*Berovajî vê tesbîta min, tê gotin ku gelên ku demek dirêj di bin zext û çewisandinên sîyasî, çandî û aborî de dijîn, bi gelemperî ji zimanê xwe yê dayîkê şerm dikin. Ev diyardeya di ferhenga civakî de weke şerma hundirîn an jî zordarîya navxweyî û mêtîngehkirina hişmendî tê zanîn, û ev ne tenê zimanê mirov winda dike; nasname, bîr û çanda neteweyan jî tune dike.
*Li dewletên dagirker û serdest ku Kurdistan di binê nîrên wan de ji sedasalî zêdetir dinale, pergalên wan ên perwerdehîyê, weke darê zor û zextê ji bo tunekirina zimanên bindest tê bikaranîn. Zarok li mala xwe bi dê û bavên xwe re bi zimanê Kurdî dipeyivin, lê di dibistanê de bi zimanekî din ên fermî dipeyivin, dixwînin û dinivîsin û bi vê fêm dikin ku zimanê wan li nava jîyanê û di bazarê de ne zimanekî fermî ye.
Bi Nivîskar Yakob Tilermenî Re Di Derheqê Wêjeya Kurdî De Hevpeyvîn
Ronî Riha

Xwendevanên Kurd Yakob Tilermenî ji gotar û çîrokên wî yên ku di navbera salên 1996 û 1998an de di kovara Jiyana Rewşen de hatine weşandin, nas dikin. Ji wê demê ve û hetanî roja îro Tilermenî di nivîsandin, hilberandin û her weha di parastina zimanê Kurdî de tu carî tawîz nedaye û gelek berhem afirandine. Mîna gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd, yên bûnin peyamber û qasidê zimanekî li ber qirkirinê, li rûpelên çarenûsa wî jî sirgûnî hatiye nivisandin.
Yakob Tilermenî nûha bi hevala xwe, helbestvan Dîlber Hêma re li bajarê Lozanê ya welatê Swîsre dijî. Nivîskar Tilermenî di warên hunerî yên cûrbecûr de kar û xebatên xwe berdewam dike. Ji bilî helbest, kurteçîrok û romanan, ew li ser esas û bingehên teorîk ên edebiyata Kurdî de jî xwedî ked û gotin e. Tilermenî herî dawîyê berhemeke nû bi navê “BINYAT û VEGOTIN: Awireke teorik li çîrokê” bi rêya Lîs Yayınevi weşand.
Bi nivîskar Yakob Tilermenî re hem li ser berhema wî ya dawîn û hem jî fikir û ramanên wî yên di derheqê wêjeya Kurdî bi giştî, me ji bo we hevpeyvînek çêkir.
Hêja Yakob Tilermenî, destpêkê dixwazim dilşadî û spasiya xwe bînim ziman ji bo vê hevpeyvînê. Her çi qas ev demek dirêj e hûn weke pênûskarekî Kurd di qada Kurdnivîs û wêjeya Kurdî de cîh digrin û tên naskirin jî, dîsa em dixwazin xwendekarên Nûpelê, we hinekî ji nêz ve nas bikin. Yaqob Tilermenî, kî ye, ji kû ye, li kû dijî û nuha bi çi re mijûl e?
Destpêkê dixwazim xalekê bi kurtasî destnîşan bikim û çend gotinan li serê bibêjim. Di roja me, serdema tora civakî de mirov bi hesret e ku hevpeyvînên wêjeyî yên wêjekaran bixwîne. Ji lew re hevpeyvînên niha bêtir li ser danasîna pirtûkeke nûçapbûyî ye yan jî ji dêvla daketina binê karîgerîya pêvajoya nivîsîna nivîskêr, bi serveyî hin xalên kurt ên pirtûkê derdixin pêş. Ji qewla T. Adorno, “Çand, êdî ne çand e; heybera hilberîna endustrîyê ye.” Û jixwe wêje jî bûye heybereke çanda kêfwergirtinê ya vê endustrîyê. Ev ji bo wêjeya hemû zimanan, li her derê Cîhanê çûnbar e. Bi vê sedemê ez kêfxweş im ku ez ê bersivan ji bo hevpeyvîneke wêjeyî bidim. Ji qewla Dostoyevski “Ger wêje nebûya, gelek alîyên mirov dê veşarî û nepen bimana, bengîtî û xeyalên me dê derneketana holê.”
