Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Helîm Yûsiv, heta niha gelek roman nivîsandine û berhemên wî wergeryanin gelek zimanan. Ew û qelema xwe pala xwe didin rastiya qewmê xwe. Rastiyakek bi hezaran êşdestan û êşromanan di xwe de dihêwirîne…

Ronî Riha
Nivîskar Helîm Yûsiv ev 25 sal in ji Kurdistanê der, li diasporayê dijî. Êş, elem û berxwedana miletê xwe bi romanên xwe, bi rêya wêjeya Kurdî digîhîne xwendevanên wêjeya Kurdî û yên cîhanê. Hem li ser rê û rêwîtiya wêjeyê hem jî li ser romana wî ya bi navê “Firîna Baskên Şikestî” ango di wergera Alamanî de bi navê “Evîna Li Ber Siya Alên Tarî” em bi nivîskar Helîm Yûsiv re axivîn.
Çawa Yûsiv pala xwe dide rastiya gelê xwe, her weha romana wî “Evîna Li Ber Siya Alên Tarî” reh û rihê xwe ji kozik û kolanên Kobanê, yên bi hawar û halanan sincirî bûn, girtiye. Di kêliyên şer de qîr û lîrên berxedêrên Kobanê bi rêya Rodî û Perwînê germî germî digihîştin wî…
Ji bo we bi nivîskar Helîm Yûsiv re, me hevpeyvînek çêkir.
Birêz Helîm Yûsiv, hûn hem di qada wêjeya Kurdî û her weha di qada navnetewî de jî, nivîskarekî Kurd yên tênnaskirin. Lê dîsa jî ji bo xwendevanên Nupelê em dixwazin hûn ji me re hinekî bahsa xwe û rêwîtîya xwe ya bervî wêjeyê bikin. Helîm Yûsiv ji ku ye, kengî dest bi nivîsa wêyeya Kurdî kir û heta nuha çend berhem nivîsandinin?
Helîm Yûsiv: Ez li bajarê Amûdê ji berî pêncî û heyşt (58)salan ve, ji bavekî serxetî û dayikek binxetî jidayik bû me. Yekem romana min Sobarto di sala 1999an de derket û yekem pirtûka min a çîrokan”Mêrê Avis” di sala 1991ê de derket. Heta niha bi kurdî 16 pirtûkên min hatine weşandin. Ji wan şeş roman, şeş pirtûkên çîrokan, pirtûkek ji şeş deqên şanogeriyê pêktê. Pirtûkek ji gotar û nivîsên min ên sîh salî pêk tê û yek jî ji çel hevpeyvînên ku bi kurdî bi min re bûne û pirtûkeke lêkolînê ya li ser romana Kurdî ye.
Heta niha çend pirtûkên we wergeryanin zimanên din?
Helîm Yûsiv: Heta niha pirtûkên min bi heft zimanan hatine weşandin. Pênc pirtûkên min li başûrê Kurdistanê bo zaravayê Soranî hatine veguheztin. Herweha yazde pirtûk bo Erebî, pênc bo Farisî, sisê bo Almanî, yek bo Îngilîzî, yek bo Îtalî û sê pirtûk jî bo zimanê Tirkî hatine wergerndin. Niha ji bo wergera çend zimanên din jî kar didome. Yên tên bîra min ev in.
Hûn dikarin hinekî behsa romana xwe ya dawîn bikin gelo? Pirtûka we ya “Evîn Li Ber Siya Alên Tarî “, mijara wê li ser berxwedana Kobanê ye. Di vê romana we de ne hew zindî di axivin, her weha mirî jî tên ziman. Fikra bi dengkirina mirîyan çawa hat hişê we? Dengê miriyên ku we vejandin çi bandor li ser we kirin?
