🔴Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, Xiristiyanan bi merasîmên olî yên li dêran Cejna Paskalyayê pîroz kir.
NÛPEL – Cejna Paskalyayê ku wekî Cejna El-Qiyame (Vejîn) jî tê naskirin, ji bo Dêra Ortodoks a Rojhilat cejneke pîroz û girîng e. Xiristiyan di saetên dereng ên şevê de berê xwe didin dêran û dest bi merasîmên olî dikin. Cudahiya pîrozbahiyan di navbera dêran de ji salnameyên (teqwîm) wan tê; Dêra Rojhilat li gorî salnameya Yulyanî, Dêra Rojava jî li gorî salnameya Grîgorî vê cejnê pîroz dikin.
Di pîrozbahiyan de hêk tên boyaxkirin û nanê taybet tê belavkirin. Li gorî baweriya Xiristiyantiyê, hêkên boyaxkirî û nan sembola jiyaneke nû û bereketiyê ne. Wateya “El-Qiyame” jî serkeftina jiyanê ya li hemberî mirinê û serkeftina hêviyê ya li dijî êş û janê ye.
Qamişlo
Li bajarê Qamişlo, Xiristiyanên Ortodoks herikîn Dêra Mar Yaqûbê Nisêbînî. Di merasîmê de find hatin pêxistin, nimêj hatin kirin û cejn li hev pîroz kirin. Welatiyan hêkên boyaxkirî û nanê cejnê bi xwe re biribûn dêrê. Oldaran di merasîmê de bal kişandin ser girîngiya fedakarî, hezkirin û aştiyê.
Hesekê
Li Hesekê, bawermend li Dêra El-Ezra ya li taxa El-Nasrayê civiyan. Di axaftinên olî de hat diyarkirin ku divê mirov bi nirxên ruhanî ve girêdayî bin û ruhê biratiyê di nav civakê de xurt bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku rola dêran di parastina jiyana hevbeş û aştiyê de diyarker e. Merasîm bi duayên ji bo aramî û ewlehiya herêmê bi dawî bû.
Dirbêsiyê
Xiristiyanên li Dirbêsiyê jî li Dêra Marsiya kom bûn. Di merasîma ku bi nimêjan dest pê kir de, hat gotin ku ev cejn sembola nûbûn, hêvî û belavkirina hezkirinê ye. Beşdaran hêviyên xwe yên ji bo pêşerojeke bi xêr û aştî anîn ziman.

/Çavkanî: ANHA/