Yaqob Tilermenî ew kes e ku berî binivîse, pêşanîyên xwe di hişê xwe de dihone û diqedîne. Wî bi hekarîya xwendinên zarokîyê yên xêzeromanan cîhana xwe ya xeyalî zindî hiştiye û gava xwe di ser xwendewarîyê re avêtiye cîhana nivîsînê. Niha jî bi armanca bûyîna dengê zimanekî lalkirî dixwaze di asta bilind a afirînerîyê de tevbigere… Ew nivîskarê kurteçîrok, roman, pirtûkên ciwanan, carna nivîskarê şano û senaryoyan, wergêr an edîtorê pirtûkên wêjeyî, carna hestdarêjê kevalên rengîn e. Wêneyan digire ji bo ku karibe rewşeke giring di çarçoveyekê de bi cih bike. Bi giştî ramanwer û fikirdarek e ku dixwaze her kêlîka jiyana xwe bi afirandineke hunerî bibuhurîne û van afirandinan têxe xizmeta netewa Kurd.
Ez ji Qosera Mêrdînê me. Bi salan mamosteyê Fen û Fîzîkê bûm û hê jî mamostayê zimanê Kurdî me. Li Swîsreyê dijîm û her wextê xwe ji bo afirandina Kurdî û xebatên civaka Kurd derbas dikim. Min heta niha 19 pirtûkên çapkirî diyarî pirtûkxaneya Kurdî kirine û di dawîya sala 2025’an de pirtûka min a kurteçîrokan bi navê Keskeşîn dê were çapkirin. Bi helbestkar Dîlber Hêma re zewicandî me û bi navên Yezda û Şarezîn du keçen min hene. Ez hê jî ji bo zimanê Kurdî li gel Enstîtuya Kurdî-Swîsre xebatên xwe dikim.
Her wiha hewldanên min ên ji bo zimanê Fransî jî hene. Romana min a bi navê Kermêşa Gerok bi zimanê Fransî weke Moustique Voyageur I li Fransayê hate weşandin. Min pirtûkek rêbera zimên bi Kurdî û Fransî amade kiriye û dixwazim weke pirtûk bidim weşandin. Min ji Fransî pirtûka Agota Kristof a bi navê Analphabet wergerandiye Kurdî û dixwazim bidim weşandin. Dosyeyên xwe yên herî dawîn bi Kurdî û Fransî dinivîsim. Wekî dîtir dosyeyên nû yên wêjeyî amade dikim, tabloyên min ên rengîn der barê dîroka Kurdistanê de amade ne û li benda piştgirîyekê ye ku karibim bikim pêşangeh. Bi armanca kişandinê min senaryoyek li ser bîranîna Jîna Mahsa Amînî nivîsîye. Pênc pirtûkên zarok-ciwanan ên pedagojik bi Kurdî û Fransî, bi du zimanan amade ne dixwazim bi derfetên baş wan çap bikim. Tev li projeyeke hunera hevçax bûme û xebatên xwe ji bo wê berdewam dikim. Bi kurt û kurmancî, jiyana xwe di nava xebat û afirandinên hunerî de dibuhurînim bêyî ku karibim ji hêla aborî ve ti qezencekê jê bikim. Ji bo min jîyîna di nava tevgerên huner û wêjeyê de, jîyana herî watedar e. Ez jî weke Molière difikirim ku gotibû; “Jîyaneke bêyî wêjeyê dê çi qasî bêzar û bêreng bya! Cîhana me bêyî wê çi qasî tarî û xizan, çi qasî xemgîn û vala buya.”
Dema em li portreya we dinêrin, li gel nivîsandina wêjeyî, xebatên sînema, şano û wênesazîyê jî hûn dikin. Hûn xwe çawa dinasînin? Her çi qas ev beşên din (sînema, şano û wênesazî) têkîlîya xwe bi wêjeyê re hebe jî, lê dîsa bingeh û perwerdeyek cûda dixwaze. Hûn herî zêde ji kîjan beşê hez dikin an di kîjan beşê de serwer in?
