Ev ser nivîs bo dijmine gelê Kurd e! Bo wan zivistanek dijwar tê, bayê felekê bi felaketa Kurdan tê. Ew ê roj bê ji deriyên xwe nikaribin derkevin, ew ê ji pencereyên xwe nikaribin serê derxin. Ew ê deriyan li ser xwe dadin û benda hesab û kîtebê biseknin. Ew ê şîrikên wan ên dewşîrme wan sucdar bikin û wan îhbar bikin. Ew ê di nav gel de nikaribin bi rihetî bimeşin, çimkî rûyek wan ên pakij û pak nîne. Kî û kê li ber xwe bide mîzgîniya serkeftine ê wî ye.
Du taxên Helebe ku bi navê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Kurd bi hezar salanin li wir dijin. Vaye pazde sale bi derfetên kêm û dijwar rêveberiya xwe bi rê va dibin. Her du tax jî bo Kurdan mihîme, xwediye taxe ne, bi xweyn û canê xwe li ber xwe dane, îro dîsa li ser her du taxan leystikek tê lesytin. Bi xweyna zar û zêçan leystikek kirej tê darxistin. Ev êrîş û daxwaza teslimiyete di singê dijmin de wek îradeyek diteqe. Ew ên ku tax dorpêçkirine û tirsa ku li wan hatiye pêçadin bi rêya propagandaya tirkan û ereban serkeftinek sexte bi rê va dibin. Du şer li ser taxan tê meşandin her du şer jî ji her tiştî bêpar e. Jixwe ji dijminek wisa bêehlaq û qetlîamkarek meriv li benda şerek ehlaqî jî nasekne. Lê berxwedêrên Kurd dîsa şerek ehlaqî çawa tê meşandin û îradeyek bi ava azadiye hatiye mijîn; hêza wî û çi dikare bike aşkere ye.
Bi tevê şîrekên xwe, ew ê di peşeroja mirovahiye de tinebin û ew ê wek rûreşî û lenet, wek nifir û çêr bên birbîrxistin. Vaye salek zêdetir e rejîma Baasê têkçûye, li şûna wan îşîd ên ku di stiyên wan de krawat henin vêga rûdinên. Cil û bergên wan bi destên rojavayiyan û tirkan hatin guhartin lê hiş û nêzîkatî eyan beyan li orteye. Rêveberên devleta tirk hemû bi krawat û bi şiklek modern diğerin lê xwediyên daîşê ne, qetlîamkar in, îşkencekar in, dagirker in.
Îro henin sibe pûç in. An em wek gotinên pêşiya bejin, binî pûç serî vala in. Wisa xuyaye ku ew ê dîsa cihadîstên hiş genî û dijmine jiyane ne, ew ê dîsa bi Kurdan bidin kuştine. Wek îşîdê wek el-kaîdeyê. Li Kurdistane û derdora wê leystik naqedin, lê bi min em hatine dawiya leystik(ê)an … Encam diyar e, xwediyên wan komkujiyan diyar in. Di serî de dijmine çavsor devleta tirk dû re rejîma îranê, her du jî li ber têkçûne ne. Jixwe rejîmên Baas têkçûn lê hê jî avriyên wan em dibînin û seh dikin. Tirk ji seheya Surî bi temamî hat derxistin, êrîşên ku li ser taxên Kurdan tê meşandin Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ew ê bi temamî derxistina wana Surî be. Proje diyar e, devleta tirkan bi îşteh dixwaze bikeve nav şer lê ne şerek bi devletek re, bi Kurdan re dixwaze bikeve nav şer û li ser axa Surî û Rojavaye xwedî gotin be. Ger li ser du taxên Kurdan bi serbikevin ew ê denge wan behtir derkeve lê ger li hemberî Kurdan têkbiçin êdî ew ê heta dawiya jiyana xwe nikaribin xwedî gotinek bin. Îro tiştên ku ji sehaye tê dîtin, tê xwendin taxa Kurdan ew ê têkçûna Tirkan be li Surî û Rojavaye.
