Wezareta Pêşmergeyan: Şeva borî bi 4 dronan êrişî baregeheke me hat kirin

Nûçe

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku “şeva borî komên terorîst bi 4 dronan êrişî baregeheke Pêşmergeyan kiriye.”

Wezaret ji Bexdayê daxwaz dike ku helwesta wan hebe, eger na ew dê bê deng nemînin û dê helwesteke wan a din hebe.

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmergeyan got, “Komên terorîst ên ji qanûnê derketî bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Ev êriş di demekê de ye ku di çend rojên borî de jî li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek êrişên bi vî rengî li baregehên Pêşmergeyan hatine kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku van rêzeêrişan ziyaneke mezin a canî û madî bi xwe re aniye.

Wezaretê her wiha got, “Ev êriş bi eşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan tên kirin.”

Hişyariya li ser bêdengiya Bexdayê

Wezareta Pêşmergeyan ji bêdengiya Bexdayê dilgiran e û dibêje:

“Tevî berdewamiya van destdirêjiyan, heta niha Hikumeta Federal, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û saziyên ewlehiyê yên Îraqê ji bo rêlibergirtina van êrişên têkder ti helwesta wan a cidî nebûye.”

Wezaretê hişyarî da û got, “Divê ev destdirêjî bi lez bên rawestandin û tawanbar werin cezakirin.

Ji ber ku Hêzên Pêşmergeyan beşeke sereke ya pergala ewlehî û parastinê ya Îraqê ne û di parastina asayîşê de xwedî roleke bibandor in.”

Wezareta Pêşmergeyan di beşeke daxuyaniyê de ji hikumeta Îraqê xwest ku helwesta wan hebe û wiha pê de çû:

“Me ji bo berjewendiya hemû xelkê Îraq û Kurdistanê û bi liberçavgirtina vê rewşa nexweş, tehemul kir.

Lê eger hikumeta federal bêhelwest bimîne, em dê mecbûr bibin ku helwesteke me ya din hebe.”

Amarên êrişên dawî

Ev daxuyanî di demekê de ye ku berê sibeha 24ê Adarê, Îranê bi 6 mûşekan êrişî Hêzên Pêşmergeyan ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya li parêzgeha Hewlêrê kir.

Di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Li gorî amarên herî nû yên Tora Medyayî ya Rûdawê ku rojane tomar dike, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye ve, bi 671 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî şopandina Rûdawê, di 24 demjimêrên borî de bi 21 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

17 ji wan li Hewlêr û Koyeyê bûn û 4ên din jî li Silêmaniyê bûn.

 

/Çawkani: rûdaw/

Doza Narin Guran: Danişîna Nevzat Bahtiyar Hat Paşxistin
Koreya Başûr ji bo petrolê rêyeke nû diyar kir: Şandina bi ser Deryaya Sor re hat destûrkirin

Nûçeyên Sereke