Ne ez bi tenê, mirov dikare bi sedan navên kesayetên Kurd li hemû alîyên Cîhanê bide ku ew jî fena min di du destên wan de gelek şebeş hene. Bêyî ku van şebeşan ji dest xwe bixin, di rêya xwe ya bi kelem û strî de dimeşin. Li çar alîyên Kurdistanê her mirovêk Kurd bi kêmanî xwedî du zimanan e. Li nava sìnorên Turkîya fermî bi Kurdî-Turkî, li nava sînorên Sûrî û Îraqa fermî bi Kurdî-Erebî, li nava sînorên Îrana fermî bi Kurdî-Farisî dizanin. Her wiha Kurdên li welatên Sovyêta Kevn jî li gel Kurdî bi Rûsî û zimanên wan welatan dizanin. Ev diyarde ji me re rastîyeke zanistî vedibêje; her Kurdê li bin destên dagirkerîyê xwedî gelek zimanan e û ev jî ji bo wan fersendeke zanabûnê ye. Jixwe Kurdên li Ewropa û welatên Rojavayê Cîhanê ji bilî wan du zimanan bi Fransî, Îngilîzî, Almanî û hwd dizanin ku ev jî fersendên mezin dide dest wan. Îcar, Kurdên bi karên hunerê re mijûl in, bi avantajên zanabûna zimanên dîtir gelek caran bi çend gavan li pêşîya hempîşeyên xwe ne. Piştî ku ez hatim Swîsreyê min ev ferqî di pratîkê de dît û jîyam.
Berovajî vê tesbîta min, tê gotin ku gelên ku demek dirêj di bin zext û çewisandinên sîyasî, çandî û aborî de dijîn, bi gelemperî ji zimanê xwe yê dayîkê şerm dikin. Ev diyardeya di ferhenga civakî de weke şerma hundirîn an jî zordarîya navxweyî û mêtîngehkirina hişmendî tê zanîn, û ev ne tenê zimanê mirov winda dike; nasname, bîr û çanda neteweyan jî tune dike. Helbet di nava civakê de mirovên ji zimanê xwe yê zikmakî şerm dikin jî hene, lê ez li ser fikra pirzimanîyê me ku civaka me ji ber wê heta niha bi serbilindî li ber xwe dide û zimanê xwe zindî dihêle. Ev mijara pirzimanîyê û şermkirina ji zimanê xwe, babeteke xebatên lêkolîn û akademîyê ye û divê bi gelemperî û awayekî zanistî li ser were rawestîn.
Ez ji nivîskarekî bêtir -ji vebêjerekî wêjeyî bêtir- xwe weke vebêjerekî intertextualiteyê (vegotina navbera dîsîplînên cuda) dihesibînim ku ev têgeh bi beşên cuda yên pev re weke nivîs, wêne, şano, sînema, muzîk, felsefe, zanist û civaknasî, hwd dihundurîne. Di vî warî de pênaseyeke bestekarê Alman Richard Wagner bi têgeha Gesamtkunstwerk heye ku vegotina navdîsîplînî destnîşan dike. Vegotina bi wêjeyê, tê wateya bikaranîna amrazeke ragihandina hundirî ya wêjeyê. Vegotina navdîsîplînan (intertextualy), bi gelek awayan (huner, felsefe, zanist û hwd) bi hilberîna seqayeke afirîner bidestxistina berhemekê vedibêje. Serqise: vegotina wêjeyî li ser yek hêmanê dibahne, vegotina navdîsîplînan ji pevrebûna qadên ciyawaz pêk tê. Jixwe hilberînên hunerî di serdema ronesansê de bi pêwendîya huner û zanistê dest pê kiriye. Di roja me de jî, bi berhemên ciyawaz ên felsefe-huner, nêropsîkolojî-huner, teknolojî-huner têne afirandin.
Gelo bi tenê feylesof pêwendîya navbera huner û felsefeyê lê dipirse? Hunermend jî dikare vê lêpirsînê bike? Ango; bi tenê teknolog serê xwe bi hilberîn û sazûmankarîya teknolojîyê re diwestînin, hunermend jî dikare bi teknolojîyê re hemhal bibe? Mirov dikare bi van pirsan li rewşa nasnameya hunermendekê/î bikole û pênase bike. Ger ez di vê tayê de nasnameya xwe aşkere bikim, dixwazim di nava têgeha hunermend de werim bicihkirin ku ji beşên cuda ên hunerê avê vedixwim û diafirînim. Mînak: bi navê Werdeka Keskeşîn pêşanîyek (tekstek) min heye ku ji çîrok, şano û senaryoyê pêk tê. Min dixwest bi vê pêşanîyê hem lîstikek şanoyê hem jî fîlmekî çêbikim, lê şertên giran ên aborîyê ew derfet nedan.
Pirtûka we ya dawîn (Binyat û Vegotin) bi awayekî teorîk der heqê têgihîştin, avakirin û ristina çîrokê de ye. Gelo hûn dikarin ji me re hinekî behsa naveroka Binyat û Vegotinê, bikin? Û her wiha we çi pêwistî dît ku hûn vê pirtûkê binivîsin?