Helîm Yûsiv: Ez dixwazim li vir hin xalan zelal bikim. “Evîna Li Ber Siya Alên Tarî” sernavê çapa Almanî ya romana min a “Firîna Bi Baskên Şikestî”ye. Ev roman nû ji nav weşanên Sujet Verlag li Almanyayê derketiye û ji hêla Elisabeth Reutz ve ji Kurdî ji bo Almanî hatiye wergerandin. Mijara min û miriyan vedigere sala 1996an, ku yekem pirtûka mina çîrokan ya bi zimanê Kurdî derketibû û bi navê “Mirî Ranazin” bû. Vê mijarê hema hema di hemû pirtûkên min de cih girtiye. Sedem jî ev e, em Kurd ji roja roj ve li ser keviya mirinê dijîn û di nav mirin û jiyana me de tayekî zirav heye ku carinan tê dîtin û carinan nayê dîtin. Di nivîsên xwe de ez vî tayî diqetînim û Kurdan datînim hember neynika rastiyê. Rastî jî ev e, halê miriyan ji halê bindestan çêtire. Miletê bê dewlet, bê statu, bê rûmete. Bê hebûne, bê rihe. Mirî ye…

Di vê romanê de mesele bi vî wayî ye; roman weku avahî li ser du stûnên sereke avadibe. Yek jê axavtinên zindiya ne ku ji wênekêşa kesekî romanê re diaxive û ya din axavtinên miriya ne. Di çarçova van herdu stûnan de çîroka evîna Rodî û Perwînê tê vegotin. Ev çîroka evînê ya ku di dema berxwedan û şerê Kobanê de rû dide. Roman hemû li derûdora vê hûnandinê diçe û tê.
Li gor agahdariyên di dest min de, ev roman çîrokeke nivisandina wê ya taybet heye. Hûn karin çîroka nîvisandina vê romanê bi me re parve bikin gelo?
Helîm Yûsiv: Çîrokê weha destpêkir. Di yekem teqîna li Kobanê çêbû de mêrek bi navê Osman bû qurbaniyê bûyerê. Li ser gora wî keça wî ya çekdara di nav YPJ de, Şêrînê gotinek got ku ez ji hundir ve hejandim. Keça ciwan li ser gora bavê xwe yê cangorî sekinî û got: Bavo, ez tim li benda wê yekê bûm ku ez cangorî bibim û tu weku bavê cangoriyakê serê xwe bi min bilind bikî, lê vaye roj hat ku ez li hember her kesî disekinim û dibêjim ez serbilindim ku keça cangoriyakî me. Ev gotin bû mijara nivîseke min a di medya civakî de belav bû. Piştî belavbûna nivîsê bi demeke kin, peyameke taybet ji min re hat û xwediya peyamê xwe bi min da naskirin ku ew xwişka Şêrînê û keça Osmanê cangorî ye û navê wê Cîhan e. Ew peyam bû destpêka pêşniyazeke balkêş. Cîhan ji min re behsa xwişka xwe Gulîstan, birayê xwe Rodî û hevala xwe Perwîn û hin hevalên din kir û got ew hemû mamosteyên zimanê kurdî ne û li kobanê dijîn. Pê re jî ji min re got kêfa wan pir ji berhemên min re tê û ji qasî êrîşa Daişê destpêkiriye û rojane bi dehan çîrok li Kobanê rû didin. Ew dixwazin wan çîrokan wisa sade wekî ku diqewimin ji min re bişînin û ez li ser aliyê wêjeyî bixebitim û dawî wekî pirtûkeke çîrokan li ser Kobanê bê belavkirin. Min pêşniyaz pejirand, lê min got hûn çîrokên şer û berxwedana rojane ji min re bişînin, lê ezê bikim roman. Bi vî awayî min dest bi nîvisandina romanekê kir.
Di dawiya sala 2014 an de berê min li Amedê bû, da ez beşdarî rojên wêjeya kurdî bibim. Cîhan û Rodî gotin ew serdanekê hatine Stenbolê û me li hev kir em hev bibînin. Min û Cîhan û xwişka wê Gulîstan û birayê wê Rodî li Stebolê li Qehwexana Şamaran me hevdu dît û me behsa berdewamiya nîvisandina romanê kir. Piştî wê bi demeke kin vegeriyan Kobanê û şer dijwartir bû… Di wê navberê re çîroka evîna Rodî û Perwînê li ber siya wan alên reş yên li ser hin avahiyên Kobanê hildabûn, rû da. Rodî daweta xwe û Perwînê piştî serkeftina dijî Daişê bi demeke kin lidarxist û zewicîn. Lê mixabin ew zavayê bîst rojan bû gava bi bêbextî û di meha remezanê de Daiş êrîşî Kobanê kir û dora sêsed kesî şehîd xistin. Di nav wan de Rodî, diya wî, xwişka wî Gulîstan, birayê wî, jina wî Perwînê û bi giştî yazde kes ji wê malbatê bûn qurbaniyên wê şeva xedrê. Di roja bûyerê de kesekî ji wan bersiva telefona min neda. Roja din Cîhan bersiv da û bi dengekî melûl got: Erê welle mamoste, malbat hemû çû. Ez û Bêrîvan tenê ji vê tevkujiyê filitîn û nizanim çawa em sax man. Min xwe bêdeng di quncikeke xanî de veşartibû û wan dayik û bira û xwişk hemû li ber çavên me kuştin.
