Ûmêd Xoşnaw ji Wezîfeya Parêzgariya Hewlêrê Hate Dûrxistin

Nûçe

🔴NÛPEL – Bi biryareke îdarî, di posta Parêzgarê Hewlêrê de guhertin hatin kirin. Li gorî vê biryarê, Ûmêd Xoşnaw ji postê xwe hat dûrxistin û di cihê wî de Hêmin Qadir wekî Wekîlê Parêzgarê Hewlêrê dest bi kar kir.

Destpêkirina Kar a Hêmin Qadir

Di fermaneke îdarî de ku îmzeya Hêmin Qadir li ser e, hate diyarkirin ku ji roja 8’ê Nîsana 2026’an pê ve, ew ê bi wekalet hemû kar û barên Parêzgariya Hewlêrê bi rêve bibe.

Sedem Hîn Ne Diyar e

Heta niha têkildarî sedema dûrxistina Ûmêd Xoşnaw ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyaniyên zelal nehatine dayîn. Ev guhertina ji nişka ve di raya giştî de bûye cihê baldarîyê.

Ûmêd Xoşnaw ji sala 2021’an ve wekî Parêzgarê Hewlêrê kar dikir. Tevî ku guhertin fermî bûye, hûrguliyên li ser paşeroja îdarî ya parêzgehê hîn têne bendewar kirin.

/wd/

Van jî bibîne

 

Îlham Ehmed: Divê di navbera entegrasyona resen û asîmîlasyonê de cudahî hebe
Li Wanê 4emîn Festîvala Kulîlkên Behîvê ya Axtamarayê dest pê dike

Nûçeyên Sereke