Di salên 1960’î de li New Yorkê pêleke hunerî û avangard a navdîsîplînan derketibû qada hunerê ku ji wan re Fluxus dihat gotin. Wan dixwestin hunerê têxin nava jîyanê, hunerê demokratîze bikin (çi rasthatinî ye ku îro li ser navê demokrasîyê pêşengek li heman New Yorkê derketiye ser dike!) û şêweyên hunera kevneşop di lêpirsînê xin. Bi boneya têkoşîna ji sed salî zêdetir a li dijî dagirkerîya Kurdistanê, mirov dikare hin çalakger, zana, bîrbir, nivîskar û hunermendên Kurd bi zanava Fluxusê bide peyitandin. Di serî de dikarim ji serdema beriya sê çar sed sal berê Axmedê Xanî, dû re Mele Mahmûdê Beyazîdî, di serdema avakirina Komara Turkîyê de Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî, di serdema 1970-80’yî de Berken Bereh, Arjen Arî û Malmîsanij, di roja me de Şener Ozmen, Yahya Alsilo, Kawa Nemir û Zehra Dogan weke hin navan destnîşan bikim. Ev mirovên navborî û gelekên dîtir bêyî ku xwe di nava komek an pêlekê de bihesibînin, bi kiryar û serpêhatîyên xwe dikarin weke kesên ji Fluxusî werîn danasîn. Ez van mînakan ji bo çi didim? Ji ber ku ez jî serê xwe datînim ser heman balgîfa Fluxusî, xwe jî yek ji van kesan dihesibînim.
Ji mêj ve ye bala min li ser çîrok / çîroka nûjen / kurteçîroka Kurdî û ya Cîhanî ye û ji hemû helan ve tevrikê xwe li nava mişara vê zevîyê dixim. Hem kurteçîrokan dinivîsim, hem kurteçîrokên Kurdî dişopînim û hem jî ji bo pênasekirina vê çeşna wêjeyî hewl didim bîr û boçûnên teorîkî ragihînim xwînerên Kurd. Ev hewldana min ji destpêka salên 2000’î û vir ve berdewam e. Ji ber hindê min di salên 2012-2013-2014’an de hemû kovarên berdest ên Kurdî dahûrandin û sê salan salnameyên çîroka Kurdî amade kir. Her wiha min ji bo teorîya wê jî, nivîsên berdewam nivîsandin. Bi vî awayî pirtûka BINYAT û VEGOTIN / Awireke Teorîk Li Çîrokê amade bû. Min baxûsûs weke wêjekarekî Kurd bi hestewarîya kesekî çalakgerê lebatî ev pirtûk nivîsand. Çi ku her wêjekarek bi hin armancên sereke berhemên xwe dinivîse: 1. Ji xwe re 2. Ji xwîneran re 3. Ji keleporê re.
Ger mirov li xala yekem bipirse; madem ji xwe re dinivîse, hingê çima diweşîne? Ger mirov li xala duyem bipirse; ger ji bo xwîneran dinivîse, hingê çima li ser şopa nivîskarên berê û keleporê û bi hêminî dinivîse?
Mirov van xalan ji bo wêjeya Kurdî binirxîne, ew ê bibîne ku heta jiyana Kurdan a kurdewar azad nebe, wêjeya Kurdî ya resen ti caran dê nikaribe bi gelemperî bigihîje armanceke sereke. Yanî serkeftin ango binkeftina nivîsa Kurdî bi statuya Kurdan ve girêdayî ye. Nexwe; nivîskarên ku bi serê xwe di nava wêjeya Cîhanê de serkeftî, ji wêjeya Kurdî bêtir dê weke parçeyekî wêjeya Cîhanê werin hesibandin. Çi ku li hemû derên cîhanê nivîskar û hunermendên Kurd bi nasnameyên serdestên xwe têne pênasekirin û ne xwedî pasaporteke Kurdistanî ne. Ji ber hindê nebûna pasaporta takekesî, dibe sedem ku hunera Kurdî jî bêpasaport bimîne û li nik hunerên zimanên serdest were bicihkirin. Ez û gelekên weke min, hem ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê çalakger in, hem jî bi dewlên ciyawaz ji bîrên cuda avê dikşînin bîra netewî ya Kurd û diafirînin. Em dixwazin ji qada nivîsînê ya Kurdî re refên pirtûkxaneyan