Ev bûyer bû sedem ku ez nîvisandina romanê rawestînim. Piştî çar salan ji bêdengiyê min têkilî bi Cîhan re danî û jê re got, ezê wê romana nîvcomayî bavêjim û romaneke nû binîvisînim, ku vebêjerên wê tu û Rodî û dara gwîzê ya li mala Perwînê bin.
Bi vî awayî kesên çîrokên ji bo nîvisandina romanekê ji min re dişandin, ew kes bi xwe bûn qehremanên vê romana ku bi kurdî bi sernavê “Firîna Bi Baskên Şikestî” û bi Almanî bi sernavê “Evîna Li Ber Siya Alên Tarî” derket.
Hûn realîzma efsûnî di berhemên mîna “Sobarto” û “Mirî Ranazin” de bi bandor bikar tînin. Dema ku hûn trajediyan, zordarî û eşên ku miletê Kurd pê re rû bi rû dimîne vedibêjin, hûn bala xwe didin çi û mêzîna di navbera wêjeyê û rastiyê de çawa diparêzin?
Helîm Yûsiv: Tu derdekî min yê ku wisa ez vê ekolê û wê ekola wêjeyî, realîzma efsûnî jî di nav de, bikarbînim tune ye. Di baweriya min de wêjeya nûjen kirasên hemû ekolan çirandiye û wêjeya tê nîvisandin, berhemên min jî di nav de, dikarin hemû ekolan bi hev re di hundirê xwe de vehewînin. Ez pala xwe didim xeta sêyem. Ew xeta di navbera jiyana rasteqîne û xeyalan de dijî. Bi gotineke din, xeta di navbera realîzim û surealîzmê de ye. Ez li ser wê xetê dimeşim û li dengê xwe yê şexsî diğerim. Çawa gava tu telefonî hevalekî xwe bikî û bêyî tu navê xwe bibêjî ew te, ji dengê te nasdike. Ez dixwazim di wêjeyê de jî bêyî ku kesek navê min bibîne ew bizanibe ev tekst yê mine û ne ya yekî dine. Nivîskarên Kurd nivîskarin xwedî şensekî mezin in. Li darê dinyayê ti nivîskar mîna nivîskarên Kurd dewlemend û xwedî alavên pir ji bo nîvisandinê tune ne. Ez pir xemgîn im ku temen kine û têra derxistina hemû qehra di hundirê min de nake.

Di berhemên we de gelek caran laş û beşên laş (bi taybetî pişt, guh û poz) bi awayekî grotesk (Grotesque) hûn bi kar tînin. Wek nimûne; di Sobarto de, êşa piştê di navenda vê alegoriyê de ye. Gelo ev motîvasyoneke xwe sereke an peyamek xwe ya taybet heye?
Helîm Yûsiv: Ji xwe re li rewşa xelkê binere û li ya me binere. Li cem xelkê nifşek diçe, çi dide dest nifşê li pey xwe? Serokatiya dewletê, wezaretan, dezgehan, xelatên giranbuha, yên wêjeyê jî di nav de, balyozxaneyan û herweha. Li cem me, şer, pevçûn, derketina serê çiyayan, ketina zindanan, koçberiya ji neçarî, perîşanî û jêkirina ziman û qedexekirina jiyanê û herweha. Rehmetiya pîrkamin Fatê ev rewşa me ya kambax, dûrî hemû şîroveyên siyasî, bi vê kurteçîroka gelêrî ve girêdida, “Lawo, gava bi pêhnan li zikê mêrekî dixistin, digot ax pişta min. Jê re digotin em li zikê te dixin, lê tu dibêjî ax pişta min. Wî jî digot; Eger pişta min hebûya û xurt bûya, kesekî nikarîbû bi pêhnan li zikê min bixista.”
Ev e çîroka êşa piştê. Wisa jî bavê min gava pir diwestiya û nema tehemula meşê dikir, rûdinişt û digot; Welleh lingên min bi min re diştexilin. Wekî tu dibînî min bi baldarî li dora xwe dinerî, baş guhdarî dikir û ev rewşa sureal ya em têde dijîn dikir çîrok û roman.
