🔴AMED – Hunermend Zeynep Casalini ya ku dihat payîn di pîrozbahiyên Newroza Amedê de derkeve ser dikê, piştî bertek û nîqaşên li ser medyaya civakî, ragihand ku ew ji bernameyê vekişiyaye.
Bertekên li ser daxuyaniya yekem
Casalini beriya niha li ser medyaya civakî hatibû hedefgirtin û li ser vê yekê daxuyaniyek belav kiribû. Lê belê, naveroka daxuyaniya wê di nav raya giştî ya Kurd de bû sedema nerazîbûneke mezin û bertekên tund li pey xwe anîn. Hat diyarkirin ku zimanê daxuyaniyê di nav gel de wekî “neguncav” hatiye dîtin.
Biryara hevbeş: Betalkirina konserê
Piştî zêdebûna bertekan, hunermend Casalini daxuyaniyeke nû parve kir. Casalini di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi organîzatorên Newrozê re hatine cem hev û di encama nirxandinan de gihîştine biryarekê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku:
• Bi organîzatoran re fikiryekî (lihevhatin) pêk hatiye.
• Bernameya wê ya hunerî ya di çarçoveya Newrozê de bi fermî hatibû betalkirin.
Bi vê biryarê re, hat piştrastkirin ku Zeynep Casalini îsal di Newroza Amedê de li ser dikê cih nagire.