dagirin. Pêwîstîya nivîsên teorîk, nirxandin û rexneyî di qada hunera Kurdî de heye, min jî bi hewldanên xwe yên ji berê de ev pirtûka Binyat û Vegotin diyarî wêjehezan kir. Weke min berê jî destnîşan kiribû, ji bo wêjeyê du têgehên giring dikarin werin pênasekirin: 1. Goristana Wêjeyê 2. Sergoya Wêjeyê. Kesên ku bênavber dinivîsin û dixwazin pirtûkan li pirtûkxaneya Kurdî zêde bikin, gelek caran nayên xwendin û nayên dîtin. Ji ber wê ew di roja me de li Goristana Wêjeyê têne definandin û demildest ji bîr dibin. Di nava pirtûkên wan de cewherên zêrîn hene. Nirx û rûmeta wan ji serdemeke din re dimîne ku ji nû ve werin keşifkirin. Weke gotina Ezra Pound, “Wêjekar heta ku dijîn têne rexnekirin, piştî mirinê jî têne pesinandin.” Kesên ku bi pereyên xwe pirtûkan çap dikin, çawalêhato dinivîsin, li dû naskirin û pesinandinê bi hewldanekê dinivîsin û li ser tora civakî nav û nûtikên wan bi hezaran têne pesinandin-hezkirin (like) jî hene. Ew di roja me de li ser wêneşanên telefona bibiriqin jî, ji ber çawanîya pirtûkên xwe ew ê di nava Sergoya Wêjeyê de cihên xwe bigirin û bi ti awayî neyên bîra ti xwîneran. Lê bele; di serdema mêtîgehkirinê de kî bi çi awayî, bi çi rêbaz û şiklî ji bo wêjeya Kurdî dinivîsin û deng û nivîsa Kurdî li jîyanê dihêlin, ew kesên hêja û qedirbilind in. Ji ber ku helwesta wan, a dijdagirkerîyê ye. Mayîndebûn û nemayîndebûna wan ji teref zemên ve dê were radestkirin.

Hûn çawa li cîhana wêjeya Kurd dinêrin. Çîrok, helbest, roman û bi tevahî wêjeya Kurd di çi rewşê de ye? Tiştê li ortê heye çi qelsî û çi zexmîyên xwe hene? Û her weha hewce ye wêjeya Kurd çi rê bişopîne, ango şertê wê yê yekemîn hewce ye çi be?
Pirsa asta wêjeya Kurdî, pirseke giring e ku divê mirov bibersivîne, lê beriya wê divê mirov li asta xwîner-bikir-bazar-xerîdarên wêjeya Kurdî jî binêre bê ew pirtûkên ku têne nivîsandin bi çi awayî û çi qas hejmarî digihîjin ber destên girseya hedefkirî. Dema ku pirtûkek nû ji teref weşanxaneyê bi hejmara 150 heban were çapkirin û nivîskar weke telîfê 15 heban ji weşanxaneyê wergire û ji hejmarên berdewan ên têne çapkirin haya nivîskêr çênebe, hingê wê çawa coş û xiroş bi nivîskêr re çêbibe ku pirtûkên nû binivîse. Helbet pirsgirêkên aborî, belavkirin, reklam û hwd ên weşangeran hene û mirov nikare ji nedîtî ve were, lê ev mînakek biçûk a qada weşangerîya Kurdî ye.
Li dewletên dagirker û serdest ku Kurdistan di binê nîrên wan de ji sedasalî zêdetir dinale, pergalên wan ên perwerdehîyê, weke darê zor û zextê ji bo tunekirina zimanên bindest tê bikaranîn. Zarok li mala xwe bi dê û bavên xwe re bi zimanê Kurdî dipeyivin, lê di dibistanê de bi zimanekî din ên fermî dipeyivin, dixwînin û dinivîsin û bi vê fêm dikin ku zimanê wan li nava jîyanê û di bazarê de ne zimanekî fermî ye. Ev jî ji bo wan dibe peyameke aşkere: “Zimanê ku tu li malê bi dê bavê xwe re dipeyivî, ne zimanekî ew qas pêşketî ye!” Li gora vê jiyînê, di nava zarokan de gav bi gav qîmeta zimanê zikmakî kêm dibe û dibe sedem ku zarok xwe li zimanê dagirker û serdestên xwe bigire. Bi ser de jî qedexekirin, tunehesibandin, bêpiştgirîhiştin, polîtîkayên asîmîlasyon û entegrasyonê yên bi rêkûpêk asta zimên kêm dixe.
