elwiyan û Gêjaniya Erdhejê
Jîngeha me ya yekem li Gurgumê, Taxa Elwiyan bû. Ev taxa ku li berpalên çiyê hatibû avakirin, bi ecêbmayî; zirareke zêde nedîtibû. Me li wir bi pîrekî Elewî re sohbet kir û me hinek dîmen girtin. Erdhejê mirov dixist nav gêjaniyeke wisa ku te nizanibû tu yê bi çi şa bibî û bi çi biêşî.
Dema em daketin navenda bajêr, rewş hîn girantir bû. Li hinek deran ketina nav kavilan qedexe bû, lê ji bo ku em rastiyê nîşan bidin, em bi dizîka ketin nav kuçeyan. Di dema kêşanê de em hinekî diltirs bûn, çimkî li her derê polîs û leşker hebûn, dibe ku me asteng bikirana. Ez û Husên bi awayê ku em biçin çalakiyê em ketin nav kavilan û me kêşana xwe kir, Sercan jî bi kameraya xwe di nav kuçeyên wêrankirî de li dû hûrguliyan bû.
Goristana Kapîçamê: Bêdengiya Bihezaran Mirovan
Piştî ku bernameya me bi dawî bû, em çûn Goristana Kapîçamê. Ew der ne tenê goristanek, lê bûbû şahidê trajediyeke mezin. Bi deh hezaran mirov di bin wê axê de bûn. Em di nav wan mezelan de geriyan, me ji bo her yekî duayên xwe kirin û bi barê wê xemgîniyê em vegeriyan Marqazê.
Lê rêwîtiya me bi dawî nebibû; roja din rêya Meletiyê li benda me bû…
Serboriya Qûrûcaobayê: Di Nav Berfê de Çavên Beybûnî
Dema ku me berê xwe da navçeya Xirabşara (Doğanşehir) Meletiyê, rojê hêdî hêdî xatirê xwe ji lûtkeyên çiyayan dixwest. Armanca me gundê Qûrûcaobayê bû. Gava em gihîştin gund, dîmenekî ku dilê mirov dişewitand li pêşberî me bû: Gund bi erdhejê re yeksan bûbû û di bin kefenê berfê de, sermayeke kûjende li ser xirabeyan serwer bû.
Ozge ya Rûbeybûn
Di nav wan kavilan de, me malbatek dîtin ku di bin çadirekê de xwe ji sermayê diparastin. Li wir çavên min bi keçikeke 5-6 salî ket. Rûçikên wê mîna kulîlkên beybûnê yên di nava zozanan de geş û nerm bûn. Min bi destên wê girt; destên wê yên piçûk di nav destên min de sar bûn, lê dilê wê germiyek dida derdora xwe.
Min xwest di nav wê tarîtiyê de çirîskekê pê bixim. Me di nav xirabeyên ku carekê jê re digotin “mal” de, dest bi kêşanê kir. Min xwest ev kêşana me, ji bo wê keçika delal ne tenê nîşana êşê, lê bibe bîranîneke watedar ku rojekê jê re behsa hêviyê bike.
”Silav û rêz temaşevanên hêja… Ez û Ozge ya rûbeybûn, îro di nav kavilên erdhejê de, li ser xirabeyên mala wê mêvan in. Em ê dîtbariyên vê êşa giran, bi bedewiya çavên Ozgeyê bunixumînin û ji we re ragihînin…”
Hêsirên Çiyayên Ûlûbaba û Bozik
Sermayê êdî li canê me dixist. Min Ozgeyê radestî malbata wê kir û me bi hevalên xwe Sercan û Husên re kêşana xwe domand. Li hemberî me, Çiyayê Ûlûbaba û Çiyayê Boz bi hemû heybetiya xwe mîna şahidekî lal lê bi hêsir li gund dinêrî. Her berfa ku bi dîtbarî, mîna hêsirên çiyê bûn, li ser birînên me dicemidî.
Veger
Piştî ku me erkê xwe bi dawî kir, em bi barê êşeke giran a ku nayê pênasekirin vegeriyan Marqazê. Me li wir xwe hinekî da hev, lê dilê me li Qûrûcaobayê, di bin wê çadirê de û di nava wan çavên beybûnî de mabû. Bi wî barî, em ketin ser rêya Amedê.
Me gund li dû xwe hişt, lê rûyê Ozge ya rûbeybûn û heybetiya çiyayên Ûlûbaba û Bozik di bîra me de mîna birîneke kûr cih girt.









