🔴Şaredariya Peyasê bi minasebeta “Roja Kêmkirina Avêjkan a Navneteweyî”, li Sumerparkê atolyeya “Girêkên Axê” li dar xist. Di çalakiyê de zarokan ji bo şînkirina xwezayê bi sedan gogên tov amade kirin.
AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Derûdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pîrozkirina 30’ê Adarê Roja Kêmkirina Avêjkan a Navneteweyî, bernameyeke rengîn li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de li Qada Civakî ya Sumerparkê atolyeya “Girêkên Axê” hat sazkirin û rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat.
Hişmendiya Ekolojîk û Domdarî
Kargeha ku ji aliyê Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk a Şaredariya Peyasê ve hat organîzekirin, bi armanca bilindkirina hişmendiya domdariya jîngehê û teşwîqkirina nûjenkirina ekolojîk pêk hat. Di çalakiyê de ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin hat meşandin, standa Şaredariya Peyasê bû navenda bala zarokan.
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, tevî alîkarên hevşaredaran û endamên meclîsê beşdarî kargehê bûn. Hevşaredaran li gel zarokan û xebatkarên şaredariyê gogên axê çêkirin û peyama parastina xwezayê dan.
Kelecana Zarokan û Vegera li Xwezayê
Zarokên ku bi coşeke mezin tevli atolyeyê bûn, tovên riwekan û axê li hev xistin û “girêkên axê” (seed balls) amade kirin. Ev gogên tov wê li deverên bêşînahî û zuha werin reşandin da ku careke din bibe daristan û piştgirî bide hevsengiya ekolojîk.
“Sifir Avêjk Divê Bibe Şêwazê Jiyanê”
Rayedarên Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk diyar kirin ku ew mijara “sifir avêjkê” ne tenê wekî vezîvirandina çopê, lê wekî şêwazekî jiyanê dibînin. Berpirsiyan destnîşan kir ku ji bo hiştina jîngeheke paqij û şîn ji nifşên pêşerojê re, wê çalakiyên bi vê hişmendiyê berdewam bikin.