Ji ber antîpropagandayên serdestan mirovên bindest weke dê û bav ji bo dahatûyeke baş a zarokên xwe, xwe mecbûr dihesibînin ku di serî de zimanê serdestên xwe di pîleya pêşîn de hînî zarokên xwe bike. Ev li Turkîyê ji bo Turkî, li Îranê ji bo Farisî, li Sûrî (Rojava jî tê de) û Îraqê ji bo Erebî û li Ewropayê ji bo zimanên wan welatan li pêş e. Bi salan e li Swîsreyê hewl didim li dibistanên dewletê destûrê ji bo dersdayîna Kurdî wergirim/werdigirim û li hin bajaran li gel hevalên xwe vî karî dikim. Digel hejmara ji sedan zêdetir zarokên Kurdan, ancax sê çar zarok têne van dersan û heta dawîya salê bi du sê zarokan berdewam dike an nake.
Dema ku rojname, kovar, televizyon, înternet, tora civakî giş bi zimanên dîtir be, li komel û sazî û dezgehan zimanê te ne li pêş be, perwerdehî ne bi zimanê te be, polîtîkayên asîmîlasyon û entegrasyonê di merîyetê de be, hemû rêxistinên Kurdî bêtir zimanên serdestan bi kar bînin hingê tu di çi astê de pirtûkan binivîsî û pêşkêşî civaka xwe bikî jî, peyama ku zarok û civaka Kurd dê wergire, peyama nebûna dahatûya zimanê wî ye. Belkî ev gelş û girîftîyên li vir rêz dikim ji bo tesbîta Kurdên pirziman weke nakokî bêne dîtin, lê bi sedem vê pirzimanîyê zimanê Kurdî heta roja me têk neçûye û xwe gihandîye heta roja me.

Ji vê demê pê ve mirov dikare ji bo mayîndehiştin, pêşxistin û şopandina wêjeya Kurdî bi xwemalî di nava civaka Kurd de ferzkirinên micîdî bike ku zimanê Kurdî yek ji zimanên cîhanê yê bi qîmet e û ji bo vê di kiryarîyê de kar û xebatan bike. Jixwe nivîskarên Kurd hem weke jin û hem weke mêr bi pênûsên xurt xebatên nivîsîn, afirandin û hilberîna xwe dikin. Çîrok, helbest û romanên hêja dinivîsin. A giring, avakirin û sazûmankirina xwîner, bikir, bazar û xerîdarên xwendewar e ku ev jî vatinîyeke netewî ye. Mirov dikare ji gelek nivîskaran mînakên hêja yên nivîskarîya wan bide û binirxîne. Ancax ji ber sînorbûna hevpeyvînekê, ez dikarim bibêjim wêjeya Kurdî li ser destên nivîskarên hêja dê di qada Kurdî û Cîhanî de gelek serkeftinan bi dest bixin. Ji ber ku hunermendên pirziman ên Kurd bi pirhêlîya xwe di nava Fluxuseke serkeftî de li hemû derên dunyayê afirandinan dikin.
Dema ku roj hat û statuya Kurdî mayînde bû û em bûn xwedî pasaporta Kurdistanî, hingê dê xebatên me hîna bêtir ji bo qada Kurdan berbiçavtir bibin. Ev ê jî bi cehd û hewldanên hemû Kurdan bi ser keve. Aniha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê du qadên amade hene ku dikarin di asta navnetewî de xebatên hunerî bimeşînin û hunermendên xwe yên li her alîyê dunyayê bigihînin hev. Jixwe li Bakurê Kurdistanê ev dikare bi rêya şaredarî, dam û dezgehèn Kurdî were pêşxistin. Niha kursîya Kurdî ya hunerî bi du ling û nîvan li ser pîyan sekinîye û divê em van lingên heyî bi rêya hunerê zexmtir bikin. Şert û şirûtên dunyayê dibe ku me ber bi temamkirina hemû lingên kursîyê ve bibe.
Dixwazim bi gotinên Richard Eagleton ên der barê lehengên Komara Mahabadê de nuqteyê dînim ber vê hevpeyvînê:
“Kurd heta rojên dawîyê bûne mexdûrên qirkirinan, lê digel hemû êşkêşanan ev gel hê jî standartên mirovatîyê diparêzin. Ez dibim şahid ku li hemberî êrîşkar û tunekaran jî bi dilekî germ nêzîkî wan dibin. Ev gelê mixalif ê şahane, berxwedêr û bexşîner hemû xuy û xusletên efsanevî yên Selahaddînê Eyyûbî nîşan didin.”