Devleta tirkan di nav feqa devletên din de diçe û tê. Mesele çaxê tê ser Kurdan mêrxasî xwe li wan dipêçe, lê hemberî Îsraîle yan devletek din dibin muma helandî. Tirk bi êrişên xwe yên kîret û sosret li ser taxa Kurdan dawiya xwe li xwe tîne ew ê têqez bîne û ew ê dîrok ev pêşbîniya min piştrast bike. Ji serî heta binî di nav çalek genî de diperpitin û dixwazin Kurdan jî bi xwe vekişînin çala xwe, derdora wan hatiye dorpêçandin, nikarin serê xwe derdix, ji Rojhilata Navîn bigrin heta Trakyayê ji vir Behra Spî û Behra Reş nikarin tevbigerin. Destên wan de şagirtên wan mane ew ê jî di emrê Îsraîlê dane, ha me dî wan bi temamî bi aşkereyî ser pişte hiştin. Bi êrîşan dixwazin gelê Kurd bi xwe re girêbidin. Dijminiya tirkan diyar e, ne dost in ne jî cîran heta ku kurd li ser vê axa bin ew ê dijminiya xwe bidomînin. Herkes dibîne, bi destên xwe bi hal û hereketên xwe her roj bi sedan Kurd hişyar dibin. Ew ên ku bi wan re dixebitin û ji ser sifreyan wan dixwon û vedixwin jî hêdî hêdî bi dizika tên ser xwe.
Ne îro sedsale gelê Kurd bi çar alî bi destên dijminan li ser axa xwe ya bi bereket û dewlemend dojehe dijî. Lê me jî ti rihetiyek neda wan. Her tim lingek wan di nav çalek dabû. Bi destên dijminên me yê sondxwarî dixwazin sîstema xwe bidomînin. Tirs ketiye dilê wan, xof ketiye nav çavên wan, ji min û tê baştir zanin ku dawiya wan felaket e, têkçûne. Îro li Rojhilata Kurdistanê û li bajarên Îranê serhildanek heye li hemberî rejîma sêdar û oldarên hiş genî. Devletên ku li ser xweyna Kurdan xwe piştrast kirine yeko yeko pişt li wan tê şikandin û li ber têkçûnek hetahetayî ne. Dijmine mezin û çavsor û çeteyên ku bi wan re giredayîne piştî Esed mehe carek êrîş dikin û taxa Kurdan dorpêç kirine. Çil rojan carek xwe diceribînin ka ew ê Kurd serî bitewînin an na. Ma qey ji xwediyên napirsin vaye sedsale yek rojek serî netewandine, ewqas qetlîam û tofanên sosret li pişt xwe hiştine û hê jî bi hemû hêza xwe li ser lîngên xwe mane. Dijmin ti car ew ê devji ceribandina xwe bernede, heta ku ji hêza xwe ket û riziyan…
Bi her êrîşên xwe ye hov têkdiçin û berê xwe didin xwediyên xwe ye ji şeref û ehlaqe dûr. Bo Kurd azad û serbest tevnegerin bi herkesî re bi her tevgerên hov û hiş genî re şîrikiye dikin. Li hemberî Kurdan dibin her tişt; lê ti car nabin mîrov; ji çepgerên wan ên devletperest bigrin heta cemaat û teriqetên wan ji wir bimeşin rastgirên wan heta kemalîstên wan ên ku doza sekulerîzme dikin. Bo motîvasyona Kurdan têkbivin li ser medyayên xwe û li ser medyaya civakî şerek kirêj dimeşînin. Nûçeyên derew belav dikin, dibe ku gelê Kurd ji ajansên rewşa qada berxwedane bişopînin. Dibe gelê Kurd bi çar alî rabin ser lîngan û deng bidin Rojava û Rojhilate. Çêk heta cihek meriv dibe, heta radeyek meriv bi pê re diçe, meseleya herî gîring piştgiriya gel e. Îro şervanên ku deng brayên xwe seh bikin ew ê behtir li ber xwe bidin, behtir ew ê şûrên xwe bi şewq û feraset bihêjînin. Risteya Lorca heye, dibe; “şeva herî reştarî de jî klamek heye”.
Belê strana me heye û anvê wî: azadiye, serbestbûne, wekheviye, berxwedane! Îro li Rojava û Rojhilat tiştên ku diqewîmin bersiva înkare ye. Ne tenê seheya şer e. qada hebûn û neqşa azadiye yê. Qadek polîtîk û serbestbûnê ye. Ew ên li jor û jêr benga teslîmbûne û têkçûne dikin bersivek bêhempaye. Bo Kurdan mesele ne tenê ewlehî ye hebûne, bi tena serê xwe sîstem jî nîne rûmete jî. Li eşrefiye û şêxmeqsude hedef îradeya gel e. û kes îradeya xwe nade dest. Viya bi dehan caran dan ber dijmin lê dijmin heta dawiye, heta têkçûna xwe ew ê bicerîbine. Gel bi agir hatiye ceribandin lê ti car xwelî nebûye. Duya li ser taxên Kurdan bi ber esman va diherike ne tenê tirs û xof e dijmine bi aliyek xwe bawerbûna gel e. Rojên azad li benda me ye, denge wê tê guhe me, hêza me jî têra xwe heye! li hemberî dijmin yek deng û awaz xelasiya me ye!