Ti peyamên taybet tune ne. Nivîskarên miletên din xwe pir dêşînin hetanî deqên wêjeyî yên têr xeyal dinîvisînin. Ji bo nivîskarên Kurd ti pêdiviya wan bi xwewestandin û gerê tune ye. Bese ku ji dil li vê jiyana xwe ya serobinoyî bûye binerin û binîvisînin. Ji vê zêdetir ez bi xwe tiştekî din nakim.
Hûn li Rojava (Sûriyê) ji dayik bûnin û mezin bûnin. Lê ji sala 2000an vir ve li diaspora dijîn. Her çend piraniya berhemên we bi Kurdî hatinin nivîsandin jî, lê hûn bi Erebî jî carcarnan dinivîsînin. Gelo nivîsandina bi Kurdî tenê ji bo we hilbijartinek zimanî ye, an jî wek dozek ji bo vejandina welatekî dagirbûyi û ziman û çandeke bindest e?
Helîm Yûsiv: Herdu pirtûkên min ên destpêkê “Mêrê Avis-1991 û Jinên Qatên Bilind – 1995” bi zimanê Erebî derketin. Heta wê gavê zimanê min ê Kurdî têra nîvisandina wêjeyê nedikir. Yekem pirtûka mina Kurdî “Mirî Ranazin” 1996 an derket. Ji wê çaxê ve û heta niha ez hemû berhemên xwe bi Kurdî dinîvisînim. Herduyên bi Erebî jî derketibûn, min bixwe ew kirin Kurdî. Berhemên min yên vê dawiyê li ser destên wergêran ji bo Erebî hatin wergerandin. Gava dema min hebe, piştî Kurdî ez bi xwe hin berhemên xwe bi Erebî jî amade dikim. Lê hin berhemên min hene heta niha bo Erebî nehatine wergerandin. Berê jî û niha jî baweriya min her ev bû, ez bawer nakim pêdiviya 350 milyon Ereb bi nivîskarekî wekî min yê Kurd hebe ji bo ez tiştekî li wêjeya wan zêde bikim. Bindestî ya welatê em ji çermê me derxistine û em xistine rewşeke ne normal. Bi gotineke din, em kirine mirovên ne normal. Em ji normalbûna me û ji xwezaya me dûrxistine. Ji bo min nivîsandina bi kurdî vegera li xwezaya min bû. Vegera li rewşa normal bû. Çawa Firensiyek bi Frensî, Tirkek bi Tirkî, Almanek bi Almanî, Erebek bi Erebî, Kurdek jî divê bi Kurdî binîvisîne.
Di wêjeya Kurdî ya îroîn de destkeftiyên herî mezin û xeteriyên herî dijwar çi ne? Wekî nivîskarekî xwedî ezmûn, hûnê çi şîretan li nivîskarên ciwan ên Kurd bikin, di derbarê pêşvebirina sînorên zimanê wêjeyî de?
Helîm Yusiv: Di van bîst û pênc salên dawiyê de, ji sala 2000î û vir ve, wêjeya Kurdî toza qedexekirin û hewildanên qirkirinê ji holê rakiriiye. Ev tozan ji ser xwe daweşand û gavên mezin ber bi pêş ve avêt. Li gor rewşa awarte ya Kurd tê de dijîn, bi dehan berhemên xweşik û di asta berhemên bi zimanên din li cîhanê têne nîvisandin, hatin weşandin. Ji şîretan wêdetir ez dixwazim bala nivîskarên ciwan bikşînim ser rastiyeke pir sade. Nivîskarê bi zimanê cîranan dinîvisîne mîna wî mirovê mirî ye, ji bilî wî her kes pê dizane ku ew mirî ye. Wisa li ser yê mirî tê gotin; ku piştî her kes vedigere mala xwe, gava ew jî dixwaze vegere êdî serê wî li hedan dikeve û dizane yê mirî ew e. Gotina min ji nivîskarên ciwan re ew e, ku bi zimanên din dinîvisînin, berî serê we li hedan bikeve şiyar bibin û li zimanê xwe vegerin. Wisa jî yên bi Kurdî dinîvisînin, divê baweriya wan bi zimanê wan bê û zanibin em xwedî zimanekî weha saxlem in ku tev li qedexekirin û birînan dikare bibe zimanê wêjeyeke astbilind û xweşik. Herweha dikare cihê xwe yê layiq di nav wêjeya cîhanê de bibîne.










