YEyê mueyîdeyên li ser Îranê heta sala 2027an dirêj kirin

CîhanNûçe

🔴Tevdirên sînordar ên li dijî binpêkirinên mafên mirovan, 262 kes û 53 saziyan lixwe digire.

NÛPEL – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku dema tevdirên sînordar ên ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan li Îranê dihatin sepandin, heta 13ê Nîsana 2027an hatiye dirêjkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya YEyê, di çarçoveya lîsteya nûjenkirî de bi giştî 262 kes û 53 sazî cih digirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mueyîdeyên navborî van tedbîran li xwe digirin:

Qedexeya geştê (seyahatê)

Cemidandina mal û milkên wan

Qedexekirina hinardekirina amûrên ku dikarin ji bo zextên navxweyî li Îranê werin bikaranîn

Qedexekirina hinardekirina teknolojiyên ji bo şopandina telekomunîkasyonê

Ji bo welatî û pargîdaniyên YEyê jî qedexe ye

Hat ragihand ku ji bo welatî û pargîdaniyên YEyê jî qedexe ye ku çavkaniyên darayî pêşkêşî kes û saziyên di lîsteyê de bikin. Di pêvajoya çavdêriya mueyîdeyan de, kesekî ku jiyana xwe ji dest dabû ji lîsteyê hat derxistin.

Mueyîdeyên ku ji sala 2011an vir ve berdewam dikin

YEyê ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan li Îranê, mueyîdeyên yekem di sala 2011an de dabûn destpêkirin. Tedbîrên navborî ji wê demê vir ve her sal bi awayekî birêkûpêk tên dirêjkirin.

/Çavkanî: ÎlkeTV/

Van jî bibîne

 

Hikmet Serbilind: Bîranîna Şehadeta Pêşawa Qazi Mihemed
Li Amedê Servîsa Xwendekaran û Otomobîlek Li Hev Qelibîn: 15 Birîndar

Nûçeyên Sereke